Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve...

Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratik ve…

Tirkiye ber bi krîzeke herî cidî ya salên dawîn ve diçe. Di dema nexweşiya koronayê de pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî girantir bûn û ji ber polîtîkayên îktîdara Erdogan zextên li ser gel, xizanî û bêkarî zêdetir bû. 

Îktîdar her tim mêtingerî, talan, zordestî û cudakariyê mezintir dike û ev jî dibe sedem ku civak ji hev dûr bikevin. Dewlemendiya civakî berhema keda bi milyonan e û îktîdar dixwaze vê dewlemendiyê ji bo berjewendiyên komeke biçûk ku li dora xanedaniyekê li hev kom bûne bi kar bîne. Dest didin ser nirxên ku bi keda civakê hatiye afirandin û dixwazin em li hemberî wan serî bitewînin. 

Îktîdar ji bo bigihêje armancên xwe astengiya herî mezin hebûna partiya me dibîne û ji ber vê yekê evqas êrîş, vederkirin, reşkirin, cezakirin û hewldanên qirkirina siyasî li hemberî HDP’ê pêk tên. Em serî natewînin. Ger em mil bidin hev û têkoşîneke hevpar bimeşînin dê gelên me pêşeroja xwe diyar bikin û em dibînin ku ev derfet û fersend jî hene û divê em di mijarê de bi biryar bin. 

Beriya her tiştî em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Em zextên li hemberî ziman, çand, bawerî, zayend, tarzê jiyanê, tercîh û lixwekirina kincên xwe qebûl nakin. Bêyî ku em hinekan veder bikin û bên vederkirin; em bi biryar in ku bi awayekî azad fikrên xwe û bi zimanê dayika xwe mafê xwe yê îfadekirinê biparêzin û bijîn. 

Mafê me heye ku em dewletê û civakê rexne bikin û têkildarî çi biguherînin û çawa biguherînin daxuyanî bidin. Dema em mafên xwe bi kar tînin rastî îşkenceyê tên, zext li ser me tên meşandin, rastî heqaretan tên û biçûk tên xistin. Em dixwazin bi qasî domandina jiyaneke birûmet û dema em mirin şîna me were girtin û rêz li hemberî şînên me bê nîşandan. Em ji bo azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin. Em dizanin ku ev tenê daxwazên Partiya Gelan a Demokratîk nîn e û her wiha ev daxwaza bi milyonan e. Ger em îradeyên xwe bikin yek û têkoşîna xwe mezin bikin em ê karibin xwe ji zextên Qesrê rizgar bikin û bi azadiyê ji vê krîzê xilas bibin. 

Sedema krîzê ew e ku berhemên madî û manewî ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin ji bo hewcedariyên civakê nayên xerckirin û her wiha hemû tiştî pêşkeşî komeke biçûk ku çavê wan ji têr nabe, dikin. Hebûnên cemaweriyê ku bi bacên me hatine avakirin di bin navê ‘tedbîrên krîzê’ de pêşkeşî xwedanên sermayeyan dikin û em vê yekê qebûl nakin. Ger pêşî li nelirêtî û îsrafan were girtin û em ji pergala talanê rizgar bibin wê demê dê krîz bi dawî bibe. Ev dê hêviyên gelên me û herêmê mezintir bike û ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak. 

Rejîm hemû pêngavên sazîkirina faşîzmê ji kevneşopiyên zextên dewletê mînak digire û pêk tîne. Bingeha otorîterbûnê ew e ku li gorî mîrateya dewletparêziyê zextê li hemû civakê dike. Li şûna serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan pêk tînin û ji ber rika mayîndebûnê pergaleke wiha bixin meriyetê. 

Armanca polîtîkayên jihevdûrxistina civakê ew e ku daxwazên kesên zext û zordariyan qebûl nakin û her wiha têkoşîna bidestxistina mafên dîrokî yên hatine vederkirin û kesên ku di hemû qadên jiyanê de wekheviyê dixwazin neyên qebûlkirin. Ev hişmendiya nijadperest, zayendparêz û mezhebparêz hewl dide bi rêya siyasetê pirbûnan bike yek, hemwelatiyê bispêre binemaliyê, kesan bi dewletê ve zîmet bikin. 

