Deklerasyona tifaqa hilbijartina herêmî

7 partiyên kurd û Kurdistanî yên ku di bin banê HDPê de tifaq li dar xistibûn deklerasyona xwe ya tifaqa hilbijartinê ji raya giştî re eşkere kirin. Daxuyanî wiha ye:

Ji ber ku hilbijartinên herêmî, ji bona desthilatdarîya heremî û bicihbûna demokrasîyê giring in, jixwe ji me Kurdan re ev hîna giringtir in. Hilbijartina 31ê Adarê ji ber hinek sedemên ku em ê li jêr bînin ziman hîna giringtir bûne.

1- Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyê eşkere xuya dike ku parlamento ji derb de ketiye û pê re ji giringiya îdareyên herêmî hîna zêdetir bûye.

2- Desthilatdar, mixalefet û partîyên sîstemaTirkiyê, bi plan û programan bere xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bi cîh bikin. Ew dixwazin ku gelê me ev fikir bi wana re çêbibe; “ em herin ser sondaqan jî, em necin jî wê tu cudabûn çênebe, çawa be jî ew ê li şaredarîyan qayûm werin tayînkirin.” Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji siyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me ji xwe re dikin hedef.

3- Serokê MHPê Devlet Bahçelî derbarê Kurdan û hilbijartina herêmî li Kurdistanê dibêje; “heke Kurd careke din desthilatdariya herêmî ji destê qayûman derxînin, wê hinek daxwazên wana hîna kûrtir bibin. Ev jî wê Tirkiyê bibe devereke din. Ji bona ku em bikevin pêşberîvekê divê em eşîran têxin dewrê” Ango Bahçelî dibêje bila Kurd hilbijartinan winda bikin, bila MHP jî hilbijartinê winda bike lê bila dewletaTirk winda neke.

4-Piştî ku pergala serokatiyê bi cîh bû desthilatdariya AKPê û rejîma Tirkiyê tenê bûye ya zilamekî. Ji bona ku em bikaribin bi hilbijartinên meşrû û îrada gel vê pêvajoyê derbas bikin, divê em karibin tifaqên gelekî berfireh li Kurdistanê pêk bînin. 

Ji ber vê yekê em tifaqa xwe li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Dinyayê, ji raya giştî re radigîhînin;

a) Em tevger û partîyên Kurdistanî ku îmzeyên me li jêr hene di bin sîwana HDPê de, di hilbijartinên herêmî de tifaqa xwe îlan dikin.

b) Tifaqa Cûmhûr ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike û bi formûla ku dibêje “ Bila Kurd winda bikin” siyasetê dike. Li hemberî vê dîtinê em jî dibêjin “Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me bi ser bi keve, bila partîyên me bi ser bikevin. Bi wan helwestan em dixwazin ku derfet û destkeftinên xurt bi dest bixînin.

c) Bi Tifaqa Hilbijartina Herêmî ya Kurdistanê em dixwazin sîyaseta sivîl- demokratîk xurt bikin, ji bona vê yekê em bi bawerî têdikoşin. Û ya herî giring jî em nirxên gele me yên netewî diparêzin û êrişên ku li ser gelê me hene di bingeheke sivîl-demokratîk de em li hemberî van êrişan derdikevin.

d) Di tifaqa hilbijartina herêmî de tevger û partiyên me amaje pê dikin ku di nava gele me de kultura hevkariya netewî-demokratik pêş de bibin. Dîtinên şaş ku di nava Kurdan de heta niha belav bûne, weke ku tê gotin “Kurd nikarin tifaqa bi hevdu re ava bikin”, Em dixwazin vê dîtina şaş di hilbijartinên herêmî de bişkînin, vala derxînin û li gora daxwaza gele xwe tevger bikin.

e) Di Tifaqa Cûmhûr de (AKP-MHP) dibêje; ji bona pêşeroja dewleta xwe em tifaqê ava dikin, lûksa me ku em ji hevdu bixeyidin tune ye, ji ber van sedeman em tifaqê çêdikin û li hev dikin. Em tevger û partiyên Kurdan jî nakokî û cudabûnên xwe paş de vêdikişînin û li ser nirxên hevbeş yên Kurdan em tifaqa xwe di hilbijartinên herêmî de radigîhînin.

f) Ya herî giring jî ev e, daxwaza Kurdan ku îro hemû gelê me dike yek, ango perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de û têkoşîna ji bona mafê çarenûsa netewa xwe ku me Kurdan hevbeş dike, bi vê hişmendîyê em ê di şaredariyan de helwesteke netewî - demokratik pêş de bibin. Di warê herêmî de em ê bixwazin ji gelê xwe re xizmetê bikin.

g) Kurdên ku di hilbijartinên herêmî de li derveyî tifaqa me tevger dikin, em rûmeta nişanî îrada wana didin û helwesta wana weke mafeke demokratîk dinirxînin. Lêbelê di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîne ziman, em dixwazin di hilbijartina 31ê Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdu re tevger bikin. Beşdarbûna Kurdan bi tifaq û bi hev re giringîyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Em ê heta dema dawî ji bona hilbijartina herêmî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin, banga xwe dubare bikin û bangî van hevalan bikin ku beşdarî tifaqa me bibin.

h) Em dîsa giring dibînin ku HDP di hilbijartinên herêmî de bi hêzên demokrasîyê li Tirkîyeyê re tifaqên berfireh ava bike.

 

Em ji raya giştî re bi rêz radigîhînin.
Em bawer dikin û em ê serkevin
Wê gelê me/gelên me bi serkevin
Wê tifaqa me bi ser bikeve
Em ê bi ser bikevin.


Kurdistan İslami Hareketi (AZADÎ)
Demokratik Bölgeler Partisi (DBP)
Devrimci Demokrat Kürt Derneği (DDKD)
Halkların Demokratik Partisi(HDP)
İnsan Ve Özgürlük Partisi (PİA)
Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP)
Platforma Demokratên Kurdistan (PDK)
Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T)

 

7 Ocak 2019

Etiketler: #hilbijartin , #tifaq