27 sale li hemberî feraseta darbekar hêza gele kurd û siyaseta demokratîk mezin dibe

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Bi rojan bi qampanyayê şerê taybet ku ji aliyê hêzên aştiyê naxwazin ve hatin meşandin di têlevîzyonên fermî yên dewletê em hatin teşhîrkirin. Bi komplo û senaryoyên ku serê mirov mezin dikin me wekî suçdar dan nîşan. (…) Li mîtingan û li qadan me wekî kesên ku divê bên lînçkirin dan nasandin û me kirin hedef. Li ber piyên me bombe hatin teqandin, hevalên me hatin qetilkirin û em rastê heqaretan hatin. (…) Dibe ku fikren me pir cûda, pir tûj an jî fikrên ku nayên tehamulkirin be. Lê rastî û nerastiya van fikran bi kelepçekirinê na, bi niqaşên ku divê li vir bên kirin bê fêmkirin. (…) Ji ber ku fikr û ramanê me yê çareseriya pirsgirêka Kurd cûda ye îro dixazin me bikin bersûç û bidarizîn in.”

Ev gotinên ku li jor hatine nîvisandin îro, anha ji aliye parlementerek HDP’ê li meclise bê xwendin, ku parlamenterek HDP’ê axaftinek bi vê rengê bike dê ji kesî re xerîb û ecêb neyê. Lê ev axaftina li jor 27 sal ewil di 78’emîn danîşina TBMM’ê de ji aliyê parlamenterê DEP’ê birêz Orhan Dogan hatekirin. Piştê vê axaftinê destnedayina birêz Ahmet Turk, Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik û Mahmut Alinak hate rakirin û ew hatin girtin.

Li gel ku di ser vê axaftinê re 27 sal derbasbû ye, ev axaftin hîn rojane ye û hîn rastiya Tirkiyeyê vedibêje. Ew êrişkarî û bêtahamuliya li hemberî siyaseta demokratîk ku wekî “darbeya 2’yê Adarê” di dîrokê de cîhgirt hîn guncav e. Nêrin û helwesta desthilatdaran, êrişkariya wan a li hemberî gelê Kurd û nûnerên gelê Kurd qet neguhirî. Neyartiya wan, rikbariya wan îro hîn zêdetir bû ye. Di 5 salên dawî de êrişkariya li hemberî gelê kurd û nûnerê wan hate kirin da nîşan ku darbe tenê bi tank û topan, bi belavokên MGK’ê pêk nayê; darbeyên sivîl jî hene. Girtina parlamenteran, hevşarederan, darizandinên bêhiqûq, darbeya qeyûman tenê hin pêkhatinê darbeyên AKP’ê ne. Desthilatdariya AKP’ê ku bi darbeya 4’ê Sermawêzê, darbeya qeyûman feraseta darbeyên 2’yê Adarê, 12’ê Îlonê, 28’ê Sibatê didomîne îro jî bi amedekariya fezlekeyan, bi komployên nû dixwaze vê ferasetê bi pêş bixe. Lê belê encam diyar e; darbekaran windakirin û tûnebûn em hîn bi hêz li ser piya ne, bibiryar ber bi pêşerojê ve dimeşin. Ji bo ku mirov wateya, “heman tiştan bike encamên cûda bixwaze” çiye fêm bike ne hewceye ku mirov Enstien be.

Ji 2’ê Adara 1994’an vir ve di 27 salan de di feraseta êrişkar û darbekar û di zilma wan de qasê sere derziyek guherîn çênebûye lê belê hêz û berxwedana gelê Kurd û hêzen demokratîk mezinbûye, heviya wan geşbûye. Em îro şopdarê vê hêza demokratîk û berxwedana vê siyasete ne me berxwedariya xwe jî ji vê siyasetê girtiye. Tu qîmeta vê feraseta pûç ya AKP û MHP’ê ji bo me jî, ji bo gelê me jî û tevahiya Tirkiyeyê jî tuneye.

Em di serî de darbeya 2’yê Adarê hemû darbeyan şermezar dikin, em ê wekî Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik ve Mahmut Alinak doza aştî, demokrasî û mafên xwe heya dawî bidomîn in, em ê tû car dev ji destkeftiyên gelê xwe bernedin.

Lijneya Rêveberiya Navendî
A Partiya Demokratîk a Gelan

2’ê Adara 2021’an