Demîrtaş: Divê Tirk û Kurd ji bo çareseriyê û aştiyê dest bidin hev

Doza Kobaniyê ya ku 28 jê girtî, bi tevahî 108 kes tên darizandin li Dadgeha Cezaya Giran a 22'yemîn a Enqereyê didome. Hevserokên me, parlementerên me, nûnerên saziyan, şandeyên ku ji derveyî Tirkiyeyê hatine û gelek kes ji bo ku beşdarî danişînan bibin û piştgiriyê bidin ji serê sibê ve hatin Kampûsa Girtîgeha Sîncanê. Her wiha gelek rojnamevan ji bo ku danişînan bişopînin hatin dadgehê.

Hevserokê me yê berê Selahaddîn Demîrtaş di doza Kobaniyê de îro dest bi parastina xwe kir. Demîrtaş beşek ji parastina xwe bi Kurdî kir û wisa got:

Ji heft salan zêdetir e ku ez girtî me, lê ev cara yekem e maf û derfeta xweparastinê didine min. Heta îro carinan di lêpirsînan de, carinan di raçavkirina rewşa binçavkirinê de, carinan jî di nîqaşên li ser meseleyên usûlî de ez peyivîm. Lê îro cara yekemin e ez ê rasterast bersiva tawan û sûcdariyên derheqê xwe de bidim.

Di destpêkê de dixwazim bi awayekî bê şik û guman balê bikişînim ser xaleke giring. Ez parastina xwe li hemberî heyeta we, yan jî li hemberî dadgeha we nakim. Ji ber ku divê dadgeh bêalî, serbixwe û dadwer be. Lê heyeta we rasterast alîgirê desthilatê ye û karê we pêkanîna fen û fûtên desthilatê ye. Ji ber vê yekê, ya herî rast lazim e ku meriv erka we nas neke, we red bike û parastinê nede we.

Lê wek siyasetmedar ji ber ku em erkeke birûmet yanî temsîliyeta gelê xwe hildigirin, li hemberî gelê me deynê me yê xwerexnekirin û parastinê heye, loma jî em dipeyvin û em ê bipeyivin.

Nizanim dê parêznameya min dê heta kengê bidome lê ez ê bersiva rapor, tawanbarî, delîl û her qerara li dijî min pêk hatiye yek bi yek bidim. Paşê parêzerên min jî dê parastina min bikin. Lê belê wek beşek ji parastina xwe, ez ê niha bi kurtasî dest pê bikim û nirxandinekê bikim. Ji ber ku naverok û mijara doz û darizandina min bi tevahî ji ber çalakî û axaftinên min ên siyasî ne, carinan ez ê jî nirxandinên siyasî bikim û têkiliyên wan ên bi doza me re vebêjim, aşkera bikim.

Divê her kesek baş bizane tawanên bi ser min de hatine sepandin, ji ber axaftinên min kirî ne, ne ji ber hewl û xebatên neyasayî û karên veşartî ne. Ji bilî axaftinên min ên mîtîngan, kombûnan û peyamên min ên berî 8 salan, 10 salan û 15 salan dayîne raya giştî, tu delîlen din ên berçav û şênber di dosyeyan da nînin. Ev tolhildana dozeke siyasî ye. Em ne ew kes in yên bi zagon û yasayan hatine girtin, ewan em ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî êsîr û desteser kirine.

Ez neçar im di vê parastina xwe de ya ku îro dest pê dike û bi rojan dê dom bike, hizir û fikrên xwe bibêjim û bînime ziman. Ji ber ku dozger jî ez bi tu kiryaran tawanbar nake û nekiriye. Min hemû hewl û xebatên xwe li ber çavên raya giştî pêk anîne, hewl û xebatên min yasayî û meşrû ne.

Îro jî hêj zarokên vî welatî di şer û pevçûnan da tên kuştin, em hemû dikevin xema wan, ji ber ku em nikarin rê li ber van kuştinan bigirin, pê gelek diqehirin, lê desthilatdariyê û dewletê destê xwe dane hev û yên wekî me aştî û wekheviyê dixwazin diavêjin zindanan, hêviyê ji polîtîkayên şer dikin. Ev durûtiyeke aşkera ye. Lazim e em bibin şirîkê êşên hev, lê belê kesên ku dema ciwanên Kurdan dimirin kêfxweş dibin û îro jî hêstirên derewîn dibarînin durû ne.

