Buldan: Em ji hemû fedakariyan re amade ne

Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, ji Rûdawê re axivî:

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku armanca sereke ya êrişan ser partiyan wan “rasterast tunekirina nasname û têkoşîna gelê Kurd e. Bingeha êrişan xwe dispêre neyartiya gelê Kurd.”

Pervîn Buldan amaje bi wê yekê kir bingeha êrişan xwe dispêre neyartiya gelê Kurd û got: “Ji bo wê jî ez dikarim bibêjim ku ev êriş berdewama fişarên dîrokî ye. Ev yek di reftarên wan de eşkera dibin.”

Buldan dibêje: “Em çendî bihêz dibin desthilat ew çend êrişî me dike, dîsa ewçendî êriş dikin em jî ewçend bihêz dibin. Em baş dizanin ku ku tu hêzek nikare têkoşîna azadiyê ya gelekî bifetisîne an têk bibe.

Hevseroka Giştî ya HDPê tekez kir ku Îro pêdiviya gelê Kurd zêdetir bi wê tifaqê heye û got: “Dema ku mijar dibe neyartiya Kurd di navbera partiyên serdestan de tu cudahî namînin û hemû dibin yek. Em jî dibêjin, hemû partiyên serdestan dibin yek, lê gelo çima partî û aliyên Kurd çima ji bo mafên xwe û azadiya xwe nebin yek. Em çima nikaribin ji bo gelê xwe fedakariyê bikin? Em wek HDP ji bo vê yekê ji hemû fedakariyan re amade ne.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di hevpeyvîneke taybet bersiva pirsên Rûdawê da.

Wek hûn dizanin fişarên Dewleta Tirkiyê li ser partiya we roj bi roj zêde dibin. Bi nerîna we dê ew fişar heya kengî berdewam bikin?

Ev êriş îro tenê li hemberî me an jî partiya me nayên kirin. Rast e îro armanca sereke ya wan êrişan partiya me, parlementer û siyasetmaderên me, hevalên me û bi giştî tevgera me ye. Lêbelê ev êriş ji kesayetiya me zêdetir li hemberî nirxên ku em temsîl dikin tên lidarxistin. Armanca van êrişan rasterast tunekirina nasname û têkoşîna gelê Kurd e. Bingeha êrişan xwe dispêre neyartiya gelê Kurd. Ji bo wê jî ez dikarim bibêjim ku ev êriş berdewama fişarên dîrokî ne. Ev yek di reftarên wan de aşkera dibin. Dema ku bi destê qeyûman şarederiyên me hatin desteserkirin, ewil êrişî zimanê Kurdî kirin. Tabelayên Kurdî daxistin. Ji Ehmedê Xanî ta Meleyê Cizîrî çendîn nirxên gelê Kurd hebûn, bi êrişên wan re rûbirû man. Yanî ji ber ku îro li Tirkiyeyê partiya herî mezin a ku maf û azadiyên gelê Kurd diparêze HDP ye, her ji ber vê egerê rastî êrişan tê. An jî ji ber ku gelê Kurd di bin banê HDPê de bi pêşengiya wê bi rêgehên siyaseta demokratîk têkoşîna maf û azadiyên xwe dimeşîne lewma HDP rastî êrişan tê. Helbet ev êriş bi me dest pê nekirin û heta gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe jî dê ev êriş bi şêweyên curbicur berdewam bikin. Duh HDP tunebû lê partiyên Kurd her tim rastî êrişan hatin, siyasetmedarên me li kolanan hatin qetilkirin, 17 hezar kes bi rêbazên hovane, di bûyerên kiryarên wan nediyar – bi ya me diyar e – hatin kuştin. Îro jî eger ku di şûna HDPê de partiyeke din ev pêşengî bikira, rola xwe bilîsta dê dîsa bi heman rengî rastî van êrişan bihata. Gelek nimûne hene ku vê rastiyê piştrast dikin. Di dema referandûma serxwebûnê ya Başûr an jî mijara Kirkûkê de rayedarên dewleta Tirkiyeyê gef li gelê Başûr xwar. Li Rojava HDP tune ye lê Tirkiye êrişê wir jî dike. Em êrişên li hemberî partiya xwe di vê çerçoveyê de dinirxînin.

