Di Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de em hemû qurbaniyên jin, mêr û zarok bi rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî: 

Di navbera salên 1986-1989’an de, rûpeleke qirêj û tarî li dîroka mirovahiyê hat zêdekirin û li Başûrê Kurdistanê sedhezaran Kurd; jin, mêr û zarok bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin. Gelê Kurd, careke din bi êrişeke hovane re rû bi rû hate hiştin. Di ser komkujiyê re 35 sal derbas bûn, lê êş û azara dayikên reşgirêdayî û kula dilê gelê me îro jî derbas nebûye. 

Komkujiya ku bi navê Enfalê hat pêkanîn, rûyê reş û tarî yê zihniyeta dagirker a rejîma Baas bi awayekî zelal aşkera kir. Di êriş û bombebaranê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn, gund û bajar hatin şewitandin, wêrankirin, bi sedhezaran Kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Rejîma dagirker, bi ayeta Quranê, desteserkirina mal û milk, ax û war û qetla Kurdan ji xwe re helal û rewa kir, 3 salan bi awayekî sîstematîk ev komkujî pêk anî. 

Êriş û bombebaranên qirkirinê 3 salan berdewam kir û di 16’ê Adara 1988’an de, li Helebceyê gehişte merheleyeke gelek giran. Bi hezaran Kurdên sivîl, bi çekên kîmyewî rastî rûreşiyeke mezin hatin. 

Komkujî û cezakirina komî ya mirovên bêguneh, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Eger bi awayekî rasteqînî û adil hesabê wê ji kujeran neyê pirsîn, ew tawan cardin tê kirin. Di şexsê gelê Kurd de, ev rastiya dîrokî gelek caran aşkera bûye. Ji Efrînê bigire heta Kirkûkê, ji Mehabadê bigire heta Dêrsimê, ji Serêkaniyê bigire heta Cizîr û Sûrê, gelê Kurd bi cezakirina komî re rû bi rû hatiye hiştin. Herçend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê di sala 2010’an de Komkujiya Helebceyê wek “jenosîd” bi nav kiribe û dewletên wek Brîtanya, Swêd û Norwecê ew wek “jenosîd” qebûl kiribin jî, serdest îro jî gefên komkujiyê li gelê Kurd dixwin. 

Zihniyeta ku bi navê Enfalê êrişî Kurdan kir û xwest gelê Kurd bi bombebaranê tune bike, mal û milkên wan desteser û talan bike, îro jî çalak û li ser piyan e. Yên ku xwestin bi komkujiyê gelê Kurd tune bikin, bi xwe tune bûn, lê ji bo ku ev karesatên mezin dubare nebin, îro ji her demê zêdetir pêdiviya Kurdan bi bihêzkirina diyaloga navxweyî, avakirina yekîtî û yekrêziyê heye. Yekîtiya Kurdan, hevgirtina hêz û aliyên Kurdan dê hem wan ji komkujiyan û zihniyeta dagirker biparêze, hem jî riya azadiyê ji bo wan veke, aştî û aramiya navxweyî û ya herêmê misoger bike. Komkujiya Enfalê, di ser re 35 sal derbas bin jî vê rastiyê careke din nîşanî Kurdan dide. 

Di 14’ê Nîsanê, Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de em hemû qurbaniyên jin mêr û zarok ên li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî û bi rêbazên derveyî nirxên mirovahiyê hatin qetilkirin bi rêzdarî û bi xemgînî bi bîr tînin. Hevxemiya xwe arasteyî hemû malbat û nas û xizmên qurbaniyan dikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

14 Nîsan 2021