Civaka Elewiyan nayê bêdengkirin
Piştî reşkirina kanala TV10ê, kanaleke din, Yol TV jî ya ku dengê civaka Elewiyan bû, bi biryara RTUKê hate girtin. 

Hikûmeta AKPê, zext û zordestiya xwe ya li ser hemû televizyon, radyo, rojname, kovar, malper, ajansên nûçeyan û saziyên medyaya civakî yên demokrat û muxalif didomîne. Ji 15ê Tîrmehê heta niha, ji 170ê zêdetir sazî û dezgehên medyayê yên nivîskî, dîtbarî û bihîzyarî hatin girtin. 

Hikûmeta AKPê helwesta xwe ya astengker û qedexeker a mafê komûnîkasyon û agahdarbûnê û azadiya derbirrînê yên ku di kategoriya mafên mirovî yên gerdûnî de ne, didomîne. 

Aşkere ye ku ev helwesta qedexeker a Tirkiyeyê, dê wê di qada navnetewî de, zêdetir têxe nav welatên lîsteya reş a ku maf û azadiyên sereke binpê dike. 

Em careke din bangî hemû hêzên demokrat, hemû saziyên dilsozê prensîbên hiqûq û demokrasiyê û hemwelatiyan û her kesekî/e ku dilsozê maf û azadiya sereke û xwedî wijdan dikin:

Wateya van muameleyan ew e ku dixwaze Tirkiyeyê gav bi gav wek milet û civakeke tek reng û tek deng bike. Ti eleqeya feraseta “rêveberiya tek mirovî” û “civak û dewleta tekparêz” û arezûya “desthilatiya mutleq” bi demokrasiyê re nîn e. Ev hal nayê qebûlkirin. Ev hal tenê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê dikare were sekinandin û têkbirin. 

Saruhan Oluç
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê
22 Kanûn 2016