Berdan Ozturk: Meşa me ya azadiyê bi ser ket

Daxuyaniya Parlamenterê me yê Agiriyê Berdan Ozturk a derbarê 20 saliya tecrîdê û greva birçîbûnê de:

Ji çapemenî û raya giştî re,

Bîst (20) sal di ser Komploya Navneteweyî ku li hemberî Birêz Ocalan pêk hat re derbas bû. Ocalan ku di rêya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev de emrê xwe feda kiriye rastî vê komployê hat. Ocalan li gel vê tenêtiya bêhempa, tecrîda giran û şert û mercên awarte ev 20 sal e ji bo çareseriyeke aştiyane li ber xwe dide. Lê 20 sal e ku komploger ji armanca xwe venagerin û dixwazin her tim komployê li gor şert û mercan nû bikin. Ev komplo û tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Ocalan e. Di kesayetiya Ocalan de ev komplo li hemberî gelê kurd, li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî gelê Rojhilata Navîn hatiye lidarxistin. Helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî şoreşa Rojava ku jiyaneke alternatîf, wekhev û hevpar tê lidarxistin sedem û hedefa komployê dide nîşan. Kengî ku ev şoreş derkete holê, destkeftiyê gelan pêşketin komploger cardin ketin dewreyê û tecrîda Îmraliyê hatiye kûrkirin. Di vê warê de afirînerên Pergala Îmraliyê desthilatên navnetewî ne. Ev hêzên komploger bi sedsalan e destê wan qirêj e û netewdewletên statukoyî ne ku dixwazin hemû têkoşînên demokratîk û wekhevîparêz bifetisînin.

Tecrîd êdî ji rewşa ku li Birêz Ocalan tê ferzkirin wêdetir e, bi taybetî di sala 2015an de piştî ku pêvajoya aştî û muzakereyê hat bidawîkirin, li ser hemû civakê tê sepandin. Hemû Tirkiye îro di bin tecrîdeke giran de ye. Di vî warî de pergala Îmraliyê ji bo polîtîkayên li hemberî civakê bên bikaranîn jî wekî labaratuarekê tê bikaranîn. Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kiriye û li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Lewre desthilatdarên ku her tim şer û pevçûnê mezin dikin baş dizanin ku Ocalan kengî dipeyive, rêya çareserî û aştiyê vedibe! Dema dengê Ocalan tê birrîn, şer, newekhevî û faşîzm xurt dibe û dikeve dewreyê.  

Eger tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, ev tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çareserî û aştî cardin dê bikeve rojevê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) û Parlamentera me birez Leyla Guven ji bo ku Tirkiye ji vê tecrîdê rizgar bibe 100 roj e bi greva birçîbunê li ber xwe dide. Bi sedan girtiyên girtîgehan vê daxwazê mezin dikin. Ev grev li Hewlêrê, li Gallerê û li Strazbourgê pêl bi pêl berfireh dibe. Daxwaza Leyla Guven û têkoşerên greva birçîbunê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin ku Tirkiye rûmetê ji zagonên xwe re bide nişan û mafên Ocalan yên gerdûnî û zagonî bên dayin. Dixwazin ku Tirkiye ji vê tecrîdê derkeve. Lewma ev bangewaziyeke wijdanî ye, bengewaziya berpirsyariyeke civakî ye. 

Em li hemberî vê bangewaziyê bêdeng namînin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Lewma koma me ya meclisê, ji 12 Sibatê vir ve bi şîara “Di Roja 100î de Ji bo Şikandina Tecrîda li ser Leylayê” ji Colemêrgê meş da destpêkirin û li gel hemû astengî, êrişan em gihîştin Amedê. Berpirsyarên ku divê guh bidin bangewaziya Leylayê ewqas ji vê daxwazê ditirsin li ku cihê navê Leylayê dibihîzin wê derê dorpêç dikin. Ev, helwesta darbekar ya AKP’ê ye. Ev dorpêçkirin wêneyê tecrîda li hemberî Tirkiyeyê ye. Li gel hêza dewletê ya di destê wan de di çavên wan de tirs û fikar di meşa me de hêvî û cesaret heye. Hikûmetê cardin da nişan ku bajar, qad, sûk û kolan di bin tecrîdê de ne. Heya ku Tecrîda li ser birêz Ocalan neşikê Tirkiye ji tecrîdê rizgar nabe. 

Îro, ji bo ku em tecridê bişikînin divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê ancax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî dê bê parçekirin. 

Em ji dîrokê hîn bûn, emrê van desthilatan ne dirêj e ku welatê xwe bi şert û mercên faşîzmê bi rê ve dibe û li derveyî welatê xwe polîtîkayên şer û pevçûnê li dar dixe. Ji bo ku ev desthilat vî welatî hîn zêdetir wêran nekin, divê em hemû qadên jiyanê veguherînin çeperên demokratîk. Ev peywira me ya dîrokî ye. 

Ên ku ji bo berjewendiya xwe şer, pevçûn û xizanî li vî welatî ferz kirin dê bi ser nekevin, dê gelên me bi ser bikevin. Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman, berxwedena girtîgehan li çar aliyê welat belav bû. Em soz didin: Dê Leyla Bijî, dê tecrîd bişikê, dê têkoşêrên greva birçîbûnê bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e.

 

15 Sibat 2019

Etiketler: #berdan ozturk