Bingeha zextên siyasî, berterefkirina TBMM’ê, rêveberiyên herêmî teslîmkirina ‘zilma qeyûm’ û bi vê ferasetê ve armanc dikin ku gav bi gav pergala dîktatoriyê ava bikin. Îktîdar di her firsendê de hemû derdorên muxalîf wek ‘terorîst’ û ‘xayîn’ îlan dike û ji bo bêdengkirina civakê nexweşiya Covid – 19 (korona) îstîsmar dike û ji bo darbe li siyaseta demokratîk bixin tevdigerin. Di van 3 salên dawîn di aşkera hat dîtin ku bingeha krîzên siyasî û neçareseriya pirsgirêkan ‘Pergala Hikûmeta Serokomariyê’ ye. Nav pergal e lê nakokiyên heyî nîşan dide ku ne ‘pergal’ e, rêveberiyeke ucube ye, ji armanc û îdiayan, xeyalên şaristaniyê, ji rêgezên polîtîk û exlaqê dûr ketine û pergla bûye amûrê zordestî û keyfiyetê. 

Partiya Demokratîk a Gelan bang li hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê dike ku em dawî li van pêkanînan bînin, tifaqa demokrasiyê ku ji aliyê gelê me ve ji jêr ve tê avakirin berfirehtir bikin û li ser esasê siyasî jinûve ava bikin. 

Li hemberî vê îktîdarê parastina nirxên azadî, edalet û wekheviyê peywir û berpirsyariya hevyar a hemû hêzên demokrasiyê ye. Partiya Demokratîk a Gelan bi biryar e ku dê xwedî li kevneşopiya demokrasiyê û têkoşîna azadiya civakê derkeve û dê vê boçûnê rawestîne û jiyaneke nû ava bike. Ji bo vê yekê em bang li hemê hêzên demokratîk û muxalefeta civakî û hemû welatiyên ku wekhevî, azadî û edaletê dixwazin dikin ku li ser esasên li jêr hatine destnîşankirin em werin li gel hev: 

1-Bi hev re ji bo maf û hiqûq û edaletê: Mafê lêgerîna azadî, wekhev û darizandina bi adilane ya girêdayî edalet û rêgezên hiqûqî ya gerdûnî,  serdestiya hiqûqî û demokrasî û mafê mirovan a li ser bingeha daraza bêalîgir û serbixwe, 

Ji xeynî azadî û mafên bingehîn ku tê gotin divê îhlalkirina belgeyên mafên mirovan a navnetweyî yên wekî mafê zarokan, mafê jinan, mafê karkeran, mafê penaberan, mafê aştiyê, mafê ekolojiyê û hwd.  bê dawîkirin, divê şerh û îtirazên hene bên rakirin û hemû ev metnan bikeve bin parastina statûya makeqanûne; 

2- Bi hev re ji bo makeqanûneke demokratîk: Ji bo parastin û xurtkirina hevgirtina civakî ya li ser bingeha wekhev û azadiya hemwelatîtiyê; Makeqanûneke demokratîk ku hemû hemwelatiyan di nav xwe de dihewîne, xwe dispêre maf û azadiyan, li hemberî çand, bawerî û neteweyên cuda bi rêzdar divê, 

Dewlet li hemberî hemû baweriyan xwedî heman seknê be û divê azadiya bawerî, ol û mezhebî ya hemwelatiyan bigire bin ewlehiyê;

3- Bi hev re ji bo demokrasiyê: Rêveberiyeke navendî ku hêza hevsengiya wê hatiye çêkirin; Divê înşakirina komereke civakî û demokratîk ku li ser hişmendiya rêveberiya xweser, tevliker û demokratîk a xwe dispêre pergala parlamentoyeke demokratîk, azadîxwaz û piralî; 

4 – Bi hev re çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd: Bi gelê kurd re naskirina maf û hebûna hemû çand û nasnameyên cuda yên hatine tunehesibandin, Nêzîkatiyeke ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de rêyên demokratîk û aştîxwaz esas digire, lihevkirineke civakî ku pirsgirêkan bi rêya diyalog û muzakerayan çareser dike divê; 

5- Bi hev re ji bo rawestandina şer: Polîtîkayeke aştiyane ya derve ya di têkiliyên navneteweyî de aştiyê esas digire, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî ya bi rêya aştî û heqaniyetê di nav dewletan de dîplomasî û muzakeranyan li pêş çavan digire û hemû mudaxeleyên leşkerî, şer û pevçûnan bi dawî dike divê; 

