Başaran: Yên ku dibêjin Kurd qediyane bila îro li qada Şirnexê binihêrin

Hevberdevka Meclisa me ya Jinan Ayşe Acar Başaran di Newroza Şirnexê de axivî:

Merheba gelê Şirnexê, merheba dayikên birûmet, jinên kedkar, hevalên têkoşer merheba ji we re. Di bin bê berfê de bi dilgermiya xwe, bi coşa xwe, bi sekna xwe we qada Newrozê germ kir. Hûn her hebin, ez we tevan bi rêzdarî silav dikim. Ez bextewar im ku îro ez di nav we de me. Ez kêfxweş im ku îro ez li Şirnexê li bajarê Botan, em bi hev re Newroza xwe pîroz dikin. Newroza we Newroza me pîroz be.  

Yên ku dibêjin Kurd qediyane bila îro li qada Şirnexê binihêrin

Em bi we serbilind in. Hevalên me li hemberî desthilatdaran, li hemberî pergala faşîst, li hemberî serdestan têdikoşin. Hevalên me yên ku ji 92’yan de li Newroza Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane em bi wan serbilind in. Em bi wan serbilind in ên ku li hemberî wan cok neşikandin û li ber xwe dan, em bi Mehmet Tunçan serbilind in, em bi Asya Yukselan serbilind in, em bi Rehşanan serbilind in, em bi Zekiyeyan, bi Asyayan, bi Bîşengan, bi Binevşan serbilind in. Û em îro li Şirnexê wan bi rêzdarî bi bir tînin. Têkoşîn û berxwedana wan her tim rêya me ronî dike. Îro yên ku dibêjin Kurd qediyane, yên ku dibêjin rêxistina Kurdan belav bûye, yên ku dibêjin me bajarên wan li ser serê wan hilweşandiye îro bila li qada Şirnexê binihêrin, berf dibare lê qad têrî gelê Şirnexê nake. Ev bajar hat hilweşandin, operasyonên qirkirinê hatin meşandin lê belê tu hêzê nekarî bike ku gelê Şirnexê gelê Kurd paşve gav biavêje. Îro wêneyê ku li vir derket bersiva herî xurt e li faşîzma ku li hemberî me tê meşandin. 

Ev siyaset, ev rewş tev, bi tecrîdê ve girêdayî ye

Dayikên me yên birûmet, hevalên hêja; bi deh salan li ser ve axê gelê Kurd ji bo azadiya xwe, ji bo wekheviya gelan, ji bo jiyaneke wekhev ava bikin em têdikoşin. Ji ber ku me ev têkoşin meşandiye em hatine girtin, car caran em bi êrişan re rû bi rû mane, lê me ji vê meşê qet paşve gav neavêtiye. Ji bo azadiya xwe ji bo pêşeroja xwe her tim têkoşîn û berxwedana me berdewam e. Lê em dibînin ji sala 2015’an heya îro siyaseta herî tund li hemberî me tê meşandin. Di 2015’an meha Nîsanê de bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin qutkirin, biryara şer ya qirkirinê li hemberî gelê Kurd hat dayîn. Ji 2015’an heya îro bi dehan caran êrişî me kirin, bi dehan caran xwestin ku em paşve gav biavêjin, bajarê ku em îro Newrozê lê pîroz dikin di 2015-2016'an de hat hilweşandin. Hevalên me li Cizîrê di bodrûman de hatin qetilkirin. Îro hîna bi hezaran hevalên me li zindanan rehîn hatine girtin. Em baş dizanin ev siyaset ev rewş tev, bi tecrîdê ve girêdayî ye ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin. 

Ew sekna 2013’an di cih de ye

Bes di hişê me de jî Newroza 2013’an zindî ye. Di Newroza 2013’an de li Amedê nameya Birêz Ocalan hat xwendin, ew roj ne tenê li bajarên Kurdistanê, ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn bi temamî hêvî belav bû. Di wir de Birêz Ocalan rêça çareseriya pirsgirêka Kurd da nîşandan. Ev pirsgirêk wê bi kîjan rê û rêbazê bê çareserkirin anî ser ziman. Lê me nêrî tifaqa şer li hemberî vê nameyê, li hemberî vê seknê biryara şer girt û tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir kir. A herî dawî bi Birêz Ocalan re piştî greva birçîbûnê hevdîtin hat kirin, ew jî di mejiyê me de zindî ye. Di 2019'an de Birêz Ocalan dîsa bangewazî kir got ez bi fikra xwe re me ya ku di 2013'an de li Newrozê min behs kir. Min fikrên xwe kûrtir kiriye û min fikrên xwe bi pêş xistine. Got pirsgirêka Kurd bi rêbazên êrişan, bi siyaseta tunekirinê, bi înkar û asîmîlasyonê nayê çareserkirin, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk, bi rêya muzakereyê bi hevdîtinê tê çareserkirin. Ew sekna min di cih de ye. Û em li vir li Şirnexê bang dikin ev pirsgirêk bi deh salan e ku dixwazin bi tundiyê, bi înkarê, bi asîmîlasyonê çareser bikin, lê belê bila îro li qada Şirnexê binihêrin. 

