Buldan: Jin dê hêza xwe ya rêxistinbûnê mezin bikin

Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan derbarê geşedanên siyasî yên sala 2020'an de ji Jinnewsê re axivî:

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişand ser geşedanên siyasî ya sala 2020'an û got: "Sala 2020'an ji bo kurdan, ji bo HDP'ê û ji bo muxalefeta Tirkiyeyê saleke dijwar bû. Lê Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê li dijî kiryarên îqtîdarê daketin qadan û pêşengtî kirin. Divê em jin hêza xwe ya rêxistinbûnê biparêzin û mezin bikin." 

Di sala 2020’an de mijarên wekî vîrûsa koronayê (Covîd-19), bandora wê ya li ser civakê, aloziya di nava pergala perwerdehiyê, kêmasiyên qada tenduristiyê, têkçûna aboriyê, betalî, xizanî, kuştina jinan, xitimandina qada siyasetê û bêadaletiya darazê bêtir bûn rojev. Her wiha li dijî wan jî daketina gel a qadan jî girîng bû. Derbarê geşedanên siyasî de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji ajansa me re axivî. 

* Sala 2020'an bi pandemiyê re derbas bû û saleke dijwar bû, ji bo HDP'ê saleke çawa bû? 

Sala 2020'an ji bo kurdan, ji bo HDP'ê, muxalefeta Tirkiyeyê û bi giştî ji bo gelên cîhanê saleke dijwar bû. Niha her kes li benda sala 2021’an e. Her kes dixwaze ji sala 2020’an rizgar bibe. Ji ber ku di serî de pandemî, qeyrana siyasî û aborî, pêvçûn, şer û binpêkirina mafan di asta herî jor de bû îsal. Kesên ku li derve dixwestin bertekên xwe bînin ziman karker, jin û kedkar bi êrişan re rûbirûman. Ji bo HDP'ê jî saleke dijwar bû, binçavkirin, girtin, êriş hebûn. Parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogulları hat betalkirin. Bi rastî ji bo civaka Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê saleke zor û zehmet bû."

* Di sala 2020'an de bûyera ku di hişê we de mayî hene gelo?  

Di adara 2020'an di pandemiyê de derketina derve hat qedexekirin û pêvajoya mayîna li malê dest pê kir. Ji ber vê sedemê gel nekarî biçe ser karê xwe û bi wê re qeyrana aboriyê bêtir rû da. HDP di vê pêvajoyê de ji bo gel çi ji destê wî hat kir. Bi kampanyaya 'Malbatên xwişk û biratiyê' me xwest em alîkariyê bidin gelê xwe. Di vê demê de şaredariyên me gelek kar û xebat meşandin, lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin, şaredarî hatin xespkirin û hevşaredar hatin girtin kar û xebatên ku ji bo gel dihat kirin hatin astengkirin. Îqtîdar pandemiyê kir firsend û qeyûm tayînî şaredariyên me kir. Di sala 2020’an de tişta ku ez bêjim di hişê min de mayî nîne û tişta ku ez derxim pêş nîne. Ji ber ku em bi gelek tiştan re rûbirû man. Pandemî, pirsgirêkên gel yên aborî, siyasî, bêkarî, xizanî û tenduristî... AKP pandemî wekî firsendek bi kar anî. 

Bi taybetî îqtîdar bûyerên 6 û 8'ê cotmehê kir hincet û li hemberî endamên me yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên berê binçav kir. Di nav de siyasetmedar, parlamenter û hevşaredarên berê hebûn. Hefteyek di binçavan de man û ji bilî 2 kesan hemû hatin girtin. Divê ev tişt neyên jibîrkirin. Lê me li vir piştevaniyeke xurt dît û gelek nûrenên saziyên sivîl û partiyên siyasî hatin serdana me. Me dît ku em ne bi tenê ne. 

* Di sala 2020’an de bêtir kijan daxwaz li pêş bûn?

