
Di 15ê Gulana 1932an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê kurdî, di vê werçerxa tarîxî de, bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin.
Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke tarîxî lîstiye. Lewre roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek edîb û şa’ir û lêkolerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. Kovara Hawarê ji sala 1932an heta 1943an 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derçû.
Em di roja Cejna Zimanê Kurdî careke din daxwaza perwerdeya zimanê dayikê dikin. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42emîn a Makeqanûnê were guhertin. Di wan peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye de, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Em careke din vê rastiyê aşkera dikin.
Aşkera ye ku parastin û pêşvebirina ziman û edebiyat û çanda kurdî, bi tenê ne ji bo gelê kurd, her wekî din, ji bo tevahiya civakê rengînî û dewlemendî ye.
Qeyûmên ku li şaredariyan hatin tayînkirin û KHKyên ku ji aliyê Hikûmetê ve hatin derxistin hemû kar û bizavên rojname, kovar, kanalên TVê, malper, saziyên jinan, Enstîtuya Kurdî û qursên zimanê kurdî têk birin. Di heyameke wiha de, xwedîderketina Cejna Zimanê Kurdî, berpirsyariya wê gelek girîng e.
Em, di roja Cejna Zimanê Kurdî de, hemû kedkar û xemxwerên zimanê kurdî yên ku gelê kurd û zimanê kurdî ji komkujî, asîmîlasyon, red û înkarê parastine, bi rêzdarî silav dikin, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê
15 Gulan 2017