
Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, dê di 23ê Gulanê de li Amedê derbarê çareserkirina kêşeya kurd de, beyannameyekê ji raya giştî re deklare bike.
Ji bilî destkeftî û mafên gelê kurd, îro hemû nasnameyên cuda jî di bin êriş û dorpêçkirinê de ne, lê rêkeftina AKP-MHPê, bi hilbijartina pêşwext dixwaze ku desthilatiya xwe tekez bike.
Li dijî vê yekê HDP dixwaze ku ligel hemû hêzên opozisyona Tirkiyeyê, tifaqa herî berfireh a gelên Tirkiyeyê pêk bîne û têkoşîna xwe bidomîne. Her wekî din, HDP stratejiya xwe li dor çarçoveya yekîtiya neteweyî ya kurd a ku hemû aliyên siyasî, civakî û çandî yên curbicur şimûl dike pêk aniye û dixwaze ku polîtîkayên înkarê berteref bike.
Xebatên tifaqê yên ku kêşeya kurd û kêşeya bêstatûya kurd a ku li ser xetên siyasî yên cuda, fikr û baweriyên curbicur ên taybetmendiyên xwe parastine hatî avakirin, li dor têkoşîneke hevpar, ji bo çareserkirina meseleyê hatiye merheleyeke nû. Hevdîtin û gengeşeyên ji bo çareserkirina meseleyê pir baş derbas bûn û li dijî polîtîkayên înkara gelê kurd, gelek aliyên siyasî, komên baweriyan û rêxistinên civaka sivîl, bi rihekî yekîtiyê biryardariya xwe ya têkoşîneke hevpar nîşan dan. Her wisa di demeke wiha de ku kurd rastî êrişên giran ên sîstematîk tên, kîjan kom û aliyên siyasî li derveyî vê vê rihê yekîtiyê bimînin, dê di din webaleke dîrokî û giran de bimînin.
HDP tenê ji bo tifaqa hilbijartinê li vê meseleyê nanihêre. Ji bo me her tifaqa ku ji xwe re çareserkirina kêşeya kurd û demokratîzekirina Tirkiyeyê kiriye armanc, gelek giring e û divê ev tifaq mayînde be. Lê tifaqên demdemî jî li gorî reel polîtikayê gelek giring û hêja ne.
HDP derbarê çareserkirina kêşeya kurd de xwedî tecrubeyeke giring e. Ji bo HDPê kêşeya kurd, kêşeyeke taybet û giring e. Bi baweriya me, heta ku kêşeya kurd çareser nebe, ti kêşeyeke demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî çareser nabe.
Ji bilî Beyannameya Hilbijartina 2018an a ku di 14ê Gulanê de hatibû deklarekirin, ji bo vê mijarê jî me beyannameyeke taybet amade kir. Ev metna ku em demek e dirêj e li ser dixebitin, dê 23ê Gulanê saet 11:00an de li avahiya me ya Bajarê Amedê ji aliyê Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldanê dê bê deklarekirin.
Bi vê wesîleyê em careke din bangî hemû fikr û siyasetên cuda yên kurd dikin da ku li dijî polîtîkayên înkar û tifaqa dijî kurdan, werin di HDPê de bibin yek. Em bangî hemû aliyên kurd dikin da ku piştgirî û hêz bidin deklarasyona me ya 23ê Gulanê.
DEKLARASYONA KÊŞEYA KURD
TARÎX: 23Ê GULANÊ, ROJA ÇARŞEMÊ
SAET: 11:00
CIH: AVAHIYA BAJÊR A AMEDÊ
22 Gulan 2018