Temel: Dawiya dawî dê bên ser xeta Dolmabahçeyê

Berpirsê Komîsyona me ya Çapemeniyê û Parlementerê me yê Wanê Tayîp Temel ji Xwebûnê re axivî:

Tiştê ku desthilatdaran aciz kir çi bû? Vê pêvajoyê AKP ya ku dixwest hegomonyaya xwe û serweriya xwe li ser civakê pêş bixe qels kir. Ji ber ku cihê demokrasî lê pêş ve diçe dîktatorî û serdestî nikare lê bijî.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî di Newroza 2013’an de deklerasyona çareseriya demokratik aşkere kir. Ocalan piştre ji bo çareseriya meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê  manîfestoya çareseriyê amade kir. Ev manîfesto di 28’ê Sibata 2015’an de bi tevlêbûna heyeta HDP, AKP û nûnerê dewletê di mutabakata Dolmabahçeyê de hat aşkerekirin. Ocalan di vê manîfestoyê de 10 xalên çareseriyê pêşkêş kir. Ocalan ji bo li şûna şerê çekdarî, siyaseta demokratîk û aştiyê pêş bikeve, pîvanên; siyaseta demokratîk, çareseriya demokratîk, hemwelatiyên azad, têkiliya civak û dewlete ya siyaseta demokratîk, çareseriya pirsgirêkên jin, ekolojî û çandê, çareseriya pirsgirêkên aborî û civakî, nasîna nasnameyê, komara demokratîk û ji bo van tevan jî destûra bingehîn a demokratîk danîn holê.  Lê piştî 5’ê Nisanê Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan protokal nas nekir û peyman xera kir. Têkidarî pêvajoyê siyasetmedar û parlamenterê HDP’ê Tayip Temel pirsên me bersivandin.

Beriya protokolê rewşa siyasî li Tirkiyê çi bû?

28’ê Sibatê di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd û pêvajoya têkoşîna hebûna gelê kurd de merhaleyek pir girîng e. Ji sala 2013’an heta 2015’an di navbera tevgera azadiya Kurdistanê, tevgera siyasî ya kurd û dewleta tirk ya 80-90 salin bi feraset û polîtîkaya înkar û îmhayê tev digeriya de muzakere û hevdîtin pêk hatin. Her çiqasî hikûmeta AKP’ê ne samîmî bû jî, esas beriya 28’ê Sibatê peymana Dolmabahçeyê ku wekî qonaxeke dîrokî tê zanîn, beriya wê gelek merhale pêş ketin. Merhaleya yekê li Kurdistanê şerekî pir dijwar hebû. Li zindanan bi hezaran siyasetmedar û rewşenbir hebûn. Girtiyên azadiyê û girtiyên siyasî bi berxwedanek mezin ber bi rojiya mirinê ve diçûn. Li ser vê yekê Birêz Abdullah Ocalan, li ser navê tevgera kurd, wekî muzakerevan û berpirsiyarê hevditinan rol girt. Di pêvajoya ji 2013’an heta 2015’an de, gelek hevdîtin çêbûn. Heyet çûn Girava îmraliyê, Qendîlê û navendên din ên gelê kurd lê dijîn. Pir hevdîtin pêk hatin. Piştî encama vê pêvajoyê peymana Dolmabahçe ya di 28’ê sibatê de hat aşkerekirin, pêk hat.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çima pêwistî bi vê mutabakatê dît?

Ev hevdîtin tevî hemû îtîraz û nerazibûnên Birêz Ocalan bi awayekî defakto  û ji gelek aliyan ve ne fermî dihat meşandin. Ji gelek aliyan ve daxwazên tevgera azadiyê û daxwazên Birêz Ocalan ên ji dewletê hatin kirin û dewletê gav neavêt, ji aliyê îqtîdara AKP’ê ve hat berovajîkirin. Berovajî ji gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dihat gotin. Ev pêvajo ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve wekî pêvajoya tasfiyekirin û lawazkirina tevgera kurd dihat meşandin. Lê ji aliyê tevgera azadiyê û Birêz Ocalan ve jî wekî firseteke çareseriyê ya sedsalî dihat dîtin. Firseteke ku cara ewil zîhniyeta dewletê ya înkarê ku kurdan tune dihesibîne diguherîne. Yanî muxatabê kurdan, nûnerê gelê kurd, rêberê gelê kurd êdî muxatab dihat girtin. Ji ber vê yekê hat xwestin ku qanûn bên guhertin. Qanûna rêveçûna pêvajoya çareseriyê li meclisê hat pêşniyarkirin.

Li gel ku gelek caran pêvajo yek alî hat xerakirin jî çima Birêz Ocalan di diyalogê de israr dike?

Di pêkanîna 100 salên dawî de kurdan cara ewil xwest hişmendiya dewletê ya înkarê, zîhniyeta dewletê ya dagirkeriyê,  polîtîkayên dewletê yên têkbirina kurdan biguherîne.

