Demirtaş: Em wek HDP’yî ketin zindanan, em ê wek HDP’yî jî ji zindanan derkevin

Hevserokê me yê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş, di Doza Kûmpasê ya Kobaniyê de parastina xwe bi zimanê Kurdî kir:

Ji bo Dadgeha Cezaya Giran a 22’yemîn a Enqereyê

Ez dixwazim di vê celseyê de bi zimanê xwe yê dayikê xwe biparêzim.

Berî her tiştî ez hemû hevalên xwe, parêzerên xwe û dostên ji bo piştgiriyê hatine vê salonê, bi dil û can silav dikim.

Ez dixwazim derheqê mutaleaya dozger de çend tiştan bibêjim. Ez her car behsa xalekê dikim û ez ê niha jî wê xalê dubare bikim. Ev doz, ev mehkeme ji serî heta binî çalakiyeke polîtîk e. Tu eleqeya vê dozê bi hiqûqê re tune. Ev doz bi temamî ji bo armancên siyasî yên desthilatiyê hatiye vekirin. Ev ne mehkeme û darizandin e. Di vê dozê de misqalek jî hiqûq tune, loma ev ne mehkeme û darizandin e. Ji bo wê ew mutaleaya dozger amade kiriye jî ne mutalea ye, ev mutalea belgeyeke siyasî ye û tê de rastî hatine berovajîkirin.

Ji ber ku naveroka vê mutaleyê siyasî ye, loma helwest û sekna me ya li hemberî wê jî siyasî ye. Em ê vê helwesta xwe berdewam bikin.

Armanca vê dozê siyasî ye, dixwazin HDP’ê wek sûcdar nîşan bidin û wek siyasî îzole bikin. Bi vê dozê dixwazin ku AKP-MHP careke din di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Lê ji bo ku di vê armanca xwe ya nehiqûqî de bi ser bikevin, di destê wan de tenê ev kûmpas, ev doz tune. Doza girtina HDP’ê jî ji bo heman armancê hatiye vekirin û ew jî dozeke siyasî ye. 

Lê ji bilî vê jî êrişên mezin û cidî li ser HDP’ê tên meşandin. Dixwazin partiya me parçe bikin, cudahî û nakokiyan di nav partiya me de derxin. Em ji tecrubeyên xwe yên berê jî baş dizanin ku vê yekê bi dek û dolaban dikin. Em armanca wan dizanin, lê em ê li hemberî wê zêdetir li HDP’ê xwedî derkevin, em ê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê mezin bikin. Li hemberî dek û dolaban, bersiv û helwesta me wê wiha be.

Divê her kes baş bizanibe ku xet û kevneşopiyeke me ya siyasî heye. Em bi wê xetê û bi HDP’ê mezin bûn, em ê bi HDP’ê jî bi ser bikevin.

Hûn me bi sedhezaran sal cezayan tehdîd bikin jî, hûn bixwazin heta hetayê me di zindanan de bihêlin jî, em wek HDP’yî ketin zindanan, em ê wek HDP’yî jî ji zindanan derkevin.  EK

Em hemû bi dek û dolaban, bi kûmpas û derewan hatin girtin, hemû hevalên me bêsûc in. Ez ne ji bo xwe lê ji bo hevalên xwe xemgîn dibim. Hemû hevalên me ji bo ku şer û pevçûn biqede û aştiyeke civakî bê avakirin, bi salan e têkoşîna xwe ya siyasî dimeşîne. Û hemû hevalên me, bi tenê ji ber fikr û nêrîn û axaftinên xwe wek rehîne hatine girtin.

Lê em baş dizanin ku di dîrokê de bi hezaran caran jî derketiye holê, fikr û nêrîn nayên girtin, nayên zindanîkirin. Mesela em ji ber dizî, ruşwet û gendeliyê bihatana girtin, me tiştê ku diziye nikaribû bi xwe re bînin zindanê.  Em kujer bûna, me nikaribû sîlehên xwe bi xwe re bînin zindanê. Lê fikr û nêrînên me niha jî bi me re ne û di hindurê serê me de ne. Ew fikr û nêrîn, nayên dîtin, di cîhazên X-Ray de sînyal nadin. Jixwe eger ew sûc bana me nikaribû wan bi xwe re bînin hindur. Çimkî wek min got, ku ew sûc bana me nikaribû wan bînin zindanê. 

Kes nikare fikr û nêrînên me, prensîbên me ji me bigire. Ji îro şûnde jî kes nikare wan ji me bistîne. Em di fikr û nêrînên xwe de gelek bi biryar in. Çimkî gelê me yê li her aliyê cîhanê jî her ku diçe zêdetir piştgiriya me dike. Me heta niha li gorî gelê xwe, li gorî nirxên gelê xwe têkoşîna xwe meşand, em ê ji îro şûnde jî bi heman rengî têkoşîna xwe bimeşînin.  

Ji ber van sedema em mutaleayê red dikin, qebûl nakin. Hemû hevalên me yên rehîn demeke dirêj e girtî ne. Girtina wan bi xwe îxlal e, binpêkirina mafan e. Lê niha jî mafê parastinê ya heyeta me kirine 2 roj. Ez vê yekê jî qebûl nakim. Bila hevalên me yek bi yek û bi dor xwe biparêzin, ez ê dawiya dawî parastina xwe bikim. Ez dubare dikim, divê hemû hevalên me bên berdan, bên tehliyekirin. Careke din we bi dil û can silav dikim.

4 Mijdar 2022