Divê demildest daxwazên hêwirînê yên xwendekaran bên bicihanîn!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê Salîm Kaplan:

Pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê yek ji wan qadan e ku herî zêde ketiye bin bandora krîza mezin û bingehîn a îdarî ya desthilatdariyê. Bloka AKP-MHP’ê, ku hewl dide pergala aboriyê, jiyana civakî, xweza, dadgerî û siyasetê li gor xeta xwe ya îdeolojîk vesaz bike. Di encama destwerdanên li ser pergala perwerdehiyê de pergala perwerdehiyê xisareke mezin dîtiye û bûye wek giloka pirsgirêkan.

Desthilatî heta niha gelek çavkaniyan dabîn dike ji bo terîqetan û dixwaze xwendekar mecbûr bimînin ku biçin wargehên terîqeta. Pirsgirêka hêwirînê ya xwendekaran tenê bi krîza aborî re têkildar nîne. Desthilatdariya ku li her deverê qesr û serayan bi milyon dolaran ava dike û herî dawî lii Amerîkayê bi 291 milyon dolaran Xaniyê Tirkan ava kiriye, dikaribû bi van pereyan sedan wargehên xwendekaran jî ava bike.

Di xaniyên 1+1 de, ku bi gelemperî ji bo kirêkirina xwendekaran hatine çêkirin, bi destê şîrketan ve li ser bihayeke diyarkirî ber bi tekedestîbûnê ve diçe û ev xanî ji xwendekaran re ji bihayê wan zêdetir tên kirêkirin. Ji ber krîza aborî, bilindbûna bihayê wan yên ku pêşiyê nayê sitandin xaniyên mayî jî bi bihayên bilind tên kirêkirin û ev rewş dibe sedem ku xwendekar ji mafê vehewînê bêpar bimînin, ku ev maf ji mafê herî giring ê mirovî ye.

Ji ber ku hikûmet bi tu prensîbên dewleta civakî tevnagere û yên heyî jî xera dike û dewletê wekî şîrketekê bi rê ve dibe û berjewendiyên şîrketan diparêze, loma jî şert û mercên jiyana xwendekaran her roj diçe dijwartir dibe.

Di serî de ji bo mafê vehewînê, tu xemên hikûmetê nîne ku mafê xwendevanan ê perwerdehiya bi zimanê ayikê li zanîngeheke demokratîk û xweser bigihîne standardê navneteweyî. Yek ji mezintirîn planên wan ên stratejîk ew e ku qada perwerdehiyê biguherînin û bikin qada xwe ya îdeolojîk û hegemoniya çandî ya ku bi salan e dixwazin saz bikin.

Ciwanên xwendekar xwediyê kevneşopiyeke mezin ê berxwedanê ye, lê mixabin ew ciwan îro di welatê xwe de bêwargeh hatine hiştin. Em wek HDP, piştgiriyê didin daxwaza hêwirînê ya xwendekaran. Û em bangî hemû partiyên siyasî dikin da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran hewl bidin.

 

Salîm Kaplan

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdehiyê

24 Îlon 2021