Di 10emîn salvegera koça wî ya dawî de, em Orhan Dogan bi rêz û minet yad dikin

Di 10emîn salvegera koça wî ya dawî de, em Orhan Dogan bi rêz û minet yad dikin.

10 sal di ser mirina Orhan Doganê ku di seranserî jiyana xwe de têkoşîna mafên mirovan, aşitî, demokrasi û azadiyê dabû, bihurî. Di 10 salan de em kêmasî û mehrûmiyeta wî di têkoşîna xwe de dijîn û dibînin.

Birêz Dogan wextê ku koça dawî nekiribû ji me re gotibû “Dostên ezîz, ji ber ku min aşitî pêk neaniye, lewma ez lêborîna xwe dixwazm.” 

Em mefhûma “aşitiyê” îro wek reçeteya şer, pevçûn û gerîneka tundûtûjiyê ya ku gelên Tirkiyeyê tûş bûyê dibînin; lewma jî em vê mefhûmê wek mîrasa Orhan Dogan û hevalên wî yên qehremanên demokrasi û azadiyê dibînin. 

Em îro di têkoşîna aşitî, demokrasi û mafên mirovan de, di rêya Orhan Dogan û hevalên wî de dimeşin, mîrasa wan a tarîxî ya ku wan ji me re hiştiye, ji xwe re dikin rêber. 

Orhan Dogan di jiyana xwe de ti carî serî li ber zilm û zorê netewand, geh li girtîgehê, geh li derve, tim û tim ji xwe re rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart û her behsa aşitiyê dikir. Em vî mirovê hêja yê ku di dilê gelên me de her cih wergirtiye, ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin. 

Em Orhan Doganê ku meşalê biratî, aşitî û jiyana birûmet bû, di 10emîn salvegera koça wî ya dawî de, bi rêz û minet yad dikin û bejna xwe li ber bîreweriya wî ditewînin. 

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
29 Pûşber 2017

Etiketler: #orhan dogan