1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanê li temamî gelên azadîxwaz pîroz be!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Li aliyekî rêveberiyên otorîter û zordar, êrişên hovanê yên li dijî nirxên mirovahiyê û îdeolojiyên kevneperest, li aliyê din jî, berxwedanên bêhempa, têkoşîna ji bo azadiya jinan, ciwanan, gelan û baweriyan û modela jiyaneke nû… Sedsala nû, bi taybetî jî deh salên dawî, di nav van herdu xetan de teşe digire. Erdnîgariya me, herêma me şahidiya van geşedanan dike, bi taybetî jî di deh salên dawî de. Karekterê sedsala nû li Rojhilata Navîn teşe digire; an azadî an koletî, an demokrasî an dîktatorî, an ronahî an jî tarîtî…

Di sedsala 21’emîn de DAIŞ’ê bi alîkarî û piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî, li dijî gelên herêmê hovîtiyeke mezin û komkujiyên giran pêk anî. Xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hêviya gelan, xeyalên azadiyê yên gelan bifetisînin, tune bikin. Lê 8 sal berê li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa û sefiraziyeke mezin hate bidestxistin. Ew berxwedan veçirandina kirasiyê koletiyê bû. Di serî de gelê Kurd û dostên gelê Kurd, bi wê berxwedan, têkoşîn û serfiraziyê, pêşengiya sedsala azadiyê ya nû dikin.

Li dijî DAIŞ’ê li Kobaniyê 133 rojan berxwedaneke mezin hat dayîn, Kobanî hat rizgarkirin. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê, serkeftina ku hate bidestxistin, serfiraziya gelan, jinan, baweriyan bû, nirxên hevpar ên mirovahiyê bû. Çirûska berxwedana Kobaniyê îro bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide û bûye dirûşma azadiyê.

Ji ber wê yekê gelên cîhanê mil dan û xwedî li berxwedana Kobaniyê derketin û hemû îmkan seferber kirin. Gelên cîhanê, nivîskar, rewşenbîr, xelatgirên Nobelê û rêxistinên civaka sivîl, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştgiriya bi Kobaniyê re ragihandin. Ruhê Kobaniyê bû ruhê azadiyê li her aliyê cîhanê û hêviyeke mezin da gelan.

Lê ji wê rojê heta niha hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî, her tim dijminahiya serfiraziya Kobaniyê kirin. Di ser re 8 sal derbas bûn lê hêzên tarî û çeteyên wek DAIŞ’ê îro li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Gef û êriş û zordariya DAIŞ’ê îro jî berdewam dike li wir. Gelên Îranê û jinên Îranê îro jî rastî êrişên wek DAIŞ’ê tên. Li Tirkiyeyê dixwazin bi Doza Kobaniyê, partiya me bigirin.

Di 8’emîn salvegera wê de em Roja Kobaniyê ya Cîhanê pîroz dikin. Em ruhê azadiyê yê ku DAIŞ têk bir û piştevanî û piştgiriya navneteweyî ya li dor Kobaniyê bûbû xelek silav dikin. Li dijî hemû êrişan, dirûşma ku îro bi Jin, Jiyan, Azadî li her derê deng vedide, berdewama ruhê Kobaniyê ye. Ew ruh hêviya azadiyê ye û dê azadiyê bîne. 

 

Lijneya Rêvebirina Navendî

1 Mijdar 2022