Cejna Qurbanê ya gelên me pîroz be

Daxuyaniya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar:

Em Cejna Qurbanê ya 2022'yan di nav şert û mercên dijwar de peşwazî dikin. Li dijî zext û zordestiyê em bi hêvî ne û têkoşîna xwe bi bawerî didomînin. Gelên me di Kongreya me ya Mezin de, di Newroz, 8'ê Adarê û 1'ê Gulanê de bi sekn û helwesta xwe bersiva herî mezin dan faşîzmê. Ev helwest û sekn daxwaza jiyaneke nû û mizgîniya serkeftinê ye.

Ev daxwaz û îradeya gelên me îro bingeha hebûna me ya siyasî ye û em dizanin ku serkeftina gelên me ji bo me cejna herî mezin û watedar e. Em soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe vê cejna herî watedar diyarî gelên xwe bikin. Bi hêviya ku vê bayê reş ê li ser gelên me belav bike, aştiyeke birûmet, aramiyeke mayînde bi xwe re bîne û bibe wesîleya azadî û yeksaniyê, em Cejna Qurbanê ya gelên xwe pîroz û bimbarek dikin.

 

Pervîn Buldan-Mîthat Sancar

Hevserokên Giştî yên HDP'ê

8 Tîrmeh 2022