Lazim e êdî şer xelas bibe, çek bi temamî bên danîn, ev jî bi rêya siyasetê, bi dawîkirina tecrîdê û bi vegera polîtîkayên gotûbêjkirinê pêkan e, pêwîst e nîqaş û gotûbêjkirin esas bê girtin. Yên ji polîtîkayên nîqaş û gotûbêjkirinê direvin berpisyarên kuştin û mirinan in. Siyasetmedarên
ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û pêşeroja siyaseta xwe hêvî ji çekan dikin, durû ne û bêehlaq in. Yên ku desthilatdariya xwe li ser xwîna zarokên xelkê ava dikin ji mirovahiyê bêpar in û bêwijdan in.

Pêwist e civaka Tirkiyeyê bi Kurd û Tirk ve dengê xwe ji bo aştî û wekheviyê bilind bike, hemû siyasetmedarên ku bi nijadperestiyê xelkê radikin ser piyan, bixwe di halxweşiyê de dijîn û berê lawên xelkê didin mirinê. Kesên rê li ber vê rewşê û van rêbazan bigirin dîsa xelkê feqîr û hejar in. Yên di vê rêyê de berdêlên giran dane, îro Tirk û Kurd ji bo biratî, wekhevî û azadiyê destê xwe bidin hev, dengê xwe ji bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan bilind bikin, biratî û pêşvebirina demokrasiyê dê hêsantir bibe. Em siyasetmedarên baweriyê ne û ji bo vê baweriya me bi demokrasiyê heye û em ji bo çare û rêyeke aştiyane dixebitin. Ji ber vê helwestê, me di zindanan de dihêlin û em hê jî dengê xwe ji bo aştiyê bilind dikin. Di heman demê de, yên li derve û li cihên xwe yên germ rûniştî di halxweşiyê de biryarên şer û tevgerên şer didin.

Biryara we çi dibe bila bibe tu hikmê wê ji bo me û ji bo gele me tuneye

Hemû gelên Tirkiyeyê lazim e û pêwîst e vê durûtiyê bibînin û bizanin bê ka kî şer dixwaze û kî aştî û wekheviyê dixwaze. Lazim e gelên Tirkiyeyê nebin piştevanê şerxwazan û polîtîkayên şerxwaz. Kesên li Filistînê daxwaza aştî û diyalogê dikin, li welatê xwe aştîxwazan diavêjin girtîgehan û wan dikin bin tecrîdê; ma ev ne durûtî be çi ye? Em ê di bin hemû şert û mercan de li ser helwesta xwe bin û parastina aştiyê berdewam bikin.

Hevalên min ên hêja; bi milyonan rûpel belge, bi hezaran peldank û bi sed hezaran delîlên belgeyên ku ji sextekariyan pêk tên di dosyeyê de hene. Gava tu ji derve lê dinêrî, tu dibêjî qey ev dozeke pir tevlihev, bêserûber, kaotîk e û ne mumkin e ku mirov ji nav derkeve. Sedema vê jî dosye bi gelek kaxizên vala hatiye dagirtin. Dosyeya dozê ji bo veşartina tewan û îdîayên vala û komployeke zelal a siyasî bi qestî û zanebûn hatiye dagirtin. Ev dibe heft sal ku we em di girtîgehan de girtine û ji xwe re hûn karê darizandina me dikin. Hûn me bi endamtiya rêxistinê dadirizînin lê belê heke me ji vî sûcî herî zêde ceza bixwara jî em evqas salan di girtîgehê de nediman. Wextê me yê girtîbûnê êdî ji wextê qanûnê jî derbas bûye, lê dîsa jî hûn me digirin, û em dibînin ku hûn piçekî jî ji xwe şerm nakin. Ew jî tê wê wateyê ku, hê darizandin xelas nebûye we derheqê me de biryara sûcê endamtiya rêxistinê îlan kiriye. Di van heft salan de we bi hezaran qerarên dijî hiqûqê da û we pêkanîna nerast kir, ez ê encamên van pêkanînên we yên civakî jî qaseke din bi hûrgulî vebêjim. Hûn wer dizanin ku bi van pêkanînên xwe hûn ceza didine me, lê ez ê bînim bîra we ka ev pêkanînên we bûne sebebê felaketeke çawa. We di van salan de, endamên dadgeha makezagonê ku tevî vê kûmpasê bûn jî tê de, di hemû pêkhateyên hêza darizandinê de wek mîlîtanên siyasî û cibedar ne tenê rêzikên hiqûqê, her wiha hemû nirxên mirovahiyê jî binpê kirin. Hin hevalên me yên dîlgirtî, dema ku di girtîgehê de bûn mirovên xwe yên herî nêz wenda kirin û êşa wan di girtîgehê de kişandin. Hûn bûn sebeba vê rewşê jî û we destûr da vê rewşê. Yên ku rê dane vê yekê hûn in. Hin mirovên me di rêyên girtîgehan de qeza derbas kirin û seqet man, ew ê di emrê xwe yê mayî de êşa vê yekê bikişînin. Sebeba vê rewşê jî hûn in. We di pandemiyê de em bi rîskek mezin re hiştin û we di girtîgehan de em bi xetereya mirinê re rûbirû hiştin. We êş û elema zelzeleya giran li vê derê di hucreyan de bi me da kişandin. Zarokên me, ji me dûr mezin bûn, we ew ji dê û bavê wan veqetandin û bi vê yekê ji wan re trawma hişt ji bo pêşerojê. We dizanî em bêguneh in, lê dîsa jî we bi zanetî, bi delîlên sexte û bi gumanên derew ev xerabî hemû kirin. Nizanim ka wextê ku hûn ji jûra dadgehê derdikevin çi di hişê we re derbas dibe, dema we hejîkirinên xwe û zarokên xwe didît û dema we ew hembêz dikirin we li çi difikirî. Belê diyar e ku we têra xwe dest ji nirxên mirovahiyê kişandiye, heke ne wisa bûya ka we yê çawa ev xirabî bikira! Hêvî dikim ku dilê we bi van xirabiyên we rehet be. Ne tenê di we de; yên ku talîmatên vê doza kûmpasê dan, rê û tirb jê re vekirin, li qadan ji bo hilbijartinê wekî barbaran îdam xwestin, wan jî bi qasî misqalekê nesîbê xwe ji mirovahiyê nestandine. Em ji aliyê xwe ve, ev heft sal in bi wijdanê xwe aram in, em baş dizanin tu sûcê me tuneye. Em di hucreyên xwe de bi serbilindî nûneriya nirxên exlaqî, rûmetî û têkoşînê dikin. Ev xerabiyên we çiqasî serê we berjêr kiribe, serê me jî ewqasî bilind kiriye. Êdî hûn di vê leyîstika kûmpasê de gihîştine pêngava biryardanê. Ez baş dizanim sebra we nayê, hûn dixwazin biryara xwe ji me re bixwînin, biryar wekî ferman ji we re hatiye gotin.


