Berdevka Partiya me, detayên kampanyaya me ya Destpêkê Edalet deklare kir: Em ê çar mehan li qadan bin

Berdevka Partiya me Ebru Gunay, li navenda me ya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û detayên kampanyaya me ya Destpêkê Edalet deklare kir:

Partiya me ji zû de ye bername û çalakiyên têkoşînê dimeşîne. Par di meha Hezîranê de me bangî gelê xwe kir û got Em Bi Hev Re û me xwest em pergala AKP-MHP'yê bi dawî bikin. Ji Hekariyê heta Edîrneyê, ji Îzmîrê heta Wanê, ji Mêrsînê heta Amedê di serî de jinan û ciwanan û hemû gelê me banga me firehtir kir, piştevaniyeke mezin da partiya me. Dûre di 1'ê Îlonê de me Deklerasyona xwe ya Aştiyê weşand û ji Îlonê heta vê Sibatê me Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk xist rojevê. 

Niha jî em neheqiya desthilatê li her derê eşkere dikin û ji bo jiyaneke nû saz bikin em dibêjin Destpêkê Edelat. Dirûşma me ya vê kampanyayê ya bi Kurdî Destpêkê Edelat e. Îro pêdiviya me bi qasî av û nan bi edaletê heye. 

Kêr gihîşte hestî em li hemberî vê yekê îsyan dikin

Li Tirkiyeyê ji xeynî komikên AKP'yê her kes edaletê dixwaze. Hilbijêrên wan jî êdî dibînin ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Li welatekî demokratîk desthilat û muxalefet hene û ji bo armanca xwe pêşbaziyê dikin. Îteatkirin hew di rejîmên faşîst de heye û îro ji me îteat dixwazin. Dixwazin em îteatî wan bikin. Kî îteatî wan neke wek terorîst tê îlankirin îro. 

Ev pergala dijminatiyê herî zêde jî li girtîgehan tê meşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin îro li ser hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Girtî ev 75 roj in ku bi greva birçîbûnê li dijî vê dad û hiqûqê li ber xwe didin. Em tiştên ne meşrû qebûl nakin. Kêr gihişte hestî.Gelê me jî vê yekê dibîne. Heke edalet tunebe demokrasî jî tuneye. Edalet tunebe siyaseta azad jî tuneye. Edalet tunebe hiqûq jî tuneye. Destpêka her tiştî edalet e û em îro banga têkoşîna edaletê dikin.  

● Bernameya jinan a vê kampanyayê dê ji aliyê Meclisa me ya Jinan li Enqereyê bê eşkerekirin.

● Tevî hevserokên xwe, parlamenterên xwe, Meclisa me ya Jinan û parêzeran em ê li ber Dadgehên Enqere û Stenbolê çalakiyan li dar bixin. Em ê heta biryara DMME'yê bê qebûlkirin û girtiyên siyasî bên berdan em ê li ber xwe bidin. Mirovan tazî dikin û li wan digerin, em ê li dijî vê yekê çalakiyan bikin. Îdîanameya Kobanê pûç û vala ye em ê vê yekê teşhîr bikin. 

● Ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan, em ê li ber girtîgehan daxuyaniyan bidin. 

Di salvegera komploya navneteweyî de em ê meşên girseyî li dar bixin

● Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li sê bajaran em ê tecrîdê bi meşên girseyî protesto bikin. 

● Ji bo balê bikişînin bêkarî û debarê em ê li Wanê hevdîtinan bikin. Hevseroka me Pervîn Buldan dê tevlî vê bernambeyê bibe, dê kedkaran re bê ba hev. 

● Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em ê çalakîyên curbicur li dar bixin. Li Amedê tevî hemû saziyên ku ji bo zimanê me yê dayikê dixebitin bi tevlêbûna Mithat Sancar em  daxuyaniyekê bidin.  

● Ji bo pêkanîna biryara DMME'yê em ê li herêman xebatan bimeşînin. Em ê biçin serdana saziyan, em ê daxwaznameyan û nameyan bişînin. Û çalakiyên bi vî awayî li dar bixin. 

● Em ê biçin serdana partiyên çepgiran, saziyên Elewiyan û seferatên welatên beyanî. 

Kampanyaya me ya ji bo Edaletê dê heta serê Hezîranê bidome. Dem dema firehkirina vî dengî ye. Em ê tev bi hev re edaletê dabîn bikin. 

Em bi partiyên Kurd re rêhevaltiyê dikin, têkoşîneke hevpar dimeşînin

PIRS: Ziyaretên we yê partiyên muxalefetê berdewam dike. Gelo di bernameya we ya ziyaretkirina partiyên Kurd heye? 

Em bi tevahî partiyên muxalefetê yên Tirkiyeye re hevdîtinan pêk tînin. Di wî aliyê de em tu cudahî naxin navbera partiyên muxalefetê. Li Kurdistanê tifaqeke me ya bi partiyên Kurdan re heye. Em bi wan re rêheval in, têkoşînek hevpar dimeşînin. Di wî aliyê de ji bo hevdîtinê wan partiyan tu pirsgirêkeke me nîne, em ê di rojên pêş de plansaziyekê di vê çarçoveyê de bikin. 

9 Sibat 2021