Ya duyemîn jî HDP li Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, bi pêkhateyên civakê yên bindest re dimeşîne. Gelek aliyên civakê yên tên serkutkirin, di HDPê de tên temsîlkirin. Em mafê hemû pêkhateyên civakê diparêzin, ji ber ku kêşeya Kurdî îro bi şêweyên curbicur aşkera dibe. Em maf û nasname û daxwazên, jinan û civanan pêkhateyên dînî û baweriyan diparêzin. Yanî çiqas beşên civakê ku ji aliyê pergalê ve wekî neyar hatine binavkirin di bin banê HDP’ê de kom bûne. Em dizanin ku ji ber vê karekterê HDPê îro êrişî partiya me dikin. Ji bo wê jî, di doznameya bo girtina HDPê de ev yek gelek aşkera anîne ziman. Dibêjin ger ku HDP bibe partiyek “maqul û maqbûl” dê ji aliyê pergalê ve bê qebûlkirin an jî bê pejirandin. Helbet êriş zêde ne, lê em ji bo selahiyet û berjewendiyên gelê xwe têdikoşin û em ê vê têkoşînê bi bawerî bidomînin. 

Belê îro êrişên li dijî me zêde bûne, desthilatdariya AKPê bi hemû delîveyên dewletê, êrişî me dike. Têkoşîna me ya domdar, desthilatiyê naçar dike. Em çendî bihêz dibin desthilat ewçend êrişî me dike, dîsa ew çendî êriş dikin em em jî ewçend bihêz dibin. Em baş dizanin ku ku tu hêzek nikare têkoşîna azadiyê ya gelekî bifetisîne an têk bibe.

Dîroka partiyên Kurdî li Tirkiyê nîşan dide ku dema partiyek Kurdî tê girtin yeka din bi bihêzî vedibe. Gelo amadekariyên we ji bo egera girtina partiya we hene?

Wekî ku min anî ziman em bi gelek serencamên sext û dijwar re derbas bûne, lewre em tecrûbeyeke me ya mezin heye li hemberî van êrişan. Mîraseke me ya berxwedanê ya dîrokî û bihêz heye. Gelê Kurd tu car neçar û bê alternatîf nema û namîne. Di vir de tiştê giring ew e ku gelo ev têkoşîn dê bi kîjan rê û rêbazan bê meşandin. Armanca me ji destpêkê ta niha her ew bû ku gelo em ê çawa têkoşîna xwe bihêztir bikin. Ji bo wê jî ez dikarim bibêjim ku serboriya me ya ta niha, di gelek waran de em bihêz kirine. Hem partiya me hem jî gelê Kurd bes îro bi geşedanên wiha re rûbirû nîne. Gelê me van proseyan baş dizane û hişyar e. Ji bo wê ez dikarim bibêjim; Ya yekemîn li dijî daxwaza girtina HDPê em ê têkoşîna yasayî û siyasî bilind bikin. Amadekariyên me yên sereke ew e ku em HDPê biparêzin. Lê partiyên siyasî tenê rê û rêbaz, an amûr in ji bo têkoşîna siyasî. Tiştê esas berdewamkirina vê têkoşînê ye. HDP nebe dê gelê Kurd bi partiyeke din meşa xwe ya azadiyê hîn bihêztir bidomîne. Li gorî rewş û encaman, xebat û amedakariyên me yên alternatif jî hene.

Yekîtiya partiyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê niha çawa ye? Koalîsyona we û partiyên din yên Kurdî çi encamên baş bo we çêkirine?

Belê ev demeke dirêj e hewldana ji bo avakirina yekrêziya partiyên Kurdî didome li Bakur. Helbet gelek cudahiyên aliyên Kurdan hene ji ber egerên dîrokî û polîtîk. Lê tiştê esas îro ew e ku em ligel wan cudahiyên xwe, bikaribin helwestên yekpare nîşan bidin li hemberî desthilatdaran. Îro di avakirina vê helwestê de heta dereceyekê me encam jî girtiye. Ji ber vê yekê em meseleya yekîtî û yekrêziya partiyên Kurdî ne wek babeteke demborî an zemane dibînin. Ji bo me ev mijar mijareke stratejîk e û gelek giring e. Hemû pêwendîdanîn, nêzikatî û bergeha me li ser vî esasî hatiye avakirin. Ji bo me ev têkîlî û tifaq nikare bibe qurbaniyê gutûgoyên siyaseta rojane. Ev mijar mijara avakirina dahatûyê ye. Dibe ku cudahiyên me yên siyasî û bîrdozî hebin lê ev tiştekî derasayî nîne. Em dizanin ku civaka Kurd civakeke pirreng-pirdeng û ev heta dereceyekê jî ji bo Kurdan dewlemendiyek e. Dema ku mijar dibe neyartiya Kurd di navbera partiyên serdestan de tu cudahî namînin û hemû dibin yek. Heta di navbera dewletên serdest de jî ti cûdahî namîne, li hemberî gelê Kurd dibin yek. Em jî dibêjin, hemû partiyên serdestan dibin yek, lê gelo çima partî û aliyên Kurd çima ji bo mafên xwe û azadiya xwe nebin yek. Em çima nikaribin ji bo gelê xwe fedakariyê bikin? Em wek HDP ji bo vê yekê ji hemû fedakariyan re amade ne. Ji bo ku bila têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin be û gelê me bi ser bikeve. Di vê çarçoveyê de em ji hewldana bo avakirina yekrêziyê di nav partiyên Kurdî de razî ne û bi tifaqa Kurdistanî serbilind in. Em hemû aktorên vê tifaqê bi rêzdarî silav dikin. Bi rastî jî di demeke wiha dîrokî de rol û peywireke giring dilîzin. Lê lazim e vê yekrêzî û yekîtiyê berfirehtir û mezintir bikin, mayînde bikin û li hemû parçeyên Kurdistanê belav bikin ji bo parastina berjewendiyan û bidestxistina maf û azadiyan. Îro pêdiviya gelê Kurd zêdetir bi wê tifaqê heye. Di navbera gelê me de tu cudahî nîne, hest û baweriyeke yekpare heye, lê cudahî di nava hizb û siyasetan de heye. Şert û mercên dîrokî, îro vê yekîtiyê zêdetir li ser hizb û aliyên Kurdan ferz dike. Em amade ne ji bo mezinkirin, berfirehkirin û bipêşxistina vê yekîtî û yekrêziyê.