Ev tecrîd, ev êrişên li hemberî gelê Kurd bi ser neket

Em gelê Kurd li cihê xwe yê berê ne, têkoşîna me ji bo nasnameya me ye, ji bo zimanê me ye. Ji bo vê ye ku gel tev li ser axa Kurdistanê û li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi temamî jiyaneke wekhev û azad bijîn. Ji ber vê jî lazim e di demeke nêz de tecrîda li ser Birez Ocalan bê rakirin û pêşiya diyalogê, pêşiya fikrên wî werin vekirin. Lazim e Birêz Ocalan fikrên xwe ji bo pêşaroja Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi temamî bi azadî bîne zimên. Bangawaziya me Kurdan dîsa îro li Şirnexê ji bo desthilatê ev e ku ev tecrîda qirêj rakin. Ji ber ku îro tecrîd li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi temamî bûye rêbazeke rêveberiyê. Jiyana me, fikrên me, pêşeroja me îro di bin vê tecrîdê de ye. Ev tecrîd ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkiyeyê bi temamî îro xetereyeke mezin e. Em temaşe bikin ev tecrîd ev êrişên li hemberî gelê Kurd bi ser ket? Bi ser neket. Lê belê em îro lê dinihêrin li Tirkiyeyê ji hêla aboriyê ve krîzeke mezin heye. 

Ev bi tecrîdê û bi biryara siyaseta şer ve girêdayî ye. Îro her roj jin li hemberî tundiyê û qirkirinê rû bi rû dimînin ev bi tecrîdê û siyaseta şer ve girêdayî ye Îro gelan tînin hemberî hev. Ev bi tecrîdê û siyaseta şer re girêdayî ye. Heya ku tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û pirsgirêka Kurd were çareserkirin, jiyaneke azad û wekhev were avakirin têkoşîn û berxwedana me dê berdewam be.       

Tifaqa AKP-MHP’ê bixwe li hemberî jinên Kurd şerê taybet dimeşîne

Hevalino em dizanin ji aliyekî ve êriş li hemberî gelê Kurd tê meşandin, ji aliyekî ve li dijî jinan tundî û êriş tê bipêşxistin. Di nava salekê de herî kêm 150 jin hatin qetlkirin û nêzî 250 jin jî bi awayekî gumandar jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jin bi tundî û destdirêjiyê re rû bi rû man. Tifaqa AKP-MHP’ê di nav civakê de mêran li dijî jinan bi rêxistin dike. Lê ji aliyekî din ve jî dewlet bi xwe, tifaqa AKP-MHP’ê bi xwe li hemberî jinên Kurd rêbazên cuda bi kar tîne, şerê taybet dimeşîne. Bedena jinan wek qada şer bi kar tînin. Û jinên ku li hemberî vê yekê têdikoşin, jinên ku li dijî vê yekê disekinin bi tundî û bi êrişan re rû bi rû dimînin. Îro bi hezaran hevalên me di zindanan de ne, hevalên jin ji ber ku wekhevî parastine, azadiya jinan û azadiya civakê parastine, ji bo nasname û pêşeroja Kurdan têkoşiyane li ber xwe dane bi salan ceza li wan hatiye birrîn. Tecrîd li temamî zindanan hatiye belavkirin. 

