Başaran: Em tu carî dev ji van destkeftiyên xwe bernadin, hûn ê herin û em ê li vir bin

Berdevka Meclisa me ya Jinan Ayşe Acar Başaran, li Amedê di Mîtînga me ya 8'ê Adarê de axivî:

Jinên Amedê, jinên têkoşer, jinên berxwedêr, hûn hemû ser çavan û ser seran re hatine. Jinên delal, dayikên bi rûmet, hevalên hêja, têkoşîna jinan ji Clarayan heya Sarayan, ji Hevrînan heya Sêvêyan, ji Gultanan heya Fîgen, Aysel, Ayla, Gulser, Semra û Denîzan didome. Tu carî têkoşîna jinan neqediyaye. Jin sed, hezar salan li ser vê axê ji bo azadiyê, ji bo pêşeroja xwe li ber xwe dane. Silav ji jinên ku li berx we didin, jinên ku li Newyorkê, li ber xwe dane, li jinên Rojava ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dane û jiyaneke nû ava kirine, dibêjin “em li ber xwe didin, têdikoşin.” Silav ji xwişkên femînîst re, silav ji jinên ku di nav 4 dîwarên zindanan de li ber xwe didin. Silav ji Emîne Şenyaşar re. Sibê 9 mehên wê temam dibin û salvegera çalakiya wê ye ku ji bo adaletê li ber xwe dide. Silav li dayikên ji bo nexweşên girtî nobeta edaletê digirin.

Mifteya çareseriyê, deriyê Îmraliyê ye

Hebûna me, piştgiriya me ya bi hev re, girseyiya me wan aciz dike. Îro çawa ku li cîhanê 8’ê Adarê tê pîrozkirin, me biryar girt ku em bi wê coşê 8’ê Adarê pîroz bikin. Lê me dorpêç kirin, dixwazin ku hêza me belav bikin, ku me bi hejmaran têxin vê qadê, lê sekna jinan kir ku ev helwest paş de gav biavejin. Em dibêjin hey bêaqilno, we hîn hêza jinan nas nekiriye. Ey bêaqilino we bi hezaran hevalên me di zindanan de rehîn girtine. Hûn daxwaz dikin ku em paş de gav biavêjin, ka me paş de gav avêt? Em bi hezaran jin li qadan in û em dibêjin em ê sedsalê ava bikin. Me bersiva xwe ji vê qadê da we. Ev wêneyên ku ji vê qadê derketin, wêneyên tecrîdê ne. Tecrîd li ser pêşeroja me ye, li ser hêviya jiyaneke wekhev û azad tecrîdeke giran heye. Îro em hemû li Qada Îstasyonê tecrîdê dibînin. Îro daxwaz dikin ku dengê me tecrîd bikin. Tecrîd li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye rêbazeke rêveberiyê, tecrîd li zindanan bûye rêbazeke îşkenceyê. Bi hezaran hevalên me li zindanan di bin pelên tecrîda giran de ne, desthilatdar dixwazin wan binpê bikin. Em dibêjin li vê axê pirsgirêk heye, çareseriya vê pirsgirêkê jî rebaza çareseriyê jî diyar e. Mifteya çareseriyê deriyê Îmraliyê ye. Em wekî jinên azadîxwaz, aştîxwaz, jinên têkoşer, heya ku ev tecrîda li ser jiyana me bişikê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dê heza me tecrîdê bişikîne û dê deriyê Îmraliyê were vekirin.

AKP û MHP neyartiya herî mezin li hemberî girtiyên siyasî dikin

Di zindanan de tecrîdeke giran û êrişeke dijwar li hemberî girtiyên siyasî heye. Di 2021’an de 59 girtiyên siyasî yên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Her hevalek bi rêbaza hiqûqa neyartiyê re rûbirû mane. Tenê nikaribûn jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin. Bes neyartiya vê îktîdarê ya giran nehîşt hevalên me bên berdan û li derve bên dermankirin. Îro jî hevala me Aysel Tugluk ku nexweşa giran ya demansiyê ye, roj bi roj bîra xwe winda dike. Di bîra wê de tişt namîne. Lê îro tifaqa AKP û MHP neyartiya herî mezin li hemberî girtiyên siyasî dimeşîne. Hevala me ya Aysel Tugluk li nexweşxaneya Kocaelî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” heye, lê ATK bi sekneke siyasî hevala me ya Aysel Tugluk hîn rehîn digire.