Birêz Ocalan bawer dike ku pirsgirêk bi înkar û îmhayê çareser nabe.Girêdayî vê yekê got ‘Siyaseta mirinê, siyaseta qirkirinê, siyaseta kuştin û qetlîamê bi dawî bibe. Divê êdî pirsgirêka kurd, ji rêbazên înkar û îsyanê, ji rêbaza tepeserkirinê derkeve. Divê ji vê dualiyê derkeve. Divê êdî rêbazên muzakere û çareseriyê bên pêşxistin. Dewlet îro rêxistinê wekî rêxistinek ne zagonî û kurdan wekî terorîst îlan dike. Lê gelê kurd marûzî terora 90 salî 100 salî hatiye. Bi vê peymanê xwest van polîtîkayan bi dawî bike û encamê wê ji holê rake. Xwest bi vê peymanê rûpelek nû li dîrokê veke. Ji xwe start û destpêka vê peymanê di Newroza  2013’an de hat dayîn. Ew start pir girîng bû. Lê pêvajoya din, dewletê dîsa kozên înkar û tasfiyeyê, şîfreyên têkbirina kurd terk nekir. Ji xwe re rêya rasfiye, têkbirin û qetlîamê hilbijart.  Dewlete dîsa rêya înkar û tasfiyekirinê hilbijart.

Hûn naveroka protokolê çawa dinirxîne. Çima hikûmetê ev yek qebûl nekir.

Li Tirkiyeyê kesên faşîst jî vê protolokê qebûl dikin. Ne li dijî wê ne. Naverokek wisa maqûl e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê esas digire. Dixwaze komarek demokratîk bê sazkirin û komara yekparêz, yek reng, înkarê bi dawî bibe. Bi vê peymanê dixwaze gelê kurd di nava gelê Tirkiyeyê de bi nasname, heq û hiqûqa xwe cihê xwe yê bi şeref û bi rûmet di nava civakên li Tirkiyeyê dijî de bigire. Bi hebûn û xwebûna xwe di nava civatên Tirkiyeyê de bibe xwedî rûmet û hezkirin. Tiştê ku desthilatdaran aciz kir çibû? Vê pêvajoyê AKP ya ku dixwest hegomonyaya xwe û serweriya xwe li ser civakê pêş bixe qels kir. Ji ber ku cihê demokrasî lê pêş ve diçe dîktatorî û serdestî nikare lê bijî. Îqtîdara AKP’ê û Erdogan ev dît. Birêz Ocalan bi vê pêvajoyê rê li ber desthilatdarî û planên wan girt. Ya din jî peymana Dolmabahçeyê şîfreyên dewletê yên yekparêz, dewletperest û nijadperest bi dawî dikir. Serokê gelê kurd ku di dîrokê de serokê kurdan ê herî bi hêz e di zîndanan de muzakereyan pêk tîne. Di encama wan muzakereyan de nûnerên gelê kurd, nûnerên demokrasiyê yên li tirkiyeyê di nava HDP’ê de cih digirin, li qesra Dolmabahçeyê peymanekê  ji raya giştî re aşkere dikin. Dewleta tirk a klasîk ku AKP jî teslîm girt. Dît ku ev peyman di dîroka Tirkiyeyê ya 90 salî de demek nû ye. Ev komara yekparêz êdî bingeha wê dîwar û stûnên wê diderizin. Ji ber vê yekê aciz bûn. Ji ber vê yekê Erdogan bi lez derket pêşberî çapemeniyê û got ‘Em vê peymanê nas nakin. Hayê min ji vî tiştî nîne. Di esasê xwe de aqilê faşîst, aqilê yekperest, aqilê ku înkara kurd bidomîne, ew aqil bû ku Erdogan dida xeberdan.

Li gorî lêkolînan ji sedî 80 gel çareseriya demokratîk xwest. Hikûmeta AKP’ê çima daxwaza gel li ber çavan negirt û li gorî wê tev negeriya?

Dewleta Tirkiyeyê û nûnerên dewleta Tirkiyeyê tu carî daxwazên gelê Tirkiyeyê li ber çavan negirtiye. Her tim komek desthilatdar û aqilekî desthilatdar ev milet û ev civaka Tirkiyeyê li gorî xwe bi rêve biriye. Her tim gel wekî keriyekî pez birêve birine. Lê piştî 2013’an û 2015’an, hemû raya giştî ya Tirkiyeyê raya demokratîk a Tirkiyeyê guhê wan li Îmraliyê bû. Guhê wan li ser peyamên birêz Ocalan bû. Guhê wan li ser daxuyaniyê tevgera azadiyê, HDP’ê û Îmraliyê bû. Vê yekê hegomonya û desthilatdariya Erdogan hejand.

Niha bi qanûnnameyên rewşa awarte (OHAL) Tirkiyeyê bi rêve dibin. Ji ber vê yekê ev hemû amadekariyên 2023’yan in. Di 28’ê Sibata 2015’an de jî dema peymana Dolmabahçe ji raya giştî re hat aşkerekirin, li pêş kamerayan bi awayekî zindî hat aşkerekirin, ew aqilê dewletê ku Tirkiyeyek wekî îro ya lê kuştin, binçavkirin, girtin, tepeserkirin, bi cîranan re şer, kaos, xizanî, talanî, kedxwariya karkeran, plan dikir serdest  bikin. Lê piştî peymanê Komara Demokratîk û dewletek demokratîk tercîh nekirin.