Rola MHPê li fişarên ser we çi ye?

MHP di dîroka Tirkiyeyê de yek ji partiyeke damezirîner e ku hişmendiya dewletê ya qedîm temsîl dike. Ji bo wê jî fikr û feraset, bîr û boçûna MHPê, di pergala dewleta Tirk de gelek girîng e. MHP ne tenê dijminê Kurdên Bakur, her wekî din, dijminê hemû Kurdan e li ser rûyê zemîn. Îro ew hişmendiya MHP’ê, di gelek sazî û dezgehên dewletê de rûniştiye. Nemaze di 6 salên dawî de, ez dikarim bibêjim ku MHP cardin vegerî ser rol û mîsyon û peywira xwe ya damezirîner. Ji bo wê jî di rewşa îro de tu cudahiyek di navbera MHP û AKPê de nemaye.  AKP bûye MHP, MHP jî bûye AKP. Îro temamî siyaseta navxweyî û ya derveyî li ser vê rastiyê tê meşandin. Ji Başûr heta Rojava, ji Lîbya heta Qerebax û Azerbeycanê, ev rastî bi awayekî aşkera derketiye meydanê. Li gorî sonda neteweyî ku hemû parçeyên Kurdistanê jî şimûl dike, siyaseteke dagikerane tê meşandin.

MHPê îro herî zêde tesîr li siyaseta Erdogan kiriye. Ew siyaset jî li ser dijayetiya destkeftiyên gelê Kurd hatiye avakirin. Di vir de ez dikarim bibêjim ku piştî sala 2015an ku AKPê ligel MHPê û Serokê wê Bahçelî tifaqek ava kir, AKP veguherî û bû wek MHP, ne ku MHP veguherî û hate ser xeta siyasî ya Erdogan û AKPê. Heta ku ev rastî neye fêmkirin, em nikarin rola MHPê ya di fişarên li ser HDPê de bibîne. Di vê tifaqê de feraseta serdest feraseta MHPê ye. AKP berê jî wisa ne dostê Kurdan bû lê hin reftar û taybetmendiyek wê ya lîberal jî hebûn. Ji sala 2015an vir ve AKP bi taybetî jî Erdogan ji bo ku desthilatdariya xwe mayînde bike kete bin tesîra Bahçelî. Ne diyar e ka îro Serokkomar Erdogan e an Bahçelî ye? Lê di vir de dixwazim mijareke ron bikim ku ew jî ev e û divê baş bê fêmkirin. Îro sedema êrişên Erdogan a li ser partiya me, tenê ji egera MHPê nîne. Hişmendiya Erdogan û a Bahçelî nêzikî hev bûye û lewma êriş li partiya me tên kirin. Yanî tenê ne ji ber siyaseta MHPê ye ev êrişan. AKP, partiyeke pragmatîst e, bi salan ligel gelek aliyan hevkarî kir, ligel cimaetê gelek karên qirêj jî kir. Em van hemûyan dizanin. Lê ez dîsa jî bibêjim ku AKP di van reftaran de sûcdar e, nikare van binpêkariyan, vê zilmê bes biavêje stûyê MHPê. 

Hûn hilbijartinên pêşwext dixwazin? Kengî baş e?