Em bîra hevala Aysel in

Îro jî hevalên me pê re hevdîtin kirine û silavên germ ên hevala Ayselê ji gelê me re heye. Wek me li vir jî nivîsiye em bîra hevala Aysel in. Hevala Aysel jiyana xwe di têkoşîna jinan de bihurandiye, hevseroka me ya yekemîn e. Ji bo azadiya jinan ji bo çareseriya pirsgirêkan, jiyana xwe danî holê û îro jî bi vê neyartiyê re rûbirû dimîne. Ew dixwazin bi van rêbazan têkoşîna hevalên me bişikînin an jî paş de gav bidin avêtin. Em jî ji vir di kesayetiya Aysel Tugluk de ji hemû nexweşên girtî û jinên girtî re silavên xwe dişînin. Em hevala Ayselê silav dikin; em bîra te ne û heya hemû heval azad bibin dê têkoşîna me berdewan bike.

Dixwazin jiyana jinan teng bikin, em paş de gav navêjin

Neyartî ne tenê li hemberî jinên têkoşêr e. Îro li ser vê axê kîjan jin ji bo jiyana xwe daxwaz bike, bixwaze jiyana xwe saz bike, bi tundiya mêran re rûbirû dimîne. Di navbera 2 mehan de herî kêm 49 jin bi tundiya mêran hatin qetilkirin, 49 jin bi şik jiyana xwe ji dest dane. Em baş dizanin ev tundiya li ser jinan her roj tê zêdekirin û kuştina jinan jî politîk e. Bi sekna tifaqa AKP-MHP û siyaseta ku dimeşînin her roj jiyana jinan teng dikin. Ji me re dibêjin bibin jinên maqûl û meqbûl. Di nav malbatê de cih bigirin. Ji dewletê re îtaetê bikin, ji bo pêşeroja xwe tevnegerin, biryarên xwe negirin. Ger ku hûn tevbigerin an jî bitêkoşin em ê bi destê mêran we qetil bikin. An jî wek dewletê êrişî we bikin û we bikin zindanan. Em her roj dibînin ku dixwazin jiyana jinan teng bikin. Lê îro li Batmanê li Wanê, li Şirnexê li Amedê, li Sêrtê li Dêrsim, Stenbol, Îzmir û Enqereyê, li Tirkiye û Kurdistanê jin derketin kolanan. Ev dem dema azadiya jinan e. Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan. Em ne li hemberî mêran, ne jî li hemberî dewletê îtaet nakin. Em ê jiyaneke azad bi pêşengiya jinan ava bikin. Em paş de gav navêjin. Îro sekna jinan li hemberî van tundiyan bersiva herî xurt e.

Dixwazin di kesayeta jinan de civaka Kurd, têkoşîna gelê Kurd têk bibin

Li aliyekî di nav civakê de mêran li hemberî me bi rêxistin dikin, li aliyekî jî dewlet bi şerê taybet êrişî jinên Kurd dike. Mînaka Batmanê di bîra me de ye. Îpek Er, ji aliyê çawişekî pispor ve bi destdirêjiyê re rûbirû ma. Di dawiyê de Îpek er hate kuştin. Garibe Gezer jineke têkoşêr bû, di zindanê de bi destdirêjiyê re rûbirû ma û hate qetilkirin. Gulistan Doku bi salan e winda ye. Li Dêrsimê ku her der bi mobeseyan ve tê têmaşekirin, bi salan e Gulistan Doku winda ye û nayê dîtin. Her roj bi destê polîsan bi destê çawişên pispor li hemberî jinên ciwan yên Kurd şerê taybet tê meşandin. Li Kurdistanê tecawiz wekî rêbazeke şer tê meşandin. Dixwazin di kesayeta jinan de civaka Kurd, têkoşîna gelê Kurd têk bibin. Lê îro û her tim em dibêjin. parastina me ya cewherî ya herî xurt rêxistina me ye. Em ê kolan bi kolan qad bi qad xwe bi rêxistin bikin. Em ê li hemberî şerê taybet van politîkayên qirêj têk bibin.

