Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan:

Di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê Kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Ji sala 2006’an ve roja destpêkê ya damezirandina kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Zimanê Kurdî di sedsala ewil ya komarê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirin û bişaftinê hatiye. Di salên dawîn de jî bi êriş û qedexeyên desthilatiya AKP-MHP’ê hat xwestin ku zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Lê belê bi tekoşîna gelê Kurd a sedsale; polîtîkayên qirêj yên deshilatdaran têk çû. Bi vê tekoşîna bêhempa zimanê Kurdî heta îro zindî maye û gihîştiye asteke gelek xurt. Em bawer in ku ev tekoşîna bi her alî di sedsala duyemîn a komarê de dê encaman bide û zimanê Kurdî dê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Bi hêza gelê xwe em ê tekoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe bênavber û bêwestan bidomînin û em ê teqez bi ser bikevin.

Bi van hest û baweriyan em edîb û helbestvan û lêkolerên zimanê Kurdî yên di qonaxa Kovara Hawarê de ked dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Zimanê Kurdî li hemû dildar û kedkarên zimanê Kurdî û li hemû gelê Kurd pîroz dikin.

Omer Ocalan
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê
15 Gulan 2023