Divê Aysel Tugluk demildest were berdan

Aysel Tugluka ku bi salan e têkoşîna ji bo mafên mirovan dide, bi operasyona Hikûmetê ya roja Duşemê hate derdestkirin. Aysel Tugluka ku Cîgira Hevseroka me ya Giştî û Berpirsa Dad û Mafên Mirovan e, hê jî li Amedê di TEMê (Têkoşîna bi Terorê re) derdestkirî ye.

Aysel Tugluk her wekî din, parêzara Hevserokên me yên Giştî û Parlementerên me yên zindanîkirî ye û di girtîgehan de bi awayekî nîzamî serdana wan dikir.

Derdestkirina Aysel Tugluka ku geh di meydana siyaseta demokratîk de, geh di Meclis û saziyên demokratîk de bi salan e têkoşîna ji bo aştî, edalet û yeksaniyê dide, bi tenê ne derqanûnî ye, her wekî din di çarçoveya demokrasiyê de jî rewşeke seyr e.

Muameleya li dijî wê feraseta dadmendiya Hikûmetê ya leng destnîşan dike. Divê Aysel Tugluk demildest were berdan û dawî li reftarên derqanûnî were anîn.

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê
27 Kanûn 2016