5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li Kedkarên Perwerdehiyê Pîroz be!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê Salîm Kaplan:

5’ê Cotmehê ji aliyê Rêxistina Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1994’an de wek Roja Mamosteyan a Cîhanê hat îlankirin. Li hemû cîhanê 5’ê Cotmehê wek Roja Mamosteyan a Cîhanê tê pîrozkirin lê belê li Tirkiyeyê ev roja enternasyonal nayê qebûlkirin û 24’ê Mijdarê ya ku piştî darbeya 12’ê Îlonê hatibû îlankirin wek roja mamosteyan tê pîrozkirin.

Îsal jî em 5’ê Cotmehê di bin talûke û xisarên Covîd-19ê de pîroz dikin. Ji ber vê rewşa pandemiyê kedkarên perwerdehiyê gelek astengî û zehmetî kişandin û gelek kedkarên perwerdehiyê jî jiyana xwe ji dest dan. Desthilatê rewşa kedkarên perwerdehiyê her ku çû xerabtir kir.

Tirkiye li gor şert û mercên xebatê yên mamosteyan û mafên mamosteyan welatekî paşketî ye. Li gor daneyên OECD’yê mamosteyên li Tirkiyeyê hem pir zêde dixebitin û hem jî kêm heq distînin. Sedî 80’ê yê mamosteyan ji bo debara xwe bikin ligel mamostetiyê karekî din jî dikin. Ji sisêyan diduyê wan di bin bare giran ê deynan de dijîn. Ligel van daneyan li Tirkiyeyê mamoste rastî tehde û zordariyan tên. Mobbing û tundiya li ser mamosteyan hîn jî berdewam dike. Piştî Covîd-19’ê desthilatê bi perwerdehiya ji dûr ve xebata 24 saetan li ser mamosteyan ferz kir û têgeha mesaiyê ji holê rakir. Herwiha 500 hezar mamoste li benda tayînê ne. Ji ber ku nayên tayînkirin di bin talûke û xetereyan de bi heqdestekî kêm karên din dikin.

Li cîhanê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi awayekî zagonî hatiye parastin. Tirkiye ligel ku gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye jî di sedsala 21’em de hê jî mafê perwerdehiya zimanê dayikê nehatiye misogerkirin û di sazî û dezgehên fermî û girseyî de astengî û qedexeyên li ser zimanan nehatiye rakirin. Ji 1500’î zêdetir mamosteyên Kurdî mezûn bûne û hîn jî li benda tayînkirinê ne. Ligel ku dersên hilbijartî yên Kurdî di hin dibistanan de hene, ji bo van dersan mamoste nayên tayînkirin. Ji ber vê yekê jî xwendekar dersa hilbijartî ya Kurdî nikarin tercîh bikin û pirî caran jî ev ders bi awayekî zanebûn ji aliyê rêvebirên dibistanan ve ji lîsteya tercîhên dersên hilbijartî tê derxistin. Lewma 5’ê Cotmehê roja têkoşîna kedkarên perwerdehiyê ye jî.

Em wek HDP 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz dikin. Di vê riya têkoşînê de em jî bi kedkarên perwerdeyê dimeşin.

 

Salîm Kaplan

Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê

5 Cotmeh 2021