Bi tecrîdê dixwazin pirsgirêka Kurdan bêçareserî bihêlin

Cîgirê Hevserokê me yê Giştî Tayîp Temel, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî:

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, destnîşan kir ku polîtikaya tecrîda li Îmraliyê, polîtîkaya dagirkirina herêmê ye û wiha got: "Çareserî bi têkoşîna topyekûn pêkan e." 

Berpirsê Komîsyona Propaganda, Weşan û Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê axivî. 

Temel, ewil li ser armanc û polîtîkaya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rawestiya û wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê ku ji sala 1999'an de dest pê kiriye, xwe dispêre komploya navneteweyî. Pergala li Îmraliyê pergalek navneteweyî ye. Hem DYA û hem jî hin hêzên Ewropayê li dijî perspektifên çareseriya demokratîk a Kurdan, şer li salan belav bikin û ev konsept pêş xistin. Li Tirkiyeyê aqilê dewletê li şûna pirsgirêka Kurdan bi rêya demokratîk çareser bike, li şûna Birêz Ocalan muxatab bigire û têkoşîna hebûna Kurdan qebûl bike, komploya ku hêzên navneteweyî daye ber Tirkiyeyê pêk tîne û tecrîdê berdewam dike. Şer, kaos û neçareseriyê li nava salên dirêj belav dike. Em tecrîdê wekî îşkenceyê pênase dikin. Tecridê di nava tecrîdê de pêş dixin û polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka Kurdan dişopînin." 

'TECRÎD DESTPÊKA SIYASETA DAGIRKERIYA HERÊMÊ YE' 

Temel, anî ziman ku tecrîd destpêka polîtîkayên li djiî çareseriya pirsgirêka Kurdan û dagirkerî û metîngeriya herêmê ye û wiha axivî: "Kengî bi Birêz Ocalan re li ser pirsgirêka Kurdan diyalog dest pê dike û bixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin em dibînin ku tecrid sivik dibe. Lê ji ber polîtîkayên înkar, şer û îmhayê didome, tecrîd 22 salin didome. Em fêm dikin ku bi tecrîdê dixwazin pirsgirêka Kurdan bê çaresrî bihêlin. Dixwazin bi tecrîdê polîtîkayên şer bidomînin. Tecrîd destpêka polîtîkayên dagirkirina herêmê ye. Dema çareserî, diyalog û aştî di rojevê de be, tecrîd nayê tercîhkirin." 

'HER KU TECRÎD GIRAN DIBE, NELIRÊTÎ, XIZANÎ, DIJZAGONÎ JÎ ZÊDE DIBE' 

Temel, bal kişand ser encama tecrîdê ya li ser Tirkiyeyê jî û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî di demên dawî de îqtîdara AKP-MHP'ê polîtîkayên şer berdewam dike. Dîsa li derve polîtîkayê dagirkeriyê pêş dixe. Bingeh û çavkaniya vê yekê tecrîd e. Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe, li Tirkiyeyê xizanî, nelirêtî û dijdemokratîkbûn jî pêş dikeve. Ji ber vê yekê hemû pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê girêdayî tecrîrdê ne. Ji ber vê yekê heta tecrîd neyê şikandin, gelek pirsgirêk çareser nabin. Heta polîtîkaşên şer bidomin, siyaseta dijminantiya Kurdan bidome, wê tecrîd jî bidome. Heta polîtîkayên tecrîdê bidomin jî dê îqtîdar hewl bide zextan li ser hêzên muxalif, demokratîk, civaka sivîl zêde bike. Dê bixwaze bi tecrîdê wan bêdeng bike û bitepisîne. Tişta li Tirkiyeyê heye dijminantiya Kurdan e. Pirsgirêka li Kurdistanê ji ber dijminantiya Kurdan nefesa tevahiya civakê çikandiye. Jin, karker, kedkar û ciwanên ku li  Tirkiye bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe ye. Çavkaniya neçareseriyê tecrîd bi xwe ye." 

