Bila 3’yê Tebaxê wek roja çalakiya navneteweyî ya li dijî qirkirina jinan û qirkirina nijadî bê ragihandin!

Daxuyaniya Meclisa me ya Jinan:

Îro salvegera 6’emîn a êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê ye. Di vê êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, bi hezaran êzidî hatin qirkirin, 6 hezar jin û zarok hatin dîlgirtin û 400 hezar êzidî jî bi darê zorê hatin koçberkirin. 

Îşkenceyên zayendî li jin û zarokên dîl, hatin kirin; li bazarên koleyan bi pereyan bi darê zorê xwestin dînê wan biguherînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî li dijî jinên êzidî ev rêbaz pêk anî. Ev kiryar, di kesayeta jinên êzidî de berdewama polîtîkaya teslîmgiritin û şikestina vîna jinan e.  

Em dizanin, zîhniyeta ku jinan dixe bazarên koleyan, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve. Her wiha demeke dirêj e li Rojhilata Navîn, çeteyên ji aliyê desthilata Tirkiyeyê ve tên destekkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî vîna jinan dikin. Qetilkirina sekretera giştî ya Paratiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, qetilkirina endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî jî berdewama vê polîtîkayê ye.     

Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de ku di 11-12’ê Adara 2017’an de li Almanyayê pêk hat, hat diyarkirin ku ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, têkoşîneke bibandor a navneteweyî pêwîst e. Di vê çarçoveyê de biryar hat wergirtin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî” bê qebûlkirin. Em dibêjin, divê têkoşîn bê xurtkirin ji bo ku qirkirina zayendî ya li dijî jinan dubare nebe. Em banga xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî” bê ragihandin.

Gelê êzidî yê heta niha 73 caran di qirkirinê de hatine derbaskirin, îro roj li çiyayê Şengalê bi vîna xwe ya hebeş meclisên xwe yên gel û jinan ava kirine. Jinên êzidî, bi rêxistinkirina parastina xwe, ji bo tevahiya gel û jinên dinyayê yên bindest ku di bin metirsiya qirkirin û êrîşan de ne, bûn mînak û hêvî. Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkeyên li wan hatin kirin li ser piyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye jî.      

Meclisa Jinan a HDP’ê; di kesayeta jinên êzidî de, wê li hemberî êrîş û sûcên şer ên li dijî vîn û têkoşîna hemû jinên cîhanê tên kirin, dengê xwe bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne.

Meclisa Jinan a HDP’ê      

3’yê Tebaxa 2020’an