Derdê wan her ew e dixwazin ku bila Kurd ti destkeftiyan bi dest nexin û nebin xwedî statû

Hema bila ti tiştê Kurdan nebe

Bi tenê tiştekî dixwazin, ew jî “bila Kurd dayika xwe nebînin” e û derdê wan her ew e, dixwazin ku bila Kurd ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê ti destkeftiyan bi dest nexin û nebin xwedî statû. Lewma jî li Tirkiyeyê siyasetvanên Kurd wek rehîne digirin û li derve jî Tirkiye wek rehîne xistine nav lepan. Tirkiye di siyaseta enerjiyê de bûye rehîneya Rûsyayê. 

We dûrbîn daye dest xwe û hûn di televizyonan de xwe nîşan didin, mirov dibêje qey hûn ji “ewlehiyê” fêhm dikin, lê hûn ber xwe jî dûr jî nabînin. Eger hûn li Rojhilata Navîn nikaribin pêşiya xwe bibînin û hûn Kurdan nebînin, hûn ê çawa li Rojhilata Navîn, bibin dewleteke mezin? Hûn dibêjin bila li Sûriyeyê Kurd nebin xwedî statû, lewma hûn li Babê her roj leşkeran dikin qurbanî. Ma hûn dixwazin ku Babê îdare bikin? Ma gelo hûn ê her li Sûriyeyê bimînin? Hûn jî dizanin ku ev ne mimkun e. Ew leşker qurbaniyên tirsa we ya ji Kurdan e. Di polîtîkaya derveyî de hûn bi Kurdan re diyalogê ava nakin û destkeftiyên wan wek firsendekê nabînin û hûn ji bo ku Kurd ti destkeftiyan bi dest nexin, zarokên vî welatî li Babê yan cihekî din dikin qurbanî. 

Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got ku “Polîtîkaya Sûriyeyê ji serdanpê xelet bû.” Lê di rastiyê de kê ev polîtîka di 5 salên dawî de li ser me ferz kir? Ma gelo ti berpirsê vê siyasetê nîn e? Di jiyana însên de failê meçhûl (kujernediyar) tiştekî îfade dike, lê di nezera dewletê de failê meçhûl çi ye? Eger hûn nikaribin berpirsên xeletiyên polîtîkaya derveyî bibînin, vêga hûn xeletiyeke din dikin. 

Ew dibêjin ku “Bila Kurd ti destkeftiyan bi dest nexin, em dikarin bi Esad re jî gotûbêjan bikin û em dikarin rêxistinên ku bin hikmê me de ne yên wek El Nûsra û Ahrar-uş Şamê jî biterikînin û bihêlin. Hema bila ti tiştê Kurdan nebe.” 

Ji Abîdeya Roboskiyê jî ditirsin

Ji bo dirêjkirina OHALê civîna Lijneya Ewlehiya Netewî ya sexte jî rêkûpêk kirin. Di biryarnameya wan de çi hebû? Hemû tiştên ku wek litûf dabûn Kurdan û wek destkeftî nîşan didan, dîsa bi biryarnameyan hat standin. Saziyên ku di dema Mehmet Agar de hatibû vekirin, îro bi biryarnameyan hatin girtin. Ew îro ji feraseta Agar jî dûr ketine. Komeleya Roboskiyê jî hat girtin. Kujerên Roboskiyê hê nediyar e, lê ew dikarin sazî û komeleyan bigirin. Ew dikarin Abîdeya Roboskiyê xera bikin. 
Ji wê abîdeyê jî ditirsin. Di abîdeyê de navên 34 qurbaniyan heye û ew nav hatin parçekirin. 

Enstîtûya Kurdî hate girtin, ti tehemûla wan bo zimanê Kurdî nemaye. Komeleya 33 Düş Yolcusu hat girtin. Komeleya Ekolojiyê hat girtin. Va ye mîrateya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ev e; şanogehên ku lîstikên Kurdî pêşkêş dikirin û pêşdibistanên Kurdî hatin girtin. Ev rewş bergeha OHALê nîşan dide. Akademîsyen ji hatin îxrackirinkirin. Akademîsyenên ku “aşitî” dixwestin hatin îxrackirin. Li cihê ku şer lê hebe, daxwaza aşitiyê sûcekî mezin e. Qaşo akademîsyenan ji kar diavêjin û wan bi birçîbûnê terbiye dikin. Wek rojnamevanan.


10 Rêbendan 2017