Bi dîlgirtin û binçavkirinan têkoşîna HDP’ê nayê asteng kirin !

Bi dîlgirtin û binçavkirinan têkoşîna HDP’ê nayê asteng kirin !

Tu rojekî derbas nabe ku partiya me û saziyên demokratîk rastî êrîşên bêhiqûq neyên. Îro dîsa bi dehan rêveber, endam û encumenên me hatin binçavkirin.

Bi tenê di sala 2020’an de, herî kêm 1750 rêveber, endam û xebatkarên partiya me hatin binçavkirin û ji wan herî kêm 173 kes hatin dîlgirtin. Ji 24’ê Tirmeha 2015’an heta niha, di encama operasyanên qirkirinên sîyasî de, herî kêm 17 hezar HDP’yî hatin binçavkirin. Hevserok, parlamenter, şaredêr û rêveberên me jî di nav de 3 hezar 695 kesên HDP’yî hatine girtin.

Wekî ku di van rojên dawî de jî bi eşkere xuya dike, Wezareta Karên Hundir a ku dijminatiya li dijî HDP’ê ji xwe re kiriye armancekî sereke û dozger dema ku mija dibin, çete û mafya li gel hemû delîlan bihêlin binçavkirinan lêpirsîn jî venakin. Ji ber ku ew kesên ku li dijî partiya me fermana zext û êrîşan didin di heman demê de şirîkê van sucên qirêj in. Tifaqa AKP-MHP-Mafyayê roj bi roj Tirkiyeyê ber bi rewşeke xeternak ve dibe.  Ev hişmendiya siyasî ya ku êdî nikare welêt bi rê ve bibe û nikare qeyrana aborî çareser bike, dema têkilî û kiryarên wan ên qirêj eşkere dibin dîsa berê xwe didin partiya me da ku rojevê biguherînîn. Bi vê armancê, desthilatdariya AKP’ê ya ku dadgeriyê kiriye amûr, dibêje qey wê bi êrişkirin û bi binçavkirinê dikaribe têkoşîna me rawestîne. Lê emrê vê desthilatiya ku bi amûr û rêbazên mafyayî tevdigere zêde nemaye û ji vê deqê pê ve, ev desthilatî mehkûmê têkçûyinê ye.

Em carek din balê dikşînîn ser vê yekê ku temamî van êrîşên bêhiqûqî yên li partiya me neçariya desthilatdariya AKP’ê dide nîşan. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi van êrîşên domdar û sîstematîk dixwazin emrê xwe dirêj bikin, lê ev hewldanek pûç e. Ji bo ku bala raya giştî bikşînin aliyekî din, dîsa êrîş dibin ser HDP’ê. Wezareta Karên Hundirîn û desthilata AKP’ê heta qirikê tevlî sakandalên gendeliyê û qirêjiyên mafyayî bûne, dixwazin bi van êrişan rizandina xwe biveşêrin û rojevê biguherînin.

HDP û kevneşopiya ku giyan dide HDP’ê, li hemberî van zext û êrîşan duh jî serî netewand îro jî serî natewîne û wê tu car serî netewîne. Divê dadgerên xwedîwicdan xwe nekin amûrê vê desthilata rizandî. Wekî HDP, em ê  her dem li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û têkoşîna edalet, wekhevî û demokrasiyê bidomînin û mezintir bikin.

 

Umît Dede

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê

24’ê Gulanê 2021