Semra Guzel wekîla vî gelî ye, rûmeta vî gelî ye

Hevalên girtî yên nexweş wek mînak Aysel Tugluk, bi mirinê rû bi rû tên hiştin. Aysel Tuğluk girtiyeke nexweş e ji ber ku ev desthilatdar bi dijminahi tevdigere hevala me di zindanê de rehîn e em silavên xwe bişînin ji bo hevalê xwe yên di girîgehê de ne. Newroza hevalên me yên di girtîgehan de jî pîroz be. Pîroz be ku em ê bi hev re wan deriyê zindanan jî vekin. Zindan têr nekin dixwazin me bi destê dadgehan terbiye bikin, dixwazin em paşve gav biavêjin. Dixwazin em çok deynin. Mînaka vê ya dawiyê jî hevala me Semra Guzel bû. Ji ber ku wêneyê wê yê ku derket, ew wêneyê rastiya gelê Kurd bû. Ew wêne di rewşa pêvajoya çasereseriyê de hatibû girtin lê îro dixwazin li ser wî wêneyî hevala me darizînin. Semra Guzel wekîla vî gelî ye. Semra Guzel rûmeta vî gelî ye. Semra Guzel ji bo vî gelî têdikoşe û li ber xwe dide. Em di şexsê wê de silavên xwe dişînin ji bo hemû jinan.

Jinên Kurd tu carî paşve gav neavêtine

Me 8’ê Adarê bi girseyî û bi coş pîroz kir, hêrs bûn. kêf û moralê wan xera bû. Li ser vê jî li Amedê operasyon kirin û 24 hevalên me yên jin ji ber xebatên 8’ê Adarê hatin binçavkirin û ji van 7 hevalên me bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Ev peyam e ji jinên Kurd re. Dibêjin ne li hemberî zihniyeta mêr ne li hemberî zihniyeta dewletê li ber xwe nedin. Dibêjin alternatîfa xwe ava nekin. Bibin jinên maqûl û meqbûl. Li gor çarçoveya ku em datînin tevbigerin û paşve gav biavêjin. Çongê xwe ji me re bişikînin û bibin kole ji dewletê re û ji mêran re. Em wek jin, ji Botan jî bersiva wan bidin, çawa ku îro li Rojava mînaka herî pîroz, mînaka wek stêrkê li Rojhilata Navîn û temamî cîhanê belav dibe, em ê wek jinên Kurd pêşengiya vê têkoşînê bikin. Îro çawa ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hatiye meşandin û bûye şoreşa jinan, em ê li Bakurê Kurdistanê û li temamî Tirkiyeyê em ê bi pêşengiya jinan bi azadiya jinan civakê jî azad bikin. Ne bi girtinê ne bi êrişan, ne bi tundiyê ne bi işkenceyan jinên Kurd tu carî paşve gav neavêtine. Em silavên xwe ji jinên têkoşer re dişînin. Û ji Botan silavên xwe dişînin li jinên Rojava, jinên Şengalê, jinên Mexmûrê, jinên Afxanistanê ku li hemberî zihniyeta mêrdewletê têdikoşin.  

Ji bo pêşeroja temamî Tirkiyeyê alternatîfa herî pîroz fikriyata HDP’ê, projeya HDP’ê ye

Îro siyaseta hin kesan ew ku li ser me nîqaşê dikin û ji bilî me hesaban dikin. Dibêjin em ê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê siyasetekê ava bikin. Ji xwe re dibêjin tifaq, lê belê di nav de Kurd tunene, jin tunene, ciwan tunene, xwezaparêz tunene. Li dora mesayan dicivin û û dibêjin em ê ji bo pêşeroja Kurdan û Tirkiyeyê biryaran bidin. Lê em dîsa bang bikin, Kurdan, jinan, gelan li hemberî vê zihniyata nijadperest û neteweperest her tim altenatîfa xwe ava kiriye. Îro dixwazin HDP’ê bigirin, nîqaşa girtina HDP’ê dikin. Lê em dizanin HDP ne dikan e ku mifteyê li ser deriyê wê bixin, HDP va li vir e. HDP jin e, HDP ciwan e, HDP ixtiyar e, HDP kedkar e, HDP karker e, HDP hêviya pêşaroja Kurd û Tirkan e, HDP îro mifte ye, îro çi krîz li Tirkiyeyê hebe ji bo ku bê çareserkirin mifte HDP ye. Ji ber vê bila kes li dijî me tu hesaban neke, bila zanibin a dawî sekna me, a dawî hebûna me dê guhertinê bike. Em ne bê alternatîf in, tu caran, em alternatîf bi xwe ne, ji bo pêşeroja temamî Tirkiyeyê alternatîfa herî pîroz fikriyata HDP’ê, projeya HDP’ê ye. Ya pêşengiya azadiya jinan, wekheviya gel û baweriyan, bi xwezayê re dost û heval, îro fikriyata HDP’ê rêya çareseriyê ye. Em ê wek HDP her tim li hemberî wan em ê xwe birêxistin bikin. Em ê agirê xwe yê Newrozê vêxin.

19 Adar 2022