Bi ruhê Newrozê, Dem Dema Serkeftinê ye!

Deklarasyona hevpar a Newroza 2022'yan li Amedê bi beşdariya Partiyên Tifaqa Kurdistanî, KCD, DBP, TJA û partiye me, hat ragihandin.

Bi hatina biharê re gelek gel li erdnîgariyên cuda yên Asyayê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê Newrozê weke roja hebûna dîrokî, olî û çandî pîroz dikin. Pejirandin û pîrozkirina Newrozê ya ji aliyê gelên din ve, bi zêdekirina naverokên cihêreng ên li erdnîgariyên cihê, Newroz bi wate û bedewiyeke cuda di nava xwe de dewlemend kir.

Ji ber ku Newroz mizgîniya biharê ye, li gelek welatan ev roj bi awayên curbecur tê pîrozkirin lê li vê axê veguheriya roja hebûn û berxwedanê.  

Bi kuştina  Dahakê zalim a ji aliyê Kawayê hesinkar ve, Kurdan li her derê agirê serkeftinê pêxistin û vê rojê weke Cejna Newrozê pîroz kirin. Bi vî rengî Newroz; bi koka xwe ya dîrokî ya bi hezar salan ve, di bîra gelê Kurd de, li dijî zilm û zordariyê weke roja îlankirina ku têkoşîn bi serkeftinê bi dawî bû, cihê xwe girt. Navê wê roja ku agirê serhildanê li dijî zilma zaliman hat pêxistin û bi serketinê hat tacîdarkirin Newroz bû.

Kurdan bi ked, bedel, xwîn û rondikên hezar salan Newroz kir roja vejîn û berxwedaniya netewî. “Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel.” Newroz îfadeya hebûna gelê Kurd û vîna jiyana azad û demokratîk e. Îro germî û ronahiya agirê berxwedanê yê ku  Kawayê  Hesinkar pêxistiye, bi destê Kawayên hemdem ber bi gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ve diçe. Ji ber ku serkeftina Kawa ya li dijî zilmê di hişmendiya gelê me de cih girtiye,  Newroz her sal bi biryar û coşeke mezin  weke cejin tê pîrozkirin. Ligel vejîna xwezayê Newroz veguherî qîrîna gelê Kurd a “Azadî nasnameya min e”. Bi vê hişmendiya dîrokî em li ser axa geş a erdnîgariya zincîrkirî ya ku bêhna xwîn û barûtê jê tê, ji Newrozeke nû re dibêjin merheba.

Em Newroza 2022’an di serdemeke ku faşîzm û kolonyalîzm hewl dide me di tarîtiya xwe ya qîr de  bifetisîne de pêşwazî dikin. Li himber vê yêkê em di pêvajoyeke dîrokî de dijîn ku berxwedan jî bi hemû heybeta xwe pêk tê. Zilm û zordarî li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Kapîtalîzm bi hilberandina şerên nû, bi şerên wekaletê yên demdirêj ên li ser Afganîstan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê hewl dide ku ji krîz û kaosa kûr a ku tê jiyîn xelas bibe, têkoşîna hegemonyayê bi şerê rasterast ên aliyên li Ûkraynayê re gihîşt qonaxeke nû. Şer tinekirina gelan e û bi gotina “ji şer re na” em bang li gelan dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletên xwe barîkata aştiyê ava bikin. Çareserî; bidawîkirina bilez a şer e û divê Ukrayna bibe pireke bêalî ya aştiyê di navbera Rojava û Rûsyayê de.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neoosmanîzma li dijî Kurdan konsepta şerê topyekûn didomîne, li Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne. Li ber çavên cîhanê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê  pêk tîne. Ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava, ji bo destkeftiyên ku gelê me bi berdelên mezin bi dest xistine têk bibin, êrîşên hewayî yên li dijî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bênavber berdewam dike. Beriya her tiştî em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrîşan dikin. Mixabin ev êrîş ji perçebûna siyaseta Kurd hêzê digirin. Daxwaza sereke ya gelê me ye ku hemû partî û hêzên Kurdistanî dev ji helwest û siyasetên dûrî hesasiyet û berjewendiyên netewî berdin. Li hemberî êrîşên kolonyal û şovenîst ên li dijî gelê Kurd; bi dirûşmeya “Roj roja yekîtiya neteweyî ye” em bang li Partî û tevgerên xwe dikin ku bi yekîtiya neteweyî destkeftiyan biparêzin. Tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî, birêz Ocalan 24 sal in ku di girtîgeha Îmraliyê de, di nava tecrîd û îşkenceyê de tê girtin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Hemû rehîneyên siyasî, bi taybetî girtiyên nexweş, di zindanên ku ji ber polîtîkayên tecrîdê veguherîbûn malên mirinê, bi mirinê re rû bi rû man. Biryarên Saziyên Tiba Edlî yên ku radigihînin girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, serbestberdana girtiyên siyasî yên ku înfaza wan bi awayekî keyfî tê astengkirin, siyasî û derqanûnî ne. Em bang li hikûmetê dikin ku ji bo hemû girtiyên nexweş û siyasî, di serî de birêz Ocalan di demeke herî kurt de serbest bên berdan, gavan bavêje.

