Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in venemiriye!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Roja 13’e Mijdara 1960’an ji bo gelê Amûdê û Rojava, rojeke dilsoj e. Ew roj li Amûdê agirek bi Sînemaya Şehrazad ket û di encamê de qetlîameke mezin rû da. Ew şev agirek bi salona Sînemaya Şehrazad a li Amûdê ket û trajediyeke mezin a ku îro jî di hişûbîrê gel de cih girtiye, derkete meydanê.

Rayedarên rejîmê wê demê zarokên Amûdê bi mecbûrî birin salonê da ku wê fîlmê temaşe bikin. Kapasîteya salona sînemayê ji bo nêzikî 200 kesan bû, lê 500 zarok kom kirin û tê de bi cih kirin. Piştî ku agir bi salonê ket, leşkerên rejîmê deriyê sînemayê girtin û nehiştin gel agir vemirîne û zarokan ji şewatê xelas bike. Vê yekê rê li ber karesateke mirovî vekir û trajediyeke mezin rû da. Di Agirê Sînemaya Amûdê de ji 250 zêdetir zarokên Kurd ku temenê wan ji 12 salan biçûktir bû, şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di ser Qetlîama Agirê Sînemaya Amûdê re 60 sal derbas bûn lê îro jî bi awayekî cidî û karîger ev bûyera dilsoj û tarî nehat ronîkirin, lêpirsîneke heqane derbarê berpirs û rayedar û saziyên de nehat vekirin, tu kesî di mêzîna edaletê de hesabê vê karesat û azara giran neda. Bi ser de, Hikûmeta Sûriyeyê bi salan nehişt gelê Amûdê vê trajediya mezin bi bîr bîne. Rejîmê her tim bi zext û zor û qedexeyan xwest ku ev qetlîam bê jibîrkirin.

Agirê Sînemaya Amûdê, nîşana gelek xemsarî û polîtîkayên dijminatiyê ya rejîma BAAS’ê bû ku li dijî zarokên Kurd hat pêkanîn. Zihniyeta ku hemû mafên bingehîn ên zarokên Kurdan desteser kiribû, ew bênasname hiştibû û ji cih û warên wan koçber kiribû, xwe di wê Agirê Sînemaya Amûdê de aşkera kir û rûpeleke reş û tarî li dîroka mirovahiyê zêde kir. 

Gelê Rojava û xelkê Amûdê îro hem ji bo ku Agirên Sînemaya Amûdê dubare nebin û hem jî ji bo ku cîhadî û hevkar û piştevanên wan careke din agirê Amûdê li zarokên Kurdan gur nekin, li ber xwe dide, têkoşîna xwe ya hebûn û rûmetê didomîne; jiyanê diparêze.

Di 60’emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de, em hemû zarokên ku di wî agirî de hatin qetilkirin bi rêzdarî, bi rehmet û bi xemgînî bi bîr tînin. Em wê qetlîamê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in venemiriye û îro jî dilê me disojîne.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

13 Mijdar 2020