
Di salvegera 15ê Tîrmehê de derbeyeke din li Şaredariyan hat kirin.
Desthilatiya Erdogan-AKPê ya ku vî welatî bi rêya OHAL û KHKyan bi rê ve dibe, di salvegera 15ê Tîrmehê de bi KHKyeke nû, êrişî şaredariyan kir. Di salvegera teşebisa cûntayê de, em careke din derbeya li dijî şaredariyan ya ku îradeya gel temsîl dike, şermezar dikin.
Di hilbijartinên herêmî de, ew şaredariyên ku bi dengen gel hatî hilbijartin û deverên xwe bi rê ve dibin
-Hatin desteserkirin û qeyûm lê hatin tayînkirin,
-Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyan hatin zindanîkirin û di wek rehîneyan hatin girtin,
-Hemû sazî û dezgehên serkeftî yên şaredariyan bo alîgirên AKPê hatin dabînkirin/dewrkirin,
-Hemû saziyên jinan ên ku bi têkoşîna azadî û yeksanî ya jinan hatî bidestxistin, hatin girtin,
-Rakirina tabelayên kurdî û qedexekirina zimanê dayikê,
-Û texrîbkirina nirxên gelê kurd yên tarîxî û kulturî, têra wan nekir.
Bi KHKya dawî, hemû kedkarên li şaredariyan dixebitîn wek hedef hati wergirtin. Ji Şaredariyên Bajarê mezin ên wek Amed, Wan, Mêrdîn, Riha û şaredariyên wek Agirî, Batman, Çewlîg, Bidlîs, Colemêrg, Şirnex, Îdir, Qers, Mersîn Akdenîz, Mûş, Sêrt û Dêrsimê, bi sedan kedkar bêyî ti hikmeke mehkemeyan, ji kar hatin bidûrxistin.
Desthilatî, aliyê siyasî yê teşebisa derbeyê ya 15ê Tîrmehê û pêwendiyên aşkera yên ligel AKPê vedişêre û operasyonên berevajîkirina têgehiştinê didomîne. Desthilatiya Erdogan-AKPê ya ku 15ê Tîrmehê wek “xêra Xwedê” didît, çi bike jî, xwe bi kîjan zilmê ve gire bide jî, dê nikaribe heqîqetê berevajî bike.
Serkêşê vê desthilatiyê yê ku digot “çi ji me xwestin, me da wan”, her cure maf û azadiyê, prensîbên hiqûqa demokratîk binpê dike. Em baş dizanin ku dê rojekê hesabên van kar û kiryaran hem di wijdana civakê de hem jî di mehkemeyan de bide.
Ew çi bikin jî dê nekarin bi zindanîkirina hevşaredaran, endamên meclise, nûnerên siyasî yên gel û kesên ku têkoşîna siyaseta demokratîk dimeşînin; û bi îxrackirinê kedkaran, îradeya gel teslîm bigirin. Gel dê bersiva vê zilm û zordestiyê, helbet bi rêka siyasete bide. Ev zilm û zordestî dê rojekê bi dawî bibe û kesên hilbijartî û xebatkar dê vegerin ser karên xwe.
Osman Baydemîr
Berdevkê HDPê û Parlementerê Rihayê
15 Tîrmeh 2017