Bi rejîma desteserkirinê ya di bin navê qeyûmê de; polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ziman, nasname û çanda gelê Kurd bi taybetî jî li dijî vîna gelê Kurd didomin. Kurdî, ku yek ji zimanên kevnar ê Rojhilata Navîn e,  ji sed salekê zêdetir e ku bi aşkere hatiye qedexekirin. Qulpa dawî ya vê zîhniyeta înkar û qedexeker hikûmeta AKP'ê ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê li aliyekê zimanê kurdî di kanala fermî ya dewletê de weke amûreke propagandayê ya li dijî gelê kurd û siyaseta wê bikar tîne, li aliyê din jî dersa hilbijartî weke qenciya xwe nîşan dide. Perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza herî mezin a Kurdan e û xeta sor e ku di bin tu şert û mercan de dev jê bernadin! Em doza zimanê Kurdî dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Polîtîkayên şerê taybet ên bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê jî di nav de; Şerê topyekûn ê ku li hundir û derve li dijî destkeftiyên Kurdan pêk tê, bûye sedema krîzeke kûr a aborî û dubendîbûna siyasî ya civakê. Ji bo şer hemû îmkanên welat seferber bûne û barê giran ê vî şerî daniye ser milê gel, jin, kedkar û karkeran û civak mehkûmî birçîbûnê kirin. Ji bo ku îflas û têkçûna xwe veşêre, dixwaze HDP'ê bi dozên komployê bigire û bêbandorkirina siyaseta rêxistinbûyî ya demokratîk a Kurd ji xwe re bike armanç da ku temenê xwe dirêj bike. Lê belê, yên ku li ber xwe didin, weke her car wê encamê diyar bikin. Gelê Kurd û dostên wan ên ku li dijî êrîşên bênavber li ber xwe didin, êrîş pûç kirine û wê bikin.

Ev hemû êrîş jî berpirsyariyên me tînin bîra me. Em çareseriyê di pêşxistin û berdewamkirina gavên ku me ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê avêtine, dibînin. Bi vê gavê re em ê hıim tekoşina azadiya netewiya Kurdistanê bidin ser milê xwe û ji aliyê din ve jî em bawer dikin keda me wê ji bo demokratikbûna Tirkiyê jî çêbibe.

Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’an bi şîara “Êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewziyên nû ye” pêşwazî dikin. Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e. Gelê Kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’an weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bên cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bikin, daxwazên xwe yên azadiyê biqîrînin û dera ku lê ne Newrozê pîroz bikin. Ji bo ruhê berxwedanê yê jinê ku di 8'ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bikin û ber bi serkeftinê ve bibi, em bang li her kesî dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin.

Newroza Azadî û Serkeftina Dîrokî li gelê Kurd, Kurdistaniyan û hemû gelan pîroz be.

Bijî Cejna Vejîn û Berxwedana Gelê Kurd a Newrozê

NEWROZ PÎROZ BE!

 

10 Adar 2022

Xebata Tifaqa Kurdistanî