Dersanê Kurdkî biweçînê-Dersên Kurdî hilbijêrin!

Daxuyaniya me ya Kirmanckî-Kurmancî ya Berdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Dersim Dag:

Vengê Ma Şarê Ma rê yo: Dersanê bi Kurdkî (Kurmanckî-Kirmanckî) Biweçînê!

Şarê Kurdan se serrî yo ke heqê ziwanê xo wazenê û seba ney xo ver ro danê. Labelê Îqtîdarî her rey no heqê Kurdan seba daîmîya îdareyê xo bi kar ard û çi rey bi haweyêko samîmî seba ziwanê Kurdkî xebatî nêkerdî.

Serra 2012’î ra nata Tirkîya de dersê ziwanê Kurdkî bi hawayêko weçînitî, hewteyî de tena di seatî yenê dayîş. No hawe goreyê waştişê perwerdeyê bi ziwanê dayîke yê Kurdan nîyo û tena bi di seatan ziwanê Kurdkî aver nêşino. Sîstemêko winasîn bêguman kêmî yo û na polîtîka zî polîtîkayêka asîmîlasyonî ya. Ma zanê ke îqtîdar meseleya perwerdeyê ziwanê dayîke de polîtîkayê asîmîlasyonî dayo verê xo.

Nê raştayan reyde, reyna zî ma her babet rayîr û metodanê hemverî asîmîlasyonî de hewce vînenê. Nika prosesê dersanê weçîniteyan dest pêkerd û heta 21’ê Çele ganî wendekarî dersan biweçînê. Wendekarê ke sinifa 5, 6, 7 û 8’î de wanenê, şenê dersanê Kurmanckî û Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.

Coka vengê me heme may û pîyan rê yo! Vengê ma şarê ma rê yo! Dersanê bi Kurdkî (Kurmanckî-Kirmanckî) Biweçînê!

Banga me li gelê me ye: Dersên Kurdî (Kirmanckî, Kirmanckî) hilbijêrin!

Gelê Kurd bi sedsalan e, ji bo hebûna xwe û zimanê xwe li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de têkoşîna ji bo zimanê Kurdî, parçeyekî giring ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ji bo wê jî heta niha gelek kesan di riya têkoşîna ji bo zimên de berdêlên giran dan.

Wek HDP, em misogerkirina perwerdehiya zimanê dayikê, bêşert diparêzin û di rêziknameya me de ev maf wek mafekî bingehîn hatiye pênasekirin. Lê ji sala 2012’an vir ve di çend zanîngehan de beşên Kirmanckî û Kurmancî li ser navê ‘Ziman û Zaravayên Zindî’ hatin vekirin. Li dibistanan jî ligel hemû astengî û cudakariyan dersên Kurdî wek derseke bijarte dikare bê neqandin. Îro aşkera ye ku sal bi sal daxwaza bijartina dersên Kurdî zêdetir dibe, lê miqabilî wê mamosteyên ku ji beşên Kurdî derçûne nayên wezîfedarkirin. Ev yek nêzikatiya li dijî zimanê Kurdî careke din aşkera dike.

Bêguman, tenê dersên bijarte daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê çareser nake. Em bi awayekî erênî nêzî mijara dersên bijarte dibin lê divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê misgogerkirin. Ji bo wê jî divê têkoşîneke hevpar li dijî qedexe û zextên li ser Kurdî bê meşandin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.

Ji ber polîtîkayên sîstematîk ên asîmîlasyonê, îro her ku diçe transfera zimanî qels dibe û Kurdî di bin xetereyeke mezin de ye. Ji ber wê jî her cure rê û rêbazên têkoşîna ji bo zimanê dayikê heq û pêwîst e. Wek HDP em dizanin ku dersên bijarte wek rêbaz û pedagojik têrê nake. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bi bawerî bidomînin, lê divê em van dersan jî vala nehêlin û dersên Kurdî hilbijêrin. Em bangî gelê xwe dikin: Dersên Kurdî hilbijêrin, em li zimanê xwe xwedî derkevin. 

Dersim Dag

Hevberdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî

7 Rêbendan/Çele 2022