Bi rastî di pêvajoya zext û zordariyê de gelek derdorên ku nedixwestin bikevin nava tifaqa demokrasiyê hatin li cem me û peyamên piştevaniyê dan. Ev tişt ji bo me pêşketineke girîng e. Niha Tirkiye bi qeyrana tenduristî û aboriyê re rûbirû ye. Lê AKP her tim qeyranan ji bo xwe dike firsend û tenê berjewendiyên xwe difikire, ev tişt bi zelalî derket holê. Me dît ku li cîhanê dewletên ku civaka xwe esas digirin li hemberî welatiyên xwe bangewaziyên 'li malê bimînin' dikir jî pêşeroja welatiyên xwe difikirîn. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wisa nebû û jiyana mirovan xistin xetereyê. Bi zorî mirov şandin kar, fabrîqe xebitin, karker xebitin û kedkar xebitin. Lê tenê kesên dewlemend li malê rûniştin. AKP'ê tenê parastina alîgirên xwe kir. 

Her wiha hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine tên weşartin. Rojê 250 û 300 kes jiyana xwe ji dest didin. Testa 4 û 5 hezar kesan pozîtîf derdikeve. Ev tişt nîşan dide ku hikûmet ji serî heta binî rêbazeke şaş li hemberî pandemiyê dimeşîne. Civak vê dizanin. Piştî pêvajo qetiya em bi gelê xwe re civiyan û gel ji me re digot 'AKP nikare welat bi rê ve be bibe' 

*HDP li qadan "Bloka Antî Faşîst", “Makeqanûna Demokratîk" û “Têkoşîna bi hev re" anî ziman, lê her tim hedef hat nîşandan. Ligel hedef nîşandanê muxalefeta we çi derxist holê? 

Daxwaza Makeqanûna Demokratîk ji bo civaka Tirkiyeyê rojeke girîng e û ev tişt ji bo Tirkiyeyê hewce ye. Ji ber ku welat bi makeqanûna darbeyê tê birêvebirin. Ev makeqanûn ne li gorî daxwazên gel e û bi taybetî ji bo kurdan. Makeqanûna ku gelan naparêze, guh nade baweriyên cuda, çand û zimanê din nas nake li Tirkiyeyê heye. Gelek nîqaş li ser vê hat kirin û HDP'ê her tim ev tiştî anî ziman. Lê em ê di gotinên xwe de her tim bi israr bin. Heke pêvajoya sererastkirina makeqanûnê bê destpêkirin divê HDP di nav de cih bigire û ne tenê HDP, hiqûqnas, saziyên jinan, ciwan di vê de divê cih bigirin. 

Her roja ku derbas dibe kuştin, taciz û tecawiza li hemberî jinê zêde dibe. Ev mijar di rojeva civaka Tirkiyeyê de ne. Girtina siyasetmedaran di rojeva civaka Tirkiyeyê de ne. Tecrîd dîsa di rojeva civakê de ye, Bi taybetî jî tecrîd tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Ne tenê li Îmraliyê li hemberî Birêz Ocalan, belê li hemberî şexsê birêz Ocalan de tê meşandin lê li hemû girtîgehan tecrît heye. Lewma dema mirov qala binpêkirina mafên girtiyan dike divê mirov di serî de behsa tecrîdê bike. Mirov behsa, rewşa jinên girtî bike, binpêkirina mafên wan bike. 

Me di 15'ê Hezîranê de ji Edirneyê û Colemêrgê meşek ber bi Enqereyê ve organîze kir, ev meşeke ne wisa ji rêzê bû. Di meşê de em çûn serdana esnaf, kedkar, karker, nûnerên saziyên sivîl. Li vir di hevdîtinan de ji me re gotin "AKP bi zanetî civakê li malê dihêle û di vê rewşê de derketina kolanan a HDP'ê girîng e û ji bo me bû bêhnek" Em bi hewldana xwe dixwazin bibin dengê civaka Tirkiyeyê. Em dixwazin hêviyên wan pêk bînin. 

* Bi dawibûna sala 2020'an niha derbarê girtina HDP'ê de nîqaş tên kirin û ji hêla Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve tê rojevê û piştre jî Semih Yalçin bangewaziya komkujiyê kir. Hûn wan nîqaşan çawa dinirxînin? 