Ger ku ew protokol têketa meriyetê dê rewşa Tirkiyeyê îro çawa bûya?

Eger ku ev protokok têketa meriyetê wê Erdogan ku samîmî bûya, dê navê xwe li dîroka cîhanê wekî lehengekî ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurd çareser kiriye têketa dîrokê. Birêz Ocalan jî çawa ku Mandela ji bo Afrîqayê çiye, wê wateyek xwe ya wisa hebûya ji bo gelê kurd, gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Wê Tirkiye bi Sûriyeyê re şer nekiraya, dê Rojava dagir nekiribûya, êrîşî başûr nekiribûya, bi destê Azerbeycanê êrîşî Ermenîstanê nekiribûya. Wê li Tirkiyeyê xizanî belengazî û qeyran ew qas kûr nebûbûya. Wê aqilekî faşîst ê wekî MHP’ê li ser kar nebûya, wê hêzên demokrasiyê xurt bûbûna. Lê yên xwestin destpotîzmê û desthilatdariyek rij û hişk pêş bixin, wê di nava rûpelên dîrokê de, wekî yên berê winda bûbûna têk çûbûna.

Wê demê HDP’ê navbênkarî kir. Lê herî zêde parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Çima navbênkar ceza kirin û hesap ji AKP’ê nehat pirsîn?  

Yên li vir hesab bidin ew kesên ku bûn sebebê ew qas êş û windahiyan in.  Kesên ku ev pêvajo xera kirin û ewqas xwîn rijandin divê hesab bidin. Divê ev yek baş bê zanîn. Li Tirkiyeyê tiştekî din kirin. Di dîrokê de tu carî nehatiye dîtin ku qasidê aştiyê hatine cezakirin. An jî navbênkarên ji bo aştiyê dixebitin bên cezakirin. Lê ev yek li Tirkiyeyê pêk hat. Niha Îdrîs Balûken ji ber vê yekê girtî ye. Sirri Sureya Onder ji ber vê yekê hat binçavkirin û girtin. Rayedarên HDP’ê Demîrtaş, Fîgen Yukserdag ji ber vê yekê hatin girtin. Ev di dîroka mirovahiyê şermek pir mezin e. Şer çê dibe. Şer gur dibe. Lê tu carî qasid û navbêynkarên aştiyê nayên cezakirin.  Tu carî qasid nayên cezakirin û girtin. Lê rejîma AKP’ê û Erdogan ev yek pêk anî. Hêla xwe xistin garantiyê. Birêz Ocalan xistin bin tecrîdek giran. Yên navbênkarî kirin jî yeko yeko sûcdar kirin. Îro di doza Kobanê û doza girtina HDP’ê de bi van îdîayên navbênkariyê tên tawanbarkirin. Rezalekek hiqûqî ye. Ev hişmendiya pîvanên sincî, siyasî nas nake. Hemûyan binpê dike. Lê dîsa çi dibe bila bibe, kurd li ber xwe didin. Kurd tu carî gavan ji doza xwe paşve navêjin. Ne Erdogan îro, piştî Erdogan kî bê, kî biçe, dawiya dawî pirsgirêka kurd ancax bi rêbazên ku Birêz Ocalan hîmê wê daniye çareser bibe. Ango dê bi pîvanên Peymana Dolmabahçe ku qala çareseriya demokratîk, komara demokratîk û neteweya demokratîk dike dê bê çarerekirin.

Niha pêvajoyek çawa li pêş Tirkiyeyê ye

Niha li Tirkiyeyê desthilatdarî ji ber polîtikayên xwe yên qirkirinê û ne demokratîk, tundiya li ser civakê, dijminantiya gelê kurd û cîranan di krîzek kûr de ye. Krîza aborî encama polîtîkayên şer e. Muxalefeta li hemberî AKP’ê hêj ne di ferqa heqîqet û çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Hêzên demokrasiyê, hêza gelê kurd, hêza karker, jin û ciwanan  bibin yek û alternatifê pêş bixin, dê desthilatdarî ji holê rabe.  Hêvî ewe ku têkoşîn bê xurt kirin. Hesab ji vê desthilatdariyê bê pirsîn.

Ji bo aştî, demokrasî, edalet divê hêzên siyasî û demokratîk çi bikin?

Divê em bloka demokrasiyê û tifaqa demokrasiyê xurt bikin. Divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê tevî dostên xwe yên Tirkiyeyê ji bo yekîtiya di nava xwe û gelê Tirkiyeyê de xwe bi hêz bikin. Ji bo vê yekê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê roja Newroz rojên girîng in. Ew pêvajoya Mutabakata Dolmabahçeyê di Newroza 2013’an de dest pê kir. Em Newroza 2022’an bikin wesîleya dektpêkek nû ya xurttir.

27 Sibat 2022