Cejna Êzî li civaka Êzidiyan Pîroz Be!

Daxuyaniya Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan Tulay Hatimogullari:

Em Cejna Êzî ya civaka Êzidiyan pîroz dikin û hêvî dikin rojiya wan bê qebûlkirin.

Di hemû baweriyan de cejn pîroz in. Cejna Êzî jî cejneke pîroz e ku bi hezaran salan e ji hêla civaka Êzidiyan ve tê pîrozkirin. Civaka Êzidiyan her meha Kanûnê 3 hefte rojiyê digirin û piştî rojiyê jî cejna xwe, Cejna Êzî pîroz dikin.

Êzidî di îbadetên xwe de pêşiyê ji bo 72 miletan dûre jî ji bo xwe diayan dikin. Civaka Êzidiyan li gor baweriya xwe ji tundiyê dûr disekinin. Êzidiyên Kurd heta niha 73 caran bi qirkirinê re rûbirû hatine hiştin û di Fermana 74. de ya ku ji hêla DAIŞ’ê ve hat pêkanîn bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqubeta wan nayê zanîn.

Şingala pîroz piştî êrişên DAIŞ’ê jî gelek caran hat tarûmarkirin. Merwan Bedelê ku ji bo parastina civaka Şingal û Êzidiyan bi awayekî dijwar li ber xwe da, di 7’ê Kanûna 2021’ê de li navçeya Xanesora Şingalê tevî 2 zarokên xwe di encama êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest da. Berê jî li Şingalê nexweşxaneyek hat bombebarankirin û 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ev êriş sûcekî şer û li dijî mirovahiyê ye. Ev wê êrişê şermezar dikin. Em desthilata Tirkiyeyê jî hişyar dikin; êrişên bi vî awayî yên li dijî civaka Êzidiyan tên kirin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, li dijî mirovahiyê ye.  

Banga me li hemû mirovahiyê ye; divê em li dijî van fermanan bisekinin ku li ser Êzidiyan tên pêkanîn. Bi wesîleya Cejna Êzî, em hêvî dikin ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn şer û pevçûn bi dawî bibin, di serî de civaka Êzidiyan û hemû civakên cîhanê di nav aştî, wekhevî û aramiyê de bijîn. Cejna Êzî pîroz be.

 

Tulay Hatimogullari

Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsê Komîsyona Gel û Baweriyan

17 Kanûn 2021