Îro bi rastî rewşeke gelek xerab heye li Tirkiyê. Gelek qeyranên mezin li Tirkiyê rû didin. Ji ber ku AKP 20 sal in rêveberiyê dike, lewma jî berpirsê sereke yê van qeyranan AKP bi xwe ye. Ji ber wê jî em dibînin îro li Tirkiyê AKP her ku diçe dihele an têk diçe. AKP-MHP bi vê êrişkariya xwe dixwaze ku rê li ber vê têkçûnê bigire. Bi berberî, şer û pevçûn û êrişan dixwaze vê proseya têkçûnê tecîl bike. Lê li gorî egerên siyaseta Tirkiyeyê ev yek êdî ne mimkûn e. Ev ji bo Erdogan êdî xeyaleke xav e. AKP ketiye proseyeke têkçûnê û êdî nikare ji vê yekê rizgar bibe. Ne bi piştgiriya gel lê bi dijayetiya derbeyan dixwazin li ser piyan bimînin. Ji bo wê jî AKP niha hilbijartinên pêşwext naxwaze. Çunke, dizane ku dê di hilbijartinan de têk biçe. Îro ne tenê em hemû civak hilbijartinên pêşwext dixwaze ji bo ku hesaba van sûcan di sandoqê de ji AKPê bipirse. AKP’ê di hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adara 2019’an de ev fragman dît. Sandoq û HDP ji bo desthilatiyê bûye tirs û xofa herî mezin. Ji ber ku em bi îradeya gel hene û li ser piyan e, lewma em her dixwazin ku berê xwe bidin gelê xwe. Di warê hilbijartinan de tu metirsiya me nîne, partiya me her ku diçe bihêztir dibe û temsîliyeteke berfireh bi dest dixe. Em bi xwe bawer in, heya niha me hemû hevsengên siyasî yên Tirkiyê guhertin ku îro hilbijartinek bê kirin dîsa em ê hevsengên siyaseta Tirkiyê biguherînin û mohra xwe li encaman bixin. Lewma em dixwazin demekez zûtir hilbijartin bên kirin. Ji ber ku êdî tu rewatiya vê desthilatiyê nemaye. 

Peywendiyên HDPê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re niha çawa ne, bi taybet gel KDP?

Tekiliyê me bi reveberiya Herêma Kurdistanê re hene. Lewma em dixwazin ku ev peywendî bi pêş bikevin. Em dixwazin ku em hemû kêşeyên di navbera xwe de û cudahiyên di navbera civaka Kurd de bi riya danûstandin û gotûbêjan çareser bikin. Ji bo pêkanîna vê yekê, em ji alî û partî û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê bi hêvî ne. Nemaze em dixwazin ku ew rola xwe bilîzin, ji bo pêkanîna aştiyê û zêdetir ji bo mafên gelê Kurd û azadiyâ gelê Kurd hewl bidin. Em îro dibînin ku gelê Kurd êdî dixwaze ku siyaseta Kurdî danûstandin û gotûbêjan di navbera xwe de bihêx bike. Gelê Kurd naxwaze ku destkeftiyên xwe ji dest bide û di vê sedsalê de jî têk biçe û bindest bibe. Em her dixwazin ku di vê çarçoveyê de têkiliyên xwe bi hemû aliyên Kurd, KDP jî di nav de bi pêş bixin. Lê mixabin em dibînin ku ev daxwaza me bi heman rengî encam nade. Bo nimûne di van demên dawî de, li Herêma Kurdistanê zext û fişar li ser endamên me çêdibin. Gelek neheqî tên kirin. Ev rêbazên ne rast in û divê ev peywendî neye berdewamkirin. Hefteyên borî me parlementerekî xwe peywirdar kir bo zanyariyên derbarê vê mijarê de, lê mixabin ev agahî rast in û ev di demeke wiha dîrokî de ji bo peywendiyên nav Kurdan de jî ne rast e. 

Peywendiya we bi Îdare ya nû ya Amerîkayê çawa ye? Di çi astê de ye?

Peywendiyên me yên navneteweyî ne xirab in. Lê têkiliyên dîplomatîk li gor berjewendiyan têne dirustkirin. Daxwaza me ji hemû aktorên navneteweyî ew e ku di mijara pirsa Kurdî de, di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de nebin parçeyek arîşe, berberî, şer û xirabiyê. Mixabin di rewşa kambax ya gelê Kurd de rolekî neyenî ya van aktorên navneteweyî heye. Lewma bendewariyeke me ya mezin ji van hêzan tune ye. Siyaset bi hêzê tê kirin ger ku gelê Kurd xwe birêxistin bike, yekrêzî û yekîtiya xwe ava bike dê bikaribe bibe hevkarên aktorên navneteweyî. Lê kes ji ber çav û bijangên reş piştgiriyê nade gelê Kurd. Di çareserkirina kêşeyên herêmê de, helbet rola hêzên navneteweyî nemaze jî ya Amerîkayê gelek giring e, lê divê em birînên xwe bi xwe derman bikin. Bi nêrîna me, em di nav xwe de çendîn bihêz bin, peywendiyên me yên ligel hêzên navdewletî û nemaze Amerîka jî dê ewçend bihêz bibin. 

12 Nîsan 2021