Destgîrkirina nûnerên me yên Hewlêrê nayê qebûlkirin!

Daxuyaniya Berpirsa Komîsyona me ya Karûbarên Derveyî û Cîgira Hevseroka Giştî Feleknas Uca:

Îro di çapemeniyê de em agahdar bûn ku endamên Nûnertiya me ya Hewlêrê hatine destgîrkirin. Piştî vê agahiyê me peywendî ligel rayedarên KDP’ê danî û em derbarê vê geşedanê de hatin agahdarkirin. Nûnerên me piştî destgîrkirinê hatin berdan û niha karûbarên xwe dimeşînin.

Rayedaran ji me re gotin “nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê çûne serdana malbatekê ku îcazeya wê malbatê ya Herêma Kurdistanê nîne”. Herçend rayedaran ev ji me re gotibin jî em destgîrkirina nûnerên xwe yên Hewlêrê û vê nêzikatiya Asayîşê wek reftareke nerast dibînin û vê yekê qebûl nakin.

Li Hewlêrê hem rayedarên siyasî, hem jî hêzên asayîşê dikarin bi rêbazên fermî û yasayî peywendiyê ligel Nûnertiya me ya Hewlêrê daynin. Lê mixabin berovajî vê, destgîrkirin, reftarên keyfî û şandina hêzên Aşayîşê bo Nûnertiya me, cihê nerazîbûn û aciziyê ye.

Mafê her Kurdistaniyekî heye ku bi awayekî aram û dilrehetî bikaribe li Herêma Kurdistanê bijî û bi şêweyekî azadane kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşîne. Hêviya me ew e ku ev şert û merc bên misogerkirin û riyên diyalogê bên avakirin.

 

Feleknas Uca

Berpirsa Komîsyona Karûbarên Derveyî û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê

7’ê Cotmehê 2021