6- Bi hev re ji bo kar û nan: Bi astengkirina fatûreya qeyrana aborî li ser pişta kedkaran, bi polîtîkayên ku li hember bêkarî û xizaniyê bi awayekî bi bandor têbikoşe û tedbîrên civakî pêşbixe, hemû pêdiviyên civakî û aborî yên hemwelatiyan hilde bin ewlehiya cemaweriyê, polîtîkayeke aboriyê ya ku kar, talan û berjewendiyan esas digire na, xweza û mirovan esas digire; 

7- Bi hev re ji bo jinan: Ji bo bi dawîkirina her cure zext û zordarî û cudakariya li hember jinên dema ku ji bo xwe ji çembera bêewle ya civakî, siyasî û aborî rizgar bikin têdikoşin rast tên vesazên qanûnî; tedbîrên ji bo pêkanîna rêgezên wekhevî û azadiya jinan; 

8- Bi hev re ji bo ciwanan: Feraseteke perwerdeyê ya ku pêşiyê li ciwanan veke, ji bo ku ciwan der barê dahata xwe de bi awayekî azad biryar bidin; dîsa feraseteke ku di her astê de xwendevan û malbatên wan kirde dibîne, feraseteke ku lêpirsîn, lêkolîn û lêgerînê esas digire û perwerdeyeke zanistî, azad, afirîner û bi zimanê dayikê diparêze; vesazên kanûnî û îdarî yên ji bo ku ciwan di mijarên perwerde, kar, çand û civakî de bikaribin biryar bidin û bibin xwedî erk; li gor vê ferasetê zaningehên xweser; 

9- Bi hev re ji bo xweza û jiyanê: Ji bo jiyaneke demokratîk-ekolojîk bi dest bixin divê xweza û qadên jiyana biyan ji talana pergala kapîtalîst bên parastin. Avakirina pêşerojeke ekolojîk û demokratîk di bingeha hemû planên civakî û aboriyê de bên bicihkirin û ji bo vê arasteya civakî-polîtîk divê. 

Banga me ji bo her kesî ye…

Piştî ewqas xirabiyên bi serê me hatine, werin em bi hev re dîroka başiyê binivîsin. Ji bo civakeke demokratîk ku em xwe bi xwe birêve bibin, werin em di têkoşîna heq, hiqûq, edalet, demokrasî û azadiyê de bibin yek. 

Avakirina jiyaneke nû pêkan e. Ji nifşên berê heta niha bi xebat û hewldanên xwe, me derfetên mezin ku berhem û milkên me yên hevpar in, ava kirin. Em dikarin pêşî li vê dewlemendiya ku di destê çend heramxweran de dibe çavkaniya xizaniya me, bigirin. Em dikarin tevneke civakî ya ku li ser bingeha kesayetên wekhev û azad û pêkhateyên azad bilind dibe, bi afirînin. 

HDP li dijî êrîşên rejîmê, bi awayeke biryardarî di xeta siyaseta demokratîk de israr kiriye û di vê sekna xwe de bi qasî misqalê şaş nebûye. Di demeke ku pêdiviya gelên me mîna av û nan ji demokrasî, azadî û edaletê re heye de bûye ziman û zanebûna vê rastiyê. Armanca vê seknê ew e ku tifaqa hemû hêzên demokratîk a her ku diçe berfireh dibe, bi nirxên demokratîk û azadîxwaz ve bike yek. Ev sekn di heman demê de zext û zordarî çiqas zêde jî bibin, jênevegera xwe gihandina vê armancê di xwe de dihewîne. 

Gelên me teslîmî zext û zordariya desthilatdariya Qesrê nebûn û bi vê sekna xwe re jî ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bingeheke xurt ava kirin. Partiya Demokratîk a Gelan hemû hêza xwe ji vê sekna xurt a gelan, ji têkoşîn û hêviya wan a pêşeroja digire. Erka siyasetê ew e ku ji bo ev hêvî veguherin rastiyê rê li ber wan veke û ji bo ku meşa azadî, demokrasî, edalet û xweşguzariyê ser bikeve jî jê re xizmet bike. Partiya Demokratîk a Gelan bi israre ku li gel hêzên muxalîf ên civakî û demokratîk, meşa xwe ya ber bi armanca xwe ve bidomîne. 

Bi hev re ji bo demokrasiyê

Bi hev re ji bo edaletê

Bi hev re ji bo aştiyê

Bi hev re ji bo azadiyê

Bi hev re ji bo kar û nan

1 Hezîran 2020