Lê biryar çi dibe bila bibe, ji bo me, ji bo gelê me û ji bo dîrokê, tu hikm û qîmetê wê tuneye. We nekarî di vî şerê vîn û îradeyê de me teslîm bigirin, we nekarî me ji doza me paşde vekişînin û we nekarî serê me berjêr bikin. Ya we rûreşî û xerabî ye, ev rûreşî û xerabî dê ji we re bimîne, lê em ê wek endamên birûmet ên têkoşîna gelê xwe bi serbilindî di rûpelên dîrokê de cih bigirin.


Me digel hemû kêmasiyên xwe, ev têkoşîna dijwar bi biryardarî bi rê ve bir

Ez nahêlim hûn biryara xwe li pêş çavê min bixwînin, hûn ê biryarê ji xwe re bixwînin. Niha wesîyet û ricaya min, ji hevala min Başak re, ji qîzên min re, ji malbata min û hemû gelê min re ye, piştî aşkerabûna biryarê, bila li Amedê, li hewşa mala me, dahol û zirnê lê bixin, helwesta xwe bi govend, bi tilîlî û bi coş li dijî biryarê nîşan bidin. Ji ber ku em ê jî di hucreyên xwe de bi heman awayî helwesta xwe nîşan bidin. Têkoşîna siyasî ya ku em li vê derê û hevalên me li derve bi rê ve dibin, berî her tiştî ji bo jiyaneke birûmet e. Em dev ji doz û têkoşîna xwe bernadin û jiyaneke bêrûmet qebûl nakin, ji bo me mirin çêtir e ji wê yekê. Me digel hemû kêmasiyên xwe, ev têkoşîna dijwar bi biryardarî bi rê ve bir. Di vê têkoşîna da helbet kêmasî û şaşiyên me çêbûn. Digel hemû dilpakî û hêza xwe jî em hîn negihîştine armanca xwe. Ji ber vê yekê, ez li ser navê xwe ji hemû gelê me lêborînê dixwazim. Dostên me, heval û hogirên me yên li sirgûnê û yên di girtîgehan de, yên hêviya xwe bi me ve girêdan û tûşî bêhêvîtiyê bûyî, ez ji wan tevan lêborînê dixwazim. Ez soza wê yekê didim ku ji vir şûn de, bi rêberiya Partîya me DEMê (Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê), em ê ji berê zêdetir bixebitin û em ê bi ser bikevin.