HDP ji dîwaran pêk nayê, dema deriyê wê bê kilîdkirin xebat naqede. Dema ku derî hat kilîdkirin em naçin malên xwe. Kevneşopiyeke me heye û gelek partiyên me hatin girtin. HEP, DEP, HADEP û DEHAP mînakên girîng in. Heke li hemberî HDP’ê hiqûqa rast derbas bibe nayê girtin. Nîqaşên girtina HDP'ê tê wateya pevçûna di navbera MHP û AKP'ê de. MHP peyamên xwe li ser HDP'ê dide AKP’ê. Ev tişt nîşanî me dide ku tifaqa Cumhur d, demeke nêz de dê têk biçe. Lewra di nav xwe de HDP'ê dikin hincet û HDP'ê hedef nîşan didin. Ji bo me ev gotinên wan ne ew qas girîng in. Em wan muxatab nagirin. Ji ber ku bendevariya gelê me heye em birsiv didin wan nîqaşan. 6 milyon hilbijêrên HDP'ê hene û dema mirov malbatên wan jî bihêjmerê hejmar derdikeve 20 mîlyonî. Her wiha gotina Semîh Yalçin sûc e û derbarê wî de me pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin. Gotinên wî ne ew qas hêsan in û qala qirkirin û qetilkirina kurdan dike. 

* Bi taybetî bi rewşa awarte re zext û zordarî derket asta herî jor. Ji helîkopteran mirov hatin avêtin, bi kûçikan îşkence hatin kirin û goristan hatin texrîbkirin. Hûn asta şîdet û îşkenceyê çawa şîrove dikin? 

Ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd ev şîdet û îşkence zêde dibin. Kurdan di vê demê de hem di hêla siyaset û têkoşînê de helwesteke zelal nîşan dan û bi biryar bûn. Ew qas êriş pêk hatin lê gelê me me tenê nehişt. AKP li dijî wê yekê mînakên salên 80 û 90'an zindî dike. Di salên 80 û 90'an de mirov bê sûc dihatin girtin û bi îşkenceyê re rûbirû diman. Li kolanan mirov dihatin kuştin. Tiştên ku hatîn jiyin tu carî ji bîra kesî naçin. Şewitandina gundan, kiryarên ne diyar, sirgûn, îşkence û înfaz... AKP ji xwe re wan salan referans digire û bi heman rêbazê nêzî kurdan dibe. 

Bi taybetî bûyera ku li Wanê derket holê. AKP ne got me nekiriye. Suleyman Soylu di hevdîtinên bûdçeyê de bi vekirî behsa kiryarên xwe yên Wanê kir. 2 kes ji helîkopterê hatin avêtin û kesek jiyana xwe ji dest da û ev bûyer di dîroka Tirkiyeyê de wek bûyera dijwar hat nivîsin. Îqtîdar heman rêbazên salên 80 û 90'an bi kar tîne. HDP û kurdan her tim ji bo çareseriyê rê û rêbaz pêşniyaz kir. Ji bo çareseriyê bi sedan pêşniyaz hatin kirin. Rastiyek heye, heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê bûyerên bi vî rengî her tim pêk bên. Rê û rêbaz diyar in û bi diyalogê pirsgirêk tên çareserkirin. 

* Îsal HDP bêtir li ser "Rêya 3'yem a siyasetê" rawestiya, ev siyaset dê çawa pratîze bibe? Hevdîtinên budçeyê hûn çawa dinirxînin? 

Bi pandemiyê re me dest bi "Rêya 3'yemîn" kir û me xurtkirina rêxistinbûnê li pêş xist. Heke rêxistinek qels be nikare bi ser keve. Me girîngî da perwerdê û rêxistinbûnê. Li navçe û bajaran kongreyên me hatin destpêkirin. Ligel wê jî divê tifaqa demokrasiyê jî bê xurtkirin. Pratîzekirina "Rêya 3'yem ne tenê ji bo HDP'ê û kurdan ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e. Tifaqa Demokrasiyê wekî pengavek neyê dîtin û ne tenê ji bo hilbijartinan ji bo her demê bi hewce ye.

Di hevdîtinên budçeyê de hevalên me nêrînên xwe yên derbarê kuştin, îşkence, bêhiqûqî û binpêkirina mafan yek bi yek anîn ziman. HDP bi nîqaş û nêrînên xwe mohra xwe li hevdîtinên budçeyê da û ev tişt bandor li ser gelên Tirkiyeyê kir. Ji qada perwerdê heta qada tenduristiyê parlamenterên me nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Li vir AKP û MHP'ê dît ku em tu carî serî natewînin. Divê mirov vê tiştî bibîne tu demê ew qas asta nîqaşên meclîsê neketibû. Me li vir berdevkiya gelê xwe kir. HDP partiyekî muxalîf a herî xurt e. 

