Banga me li gelê me ye: Dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin

Daxuyaniya Hevberdevkên me yên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Dersim Dag û Salîm Kaplan:

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû peyman û zagonên navneteweyî de wek mafekî sereke hatiye misogerkirin. Herçi Tirkiye jî yek ji alîgirê van peymanan e, wê şerh daniye xalên van peymanan ku ev xal mafên zimanî yên zarokên kêmaran an ji gelên xwecihî terîf dikin. Ev mafê xwezayî û sereke bi destê desthilatdariya yekperest tê tepisandin û qedexekirin. Gelê Kurd bi salan in ji bo bidestxistina mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê têdikoşe. Em dizanin, desthilatdaran gelek caran ev mafê xwezayî yê gelê Kurd wek amûrekî rêveberiyê bi kar anîn. Piştî pêvajoya endambûna Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê hin guhertinên sivik hatin kirin. Dûre di Pêvajoya Oslo û Pêvajoya Çareseriyê de jî li ser vê yekê guhertin devam kirin. Di bin banê zanîngehan de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin û dersên bijarte jî li dibistanan dest pê kirin.

Helbet akademiyên li ser zimanê Kurdî û dersên bijarte giring in û ev destkeftî encameke têkoşîna gelê Kurd bû. Dewlet di pirsgirêka mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de ji destpêkê heta îro bêdil e, ne samîmî ye û dixwaze gel bixapîne. Dewlet derbarê vê pirsgirêkê de polîtîkayeke dirû dimeşîne. Dewlet li aliyekî zimanê Kurdî bi destê qeyûman ji hemû qadên jiyanê ditepisîne, navên resen ên kuçe û kolanan diguherîne, deriyên saziyên zimanê Kurdî diqufilîne. Li aliyê din mamosteyên zimanê Kurdî tayîn nake, mamosteyan ne li gor pêdiviyan li gor xwestek û berjewendiyên xwe û polîtîkayên rojane salane 2-3 mamosteyan wezîfedar dike.

Di sala 2012’an de di çend zanîngehan de beşên Kurmancî û Zazakî li ser navê ‘Ziman û Zaravayên Zindî’ hatin vekirin. Di sala 2014an de 17 kes, di sala 2020an de jî kesek wek mamosteyên zimanê Kurdî hatin wezîfedarkirin. Heta îro ji beşa zimanê kurdî 2000 mamoste mezûn bûn. Dewletê her çiqas hejmara mamosteyên wezîfedarkirî sal bi sal kêm kiribe jî hejmara xwendekarên li dibistanan kêm nebû. Di sala 2014’an de li 28 bajaran 30 hezar xwendekaran di dibistanan de dersên Kurdî hilbijartin. Di salên 2015-16’an de li gor Wezareta Perwerdehiyê 80 hezar xwendekaran ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî serî lê dan. Îro bi awayekî eşkere li holê ye ku sal bi sal serlêdan zêde dibin û zêdetir xwendekar dersên Kurdî hildibijêrin. Ligel vê rastiyê jî dewlet her sal kontenjana mamosteyên Kurdî kêm dike. Ev polîtîka hemû didin nîşandan ku desthilatdar naxwazin zimanê Kurdî bi pêş de biçe û bibe zimanê perwerdehiyê. 

Wekî tê zanîn heta 22’yê vê mehê ji bo dersên bijarte serlêdan wê bên kirin. Banga me li hemû dayik û bavan e! Banga me li xwendekaran e! Banga me li gelê me ye: Dersên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin.

Bêguman, bi tenê dersên bijarte pirsgirêka zimanê dayikê nayê çareserkirin. Tevî vê yekê, her cure rê û rêbazên ku li dijî asîmîlasyonê, perwerdehiya zimanê dayikê bi pêş bixe, ji bo me hewce ne. 

Em bi awayekî erênî nêzî mijara dersên bijarte dibin lê peywira me ya dîrokî ev e ku em têkoşîna ji bo zimanê dayikê bilindtir bikin. Divê têkoşîneke hevpar li dijî zextên li ser Kurdî bê meşandin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.

Zimanê Kurdî di kategoriya zimanên xwedîrîsk de ye û mixabin pêşeroja zimanê me di xeterê de ye. Divê em wê yekê ne tenê ji bo rik û pabendî ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin.

Dewlet dixwaze ku Kurdî ji qada civakî û siyasî derkeve û seranser têkeve qada fermî ya dewletê. Em vê rêbaza bijarte ya ji bo dersên Kurdî têr nabînin. Lê digel têkoşîna xwe ya ji bo zimanê dayikê divê em van dersan jî vala nehêlin.

 

Dersim Dag-Salîm Kaplan

Hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî

19 Rêbendan 2021