Dixwazim ev yek jî bê zanîn, encama vê têkoşîna me ya ku li vê derê me bi sebir û sebat bi rê ve bir, belkî ji vê encamê cudatir bûya. Lê belê her tişt ne di destê me de bû. Dek û dolabên hêzên herêmî û cîhanî, fêl û fitneyên hêzên di nav Tirkiyeyê de, mixabin tesîr li ser encamê kirin. Ne hêza me, ne jî hêza hevalên me yên li derve têrê nekir em pêşiya vê yekê bigirin. Helbet, me dev ji doza xwe berneda, hêviya me jî neşikest, tenê em hinekî hejîyan, lê me dîsa bilez hêza xwe da hev û dest bi têkoşîna xwe kir. Bi vê boneyê, ez serkeftinê ji bo Partiya me (Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê) dixwazim û hevserokên me Birêz Tuncer Bakirhan û Birêz Tulay Hatimogullari û hemû rêveberên me pîroz dikim. Hêvîdar im em ji vir şûn de hevgirtin û têkoşîneke xurttir nîşan bidin. Divê bibêjim, bi heman hestan û bi heman helwestê silavên hevalê min ê hucreyê Birêz Adnan Selçuk Mizrakliyê hêja jî ji we tevan re heye.
Ev doz li ser neyartiya Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin
Niha jî bi destûra we dixwazim dubare behsa wan fikrên xwe yên siyasî bikim, ji ber wan ev heft sal in têm darizandin.
Divê her kes bizanibe hemû tawanên bi ser min de tên sepandin ji van fikrên min pêk tên, ez ê niha bi we re parve bikim, ez îro jî van fikran bi heman awayî diparêzim. Belê ji bo ku em siyasetmedarên Kurd ên aştîxwaz in ev doz derheqê me de hat vekirin û em bi salan in bêguneh di hucreyan de tên ragirtin. Dîsa di vê dozê de sedema girtin û darizandina yên ku ne Kurd in jî, hevkarî û hevalbendiya wan a bi me Kurdan re ye. Ji aliyê dewleta Tirk a Tirkperest ve, ji bo armancên nijadperest û polîtîk tenê ji ber ku em Kurdên xwedî hişmendî, birêxistin û muxalîf in em tên darizandin. Ji ber ku em serî li hemberî îdeolojî û tezên fermî û nijadperest yên Tirk natewînin em tên darizandin. Em dibêjin “Em Kurd in, Kurdistan welatê me ye, hûn nikarin Kurdistanê paşçav bikin, wêran bikin û dagir bikin” ji bo van gotinên me em têne darizandin. Li vê eywanê di şexsê me de hûn dixwazin rastiya Kurd û Kurdistanê darizînin û mehkûm bikin.

Armancên din ên dewletê, yên siyasî û demkî jî ew e ku di referandûm û hilbijartinan de bi ser bikevin, me di zindanan de bihêlin da ku rejîma yekzilamî/dîktatorî sazûman bikin û tirs û xofê bixin nava civakê. Li hemberî van armancên siyasî di destpêka parastina xwe de ez bi zelalî vê bibêjim, ez Kurd im, welatê min Kurdistan e. Her du nasnameyên min ji bo min rûmet in, tu kes nikare van nirxên min darizîne, sed hezar sal ceza were dayîn jî nikare ji holê rake. Ji aliyê hiqûqî ve tenê gotinek heye ku li hember bi milyonan rûpel belgeyan were gotin û bi rastî jî bes e ku ez tevahî berevaniya xwe ya qanûnî diyar bikim. Ew jî ev e; ev doz ji aliyê hiqûqî ve “çop e” ne tiştekî din e. Belê tenê naveroka vê dozê ÇOP e.

Wekî ku ez ê di tevahiya parastina xwe de destnîşan bikim ku ev doz li ser dijminatiya Kurd û Kurdistanê pêk hatiye, dîsa ev doz bi armancên siyasî tê ajotin û bi milyonan rûpel belgeyên di dosyayê de jî tev çop in, wekî hevalên xwe ez ê jî vê yekê ispat bikim. Her wiha ez ê di tevahiya parastina xwe de hewl bidim diyar bikim ku pirsgirêka Kurd, divê teqez bê çareserkirin û behsa çawaniya çareserkirina vê pirsgirêkê jî bikim. Ji ber ku xebat û çalakiyên me yên siyasî, yên di vî warî de jî îro mijara darizandinê ne. Di vê qonaxê de dixwazim careke din bi kurtî behsa pirsgirêka Kurd bikim û rêya çareseriya wê bibêjim. Piştre gava ku dor hat ser, ez ê vê xalê bi berfirehî rave bikim.