Em tu carî dev ji van destkeftiyên xwe bernadin, hûn ê herin û em ê li vir bin

Jin bi tundiyê, bi taciz û tecawizê re rûbirû ne, bi qetlîaman re rûbirû ne. Tifaqa AKP-MHP’ê çi dike, êrişî destkeftiyên jinan dike. Dixwaze destkeftiyên jinan tune bike. 20 sal in li ser kar e, heya îro her tim destkeftiyên jinan hedef girtiye. Pergala me ya hevserokatiyê wekî sûc dide nîşandan. Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî, bi helwesta Erdogan hat betalkirin. Îro jî nîqaşa nefeqeyê dikin. Ev ne lutfa AKP û MHP’ê an jî mêran e. Me bi têkoşîna xwe, bi berxwedanê û berdelên mezin ev bi dest xist. Bi salan hevalên me di zindanan de man. Ji bo ku ev destkeftî werin bidestxistin bi sedan jin bi tundiyê re rûbirû man. Tu kesî bi lutuf neda me. Ji ber wê em li her qadê, li her warî êrişên li hemberî destkeftiyên xwe tînin ziman. Û em gotina xwe ji vir, ji Amedê ji AKP û MHP’ê re dibêjin. Peymana Stenbolê, mafê nefeqeyê, hevserokatî, destkeftiyên jinan e. Em tu carî dev ji van destkeftiyên xwe bernadin, em ê wan biparêzin.

Têkoşîna jinan dê qesra wan li ser serê wan hilweşîne

Hûn ê herin û em ê li vir bin û bi van destkeftiyên xwe bimeşin. Êrişî me dikin bi siyaseta nijadperestî, olperestî û baviksalarî. Ev demeke dirêj e em her roj di bin xizaniyê de tên perçiqandin. Fatûreya herî mezin dîsa ji jinan re tê birîn. Em xizan dibin û ew derdikevin ji qesrên xwe dibêjin bêdeng bimînin. Wan fêm nekiriye, dê têkoşîna jinan qesra wan li ser serê wan hilweşîne û dê pergaleke jinan û pergaleke wekhev ava bike. Îro tifaq tên avakirin, her tifaq li dora maseyekê dicivin û her tifaqek ji bo ciwanan, ji bo jinan dibêjin em ê biryarê bigirin. Di wan tifaqan de jin tunene, fikrên jinan tunene, siyaseta jinan tunene. Dibêjin em ê jiyanekê ji we re ava bikin, hûn ê jî qebûl bikin. Em di 8’ê Adarê de dibêjin, tifaqa jinan, piştgiriya jinan dê vê sedsalê bibe rêbaza çareseriyê. Wê jin bi pêşengiya xwe tifaqa xwe jiyaneka azad û hekhev ava bikin û dê komara demokratîk ava bikin.

Semra Guzel îradeya vî gelî ye, parlementera jinan e

Ez we hemûyan bi dilgermî silav dikim. Îro dê hevala me ya Semra Guzel jî li vir bûya. Em çepikeke xurt ji hevala xwe ya Semra Guzel re dişînin. Semra Guzel parlementera Amedê bû, we piştgirî dayê, we got bila parlamento pirsgirêkên me çareser bike. Lê ev tifaqa dijminahiya jinan, dijminahiya Kurdan dixwaze ku îradeya me ji destê me bistîne. Em dibêjin Semra Guzel îradeya vî gelî ye, parlementera jinan e. Bi tu êrişî ev yek ji holê ranabe. Em cardin jinên ku di girtîgehan de li ber xwe didin, 8’ê Adarê li we tevahiya pîroz dikin. 8’ê Adarê pîroz be. Em ê bi vê coşê bimeşin Newrozê. Serkeftin ji me re.

8 Adar 2022