Birayê me, hevalê me Essa Mousa wefat kir

Me agahiya wefata Essa Mousayê ku li Komara Afrîkaya Başûr di têkoşîna li dijî nijadperestî û mêtingeriyê de cih girtiye û parêzeriya Serok Nelson Mandela kiriye bi dilekî xemgîn wergirt.

Mousa, têkoşîna xwe ne tenê ji bo piştevaniya têkoşîna gelê xwe ya azadî, yeksanî û edaletê dimeşand. Mousayê ku mînakeke pir xweşik a piştevaniya navnetewî pêşkêşî cîhanê kir, di heman demê de hevalekî qenc ê gelê Kurd û hêzên demokratîk û aşitîxwaz ê Tirkiyeyê bû.

Mousa endamekî herî girîng ê delegasyonên aşitiyê yên navneteweyî bû û tecrûbeyên pêkanîna aşitî û yeksaniyê; amadekirina hevpeymaneke civakî, yanî qanûnên demokratîk û wekhevîxwaz bi me re parve kir.

Mousa her tim wek bira û hevalekî me yê girîng û qenc dê di hişûbîra me de be.

Em sersaxiyê ji malbat û hevalên Mousa, gelê Komara Afrîkaya Başûr û gelên Tirkiyeyê re dixwazin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

26 Sibat 2017