Ji Rojhilata Navîn heta Egeyê, ji Qefqasyayê heta Behra Reş û Behra Spî, li gelek aliyên cîhanê şer, pevçûn, dagirkerî, koçberkirin, revandin û kuştin, pêl bi pêl zêdetir dibe.
Krîza seqayê; hişkesalî, lehî, şewat, guherîna avûhewayê û talana xwezayê metirsiyeke mezin e li ser siberoja mirovahiyê û hemû candaran.
Şerê desthilatiyê, arezûyên emperyal, qeyrana kapîtalîzmê, nijadperestî û berberî her ku diçe zêdetir dibe.
Bi ferman û sirgûnan, bi peyman û dagirkeriyê, gel ji cihûwarên xwe tên koçberkirin. Zext û zoreke mezin li ser jinan, baweriyan û pêkhateyên civakê heye.
Hemû nirxên bingehîn û mafên sereke yên mirovahiyê dibe qurbaniyê berjewendiyên şexsî yên zalim û sermayedaran.
Li her aliyê cîhanê, şer yek reng û yek ziman e.
Rengê şer û pevçûnê reş û tarî ye, zimanê wê sar û çilmisî ye.
Li her aliyê cîhanê aştî pirreng û pirziman e.
Rengê aştî û aramiyê geş û spî ye, zimanê wê xweş û rengîn e.
Aştî jiyan e; li hemberî şer û kuştinê, em aştî û jiyanê diparêzin.
Îro ji her rojê zêdetir pêdiviya me bi aştiyê, bi pêkvejiyanê, bi aramiyê û bi wekheviyê heye.
Îro ji doh zêdetir pêdiviya me bi bilindkirina têkoşîna aştiyê heye.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelê me û li temamî mirovahiyê pîroz be!
Bijî 1’ê Îlonê, Bijî Aştî.
PARTIYA DEMOKRATÎK A GELAN