'TECRÎDKIRINA OCALAN ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E' 

Temel, da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, sedem û çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "Gelek tê tecrîdkirin. Statuya gelekî tê tecrîdkirin. Azadiya gelekî tê tecridkirin. Hebûna gelekî bi polîtîkaya înkarê tê tecridkirin. Rastiya Îmraliyê ev e. Dema me digot tecrîd dê li hemû Tirkiyeyê û li hemû girtîgehan belav bibe nehat famkirin. Lê îro em dibinin ku dixwazin faşîzmê bikin pergal û rêxistinek. Dema faşizmê xwe bi rêxistin kir û kir sazî, Birêz Ocalan tecrîd kirin û tecrîd girantir kirin. Ji ber vê yekê tecrîd pirsgirêka Tirkiye û gelên Tirkiyeyê ye. Bi komployê xwestin pirsgirêka Kurdan bêçareserî bihêlin. Kompoya 15'ê Sibatê li dijî nerîn û perspektifên Birêz Abdullah Ocalan bû. Darbeyek navneteweyî bû. Xwestin di nava Kurd û Tirkan de şerekî dîrokî pêş bixin. Eger Birêz Ocalan neketa nava hewldanan dibû ku ev polîtika bi ser biketiya. 

'AZADIYA KURDISTANÊ AZADIYA GEL E' 

Temel, destnîşan kir ku tu çaran perspektifa azadiya gelê Kurdistanê, demokratîkbûna tirkiyeyê û demokratikkirina dewletê, ji rojeva Ocalan derneket û wiha lê zêde kir: "Çalakiyên greva birçîbûnê yên salên 2012 û 2013'an bi sînor be jî rê li pêş Birêz Ocalan vekir. Bi vekirina pêşiya Ocalan li Tirkiyeyê hewa aqilê demokratik pêş ket. Me di wê pêvajoyê de dît ku faşizm, yekperestî û nijadperesti bi dawî bû. Ji ber vê yekê AKP lawaz bû. Binerin her ku rê li pêş Birêz Ocalan tê vekirin, hişmendiya yekperest û faşizm têk diçe. Sekna Ocalan a li Îmraliyê perspektifa ‘Ez di têkoşîna hebûna Kurdan de ji bo Kurdan li ciheki digerim. Ji bo li Tirkiyeyê komara demokratîk ji nûve zindî bie û rê li pêş burokrasiya faşist bigire xwedî tez û nerîn e. Birêz Ocalan her tim fikra Ji Kurdan re azadî, ji Tirkiyeyê re demokrasî parst. Her tim xwest pirsgirêka gelan a azadiyê çareser bike."  

AKP Û MHP'Ê BI PLANA TÊKÇÛNÊ BIRYARA ÎNKARE STEND 

Temel, anî ziman ku îqtîdara AKP û MHP'ê bi plana têkçûnê biryara bêçareserî û înkarê stend û wiha berdewam kir: "Niha tercîd bi berxwedanê tê şikandin. Ev berxwedan li zindanan mezin bû û belav bû. Em dizanin ku bi berxwedanê pergal nexwaze jî neçar e gavan paşve bavêje. Bi berxwedanê rêya hevdîtinê li pêş Birêz Ocalan hat vekirin. Eger di sala 2012’an de li zindanan berxwedana mezin nebûya, pêvajoya çareseriyê pêş nediket. Wê demêhikûmet û dewletê gav nediavêt. Disa çalakiya greva birçîbûnê ya 2018-2019’an nebûya, bi Brêz Ocalan re hevditin nedihat kirin. Siyaseta înkarê ya dewletê bi berxwedanê tê bidawîkirin. Em dibînin ku her berxwedan pêş dikeve, çareserî jî pêş dikeve." 

ME KOMÎSYONA ŞOPANDINA GREVÊ AVA KIR 

Temel, herî dawî li ser çalakiya greva birçibûnê ya niha li girtîgehan didome jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar mirovan terkî mirinê dike. Em nikarin li dijî vê yekê bêdeng bibin û nikarin temaşe bikin. Me HDP'ê komîsyona şopandina grevê ava kir. Ev komisyon ji plana çalakiyên lezngîn pêk tê. Em çalakiya girtiyan a dorveger û bêdem wekî hişyariyê digirin dest. Eger ev çalakî bibe çalakiya bêdem û bêdorveger, di şertên şewba vîrûsê de dê encamên pir xerab bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê em dixwazin deng û daxwazên girtiyan bê bihîstin. Divê hikûmet û dewlet guh bide daxwazên girtiyan û gavan bavêje. Lê em dibînin hikûmet gavan navêje. Em nikarin li dijî vê helwestê bêdeng bimînin. 

Hevpeyvîn: Ozgur Paksoy - Cahît Ozbek

22 Rêbendan 2021