
Ajansên nûçeyan yên wek DÎHA û JINHAya ku li dinyayê ajansa jinê ya tekane ye jî di nav de, rojnameyên herêmî yên Kurdî û Tirkî û gellek kovar hatin girtin. Mal û milkên şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin, bi temamî hatin desteserkirin. Di halê heyî de, mafê xweparastinê di nîzama dadweriyê ya îro de lawaztir bû. Hilbijartina rektoriyê ya zanîngehan hate rakirin.
Careke din mirov bêyî biryara dadgehê wek sûcdar têne îlankirin. Careke din azadiya çapemenî û komunîkasyonê tê qedexekirin; çapemeniya Kurdî, rojname, radyo, ajans, televizyon û malper têne girtin, mal û milkên wan têne desteserkirin û gelê Kurd tê bêdengkirin.
Bi biryarnameya di hikmê qanûnê ya dawî ve, gaveke dîtir bo avakirina “dewleta bîatkaran” û “dewleta partiyekê” tê avêtin. Kî bîatî Erdoğan û AKPê neke, cihê wî/ê di vê dewleta nû de nîn e.
Di pergala rewşa awarte de (OHAL) ya ku pratîkên bêqanûnî, wek hikmê qanûnê tên qebûlkirin, maf tine, hiquq tine, azadî tine. OHAL û mafên mirovan ên gerdûnî û mafên demokratîk, gellek xalên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Peymana Neteweyên Yekgirtî her roj bi aşkera têne binpêkirin.
Pêvajoya derbeya Hikûmeta AKPê û ya Erdogan, îro di meriyetê de ye. Bi ser navê “pergala serokatiyê ya modela Tirk”, “rêveberiyeke yek mirovî” tê avakirin û OHAL hincetek e ji bo vê pergalê. Ew dibêjin “an serokatî an tevlihevî” û teşebusa derbeyê wek hincet ji xwe re esas digirin û Tirkiyeyê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de, bi rê ve dibin û hemû rayedarî di destê “kesekî” de ye. Hikûmet, hemû muxalîfan wek dijmin destnîşan dike.
Em careke din bang li Hikûmeta AKPê û Erdogan dikin: Hûn çendî xirabiyan jî bikin, em ê serî li ber netewînin. Hem gelê Kurd û tevgera gelê Kurd, hem jî hêzên demokrasî û aştiyê yên li Tirkiyeyê, dê li ber van muameleyên derqanûnî çong venedin, serî netewînin.
Wazîfeya me ya mirovayetî û erka me ya hemwelatiyê ew e ku, divê em li dijî vê pergala OHALê bin û xwedî li demokrasiyê derkevin. Berxwedana li dijî van neheqiyan, pratîkên derqanûnî û OHALê, deynê stûyê me ye.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
30 Cotmeh 2016