Pirsgirêka Kurd:

Bi darê zorê ji dest girtina mafên gelê Kurd yên bingehîn û rewa ne. Ji hêla desthilatdariyê ve bi rêya çek, dagirkirin, tunehesibandin û tunekirina ji mafê xwe yê birêvebirinê û ji tayînkirina qedera xwe mehrûmbûn e. Pirsgirêka Kurd înkarkirina mafê gelê Kurd, yê wekî her miletê din li welatê xwe Kurdistanê bi çand, ziman û nasnameya xwe jiyaneke azad û bi rûmet e.

Pirsgirêka Kurd, dê çawa were çareserkirin:

Rêbaza ku em pêşniyar dikin bi aliyan re muzakereya vekirî û zelal e. Heger em li ser navê Tirkiyeyê biaxivin, divê hikûmet û Meclisa Tirkiyeyê ya ku nûnertiya Komara Tirkiyeyê dike, bi nûnerên Kurdan re muzakereyê bike û di makezagoneke nû de hemû mafên Kurdan bên garantîkirin.

Di heman demê de cudahî û heviyên encamên pirsgirêka Kurd li ber çavan bên girtin; aliyê muzakereyê Birêz Ocalan e û li Îmraliyê bi awayekî bêhiqûqî di bin tecrîdê de ye. Rawestandina hemû çekan û pêkanîna aştiyeke mayînde bi beşdarbûna bi bandor a Birêz Ocalan re girêdayî ye. Ev ne îdîaya min a şexsî an jî propagandayeke vala ye, ev rastiyek e ku dewletê bi xwe jî gelek caran qebûl kiriye.

Her wiha Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûyîn, aştiya civakî û jiyana hevpar a wekhev heta îro kedeke girîng daye û aktorekî bibandor e, bi baweriya min wê di pêşerojê de jî vê erk û mîsyona xwe bi cî bîne, bidomîne.

Bi vê wesîlê hevalên ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya Birêz Ocalan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, silav dikim.

DEM Partî muxatabê siyasî ye

Partiya me DEM Partî ku mafê nûnertiya daxwazên siyasî yên Kurdan bi rêyên herî rewa û qanûnî bi dest xistiye, di heman demê de muxatabê siyasî ye. Di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de aktorê siyasî yê herî bibandor e ku dikare tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike.

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ku xwedî perspektîf û projeya çareseriya demokratik in, di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab in.

Cihê ku dê ev pirsgirêk bi awayekî vekirî, zelal û hiqûqî bê nîqaşkirin û garantiya hiqûqî lê bê dayîn Meclîsa Mezin a Tirkiyê ye. Di vê çarçoveyê de hemû partiyên meclisê aliyên çareseriya pirsgirêka Kurd in. Ji ber van sedeman ez hevdîtina dewletê ya bi Birêz Ocalan re ji bo pêkankirina demokrasiyê rast dibînim û piştgiriyê didim çareserkirina pirsgirika Kurd. Her wiha bi awayekî aştiyane û birûmet bidawîbûna Serhildana Kurd a dawî diparêzim.

Kî îradeya partiya me nas neke ez jî wan nas nakim.

Dîsa wekî min behs kir ez mafê temsîlkarîya partiya me DEM Partî’yê ya xelkê me û muxatabbûna wê ya rewa diparêzim. Kî îradeya partiya me nas neke ez jî wan nas nakim.

Dîsa em wek siyasetmedarên Kurd û ez wek Selahattin Demirtaş îradeyeke me ya ji van hemûyan cudatir heye ku nûnertiya me di nava Partiya DEM’ê de hatiye avakirin.

Em dikarin sûdên girîng bidin çareseriya pirsgirêka Kurd. Em amade ne ku ji bo vê yekê tişta ji destê me tê em ê bikin. Armanca me ew e ku aştiyeke birûmet pêk bînin û bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn. Kesekî ku vîna min û mafê min ê nûnertiya gel nas neke ez jî wî/wê nas nakim. Vîna min aîdî min e û tenê ez dikarim nûnertiya wê bikim. Rêzgirtina ji vê re pêwîstiyeke girîng a demokrasiya radîkal e ku em ji bo wê têdikoşin.

Kesên ku dixwazin me siyasetmedaran û bi taybetî jî min bi derew, bêbextî, paşgotin û bi dozên bi vî rengî tune bikin, tune bihesibînin bila vêya baş zanibin; kî li ku derê aştî û demokrasiyê biparêze û bixwaze ez li wê derê me. Ji ber vê jî ez ê tu carî serî li ber nêzîkatiyên bi vî rengî netewînim û qebûl jî nekim.

25 Berfanbar 2023