
Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, bi navê Serokkomarê Tirkiyeyê li Hambûrga Elmanyayê daxuyaniyek da û ji Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş re got “Ew terorîstek e”.
Selahattin Demirtaş ne terorîst e, ew Hevserokê Giştî yê HDPê û îradeya bi milyonan mirovan e. Ew parlementer e, berî niha namzetê Serokkomariyê bû û mirovekî bi rûmet e. Ew siyasetvanek e û wî bi têkoşîna xwe, bi fikr û nêrînên xwe, di dil û zêhna gelên Tirkiyeyê de cihê xwe wergirtiye û ji bo wan bûye hêvî.
Erdogan bi van beyanên xwe rasterast midaxaleyî darêzgeriyê dike û tesîr û zextê li dozên ku hîn encam nedane dike. Erdogan, her wiha bi awayekî aşkera gefan li Dadgeha Qanûna Bingehîn dixwe.
Ji bilî wê, Erdogan beriya ku Demirtaş wek “terorîst”, tawanbar dike, dibêje “Tirkiye dewleteke qanûnan” e û piştre jî dibêje “li cem me darêzgerî serbixwe ye.” Ev derew û elawatî ye.
Divê serokkomarek ti carî bi vî awayî neaxive, ev yek nayê qebûlkirin. Em vê gotina Erdogan şermezar û protesto dikin. Tarîx dê nîşan bide ka kî terorîst e.
Em ji raya giştî re beyan dikin ku em ê hesabê van gotinên bêhed û bêhisab, bi rêya siyasî û hiqûqa navneteweyî ji Serokê Giştî yê AKPê bipirsin.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
08 Tîrmeh 2017