* Li dijî kuştin, şîdet, taciz û tecawizê jinan li qadan helwesta xwe nîşan dan. Hûn bandora muxalefeta jinan a li hemberî siyasetê çawa şîrove dikin? 

Bandora tevgerên jinan û têkoşîna jinan a li ser siyasetê gelek zêde ye. Bi saya têkoşîna jinan taciz, tecawiz, kuştina jinan li qadan dibe mijara sereke û di siyasetê de tê nîqaşkirin. Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê pêşengtiya wê yekê dikin. Bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de mijara aşî, çalakiyên li kolanan û têkoşîna jinan li pêş bû. Bi taybetî di 25'ê Mijdarê de jin li dijî şîdeta li hemberî jinan daketin qadan. Dev ji gotinên xwe bernedan û têkoşîna xwe mezin kirin. 

Niha li pêşiya me 8'ê Adarê heye û partiya me dest bi amadekariyên pîrozbahiyan kir. Meclîsa Jinan a partiya me plansaziya xwe ya pîrozbahiyan çêkir. Niha dema qala Meclîsa Jinan HDP'ê tê kirin li gelek deveran xebatên wan tên astengkirin. Her wiha di her helê de meclîsa jinan bi tundî û zextan re rûbirû dimîne. Lê HDP'ê bi her awayî her tim bû dengê jinan û kuştin, taciz û tecawizê anî ziman. Em mijara jinê ji siyasetê wêdetir dibînin û dinirxînin. Ji bo mezinkirina rêxistinbûna jinê û pêşxistina wekheviyê HDP pêşengtiyê dike. Divê bê zanîn çi ji destê me bê em ê bikin û em ê têkoşînê mezin bikin. 

* Di sala 2020’an de nîqaşên hilbijartinê her tim hatin kirin, divê ev mijar çawa bê dest girtin? 

Belê dê hilbijartinek pêk bê. Divê welatî xwe amade bikin ji bo hilbijartinên sala 2021’an. Partiya me amadekariyên xwe kir û niha tu kêmasiyên me nîne. Niha welat nayê birêvebirin, pêvçûnên di navbera Tifaqa Cumhur de rê li ber hilbijartin pêşwext vedike. Êdî gelek kes rêvebertiya AKP-MHP'ê naxwaze û îtîraz dike. Ji bo demokrasî, aştî û edaletê divê rêveberiyeke nû bê avakirin.

* Ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd “şer û tecrîd" kurtir dibe. Niha li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Pêvajoyek çawa li pêş Tirkiyeyê ye?

Di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê hate destpêkirin. Li girtîgehan wek temsîlî hatin destpêkirin. Li her girtîgehê 3 û 4 welatî dest bi grevê dikin. Daxwazên wan ên sereke jî rakirina tecrîdê û hevdîtina parêzer û malbatan a bi birêz Ocalan re ye. Di çalakiyan de tenê tê gotin ku rêgezên xwe pêk bînin û ji bilî wê tiştek nayê xwestin. Her wiha li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence zêdetir dibin û girtî dixwazin ev yek ji holê bê rakirin. Grevên birçîbûnê divê bibin rojev ji ber ku her roja ku derbas dibe rewş xetertir dibe. Li dijî xetereyê divê gelê me bi hestiyar be. Kesên ku dikevin greva birçîbûnê piştî demekê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin. Ji bo çareseriyê divê her kes rol û mîsyona xwe bîne cih. Em wek partiyeke siyasî xebatên dîplomasî, daxuyanî û çalakiyan bidomînin. Divê her welatî li hemberî wê yekê bi hestiyar be. Li dijî tecrîd û binpêkirina mafan têkoşîneke hevpar hewce ye. 

* Ji bo sala nû peyamek we heye? 

Me pêvajoyeke zehmet derbas kir. Di sala 2020’an de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes hatin girtin. Li Rojhilata Navîn şer û pevçûn dom kir. Em hêvî dikin ku sala 2021’an ev tişt bi dawî bibe. Hewcedariya me bi aştî û edaletê heye. Hewcedariya me bi tenduristiyeke baş heye. Şer her tim dibe sedema êş û windahiyan. Ez dixwazin bi taybetî bang li jinan bikim û em hêza xwe ya rêxistinbûnê biparêzin û mezin bikin. Bila ev sedsala bibe sedsala jinê."

24 Kanûn 2020