Divê her welatparêzek li hemberî helwesta PDK’ê bertekê nîşan bide

Partiya me, KCD, DBP û saziyên demokratîk derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê de daxuyanî dan çapemeniyê.

Partiya me, KCD, DBP û saziyên demokratîk derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li avahiya DBP'ê ya Amedê hat dayîn de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Cîgira Hevseroka me ya Giştî Feleknas Uca, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên demokratîk cih girt. 

Di sedsala Lozanê de dixwazin cardin sînorê Rojhilata Navîn diyar bikin

Feleknas Uca: Em dixwazin li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Başurê Kurdistanê nêrînên xwe parve bikin. Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Di sedsala Lozanê de dixwazin cardin sînorê Rojhilata Navîn diyar bikin. Dixwazin destkeftiyên gelê Kurd berteref bikin. Ji aliyekî ve hevdîtin di navbera PDK û Tirkiyeyê de tên kirin. Di ser vê hevdîtinê re wext derbas nebû operasyon hate destpêkirin. Dîsa li hemberî asayîşa Êzidiyan, Iraqê êriş da destpêkirin. Em di erîfeya çarşema serê nîsanê de ne ev Çarşema Sor e û li ser Şengalê ev êriş hate destpêkirin. Dixwazin di navbera Rojava û Şengalê de dîwarekî ava bikin. Bi destê dewleta Tirkiyeyê bi destê PDK û hikûmeta Iraqê dixwazin van êrişan bikin. Metneke me ya nîvîskî heye em dixwazin vê bi we re parve bikin. 

Maseya muzakereyê hilweşandin û konsepta şer dan destpêkirin

Hikûmeta AKP-MHP’ê bi rûxandina maseya Muzakereya Demokratîk dawî li  Peymana Dolmabahçeyê anî û ji  Darbeya 7’ê Hezîranê heta niha, li Tirkiyeyê polîtîkayên herî giran ên şer, înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê didomîne. Pirsgirêka Kurd a ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye, li şûna vê pirsgirêkê bi rêbazên muzakereyên demokratîk çareser bike, israra xwe ya di warê polîtîkayên şer de didomîne. Ev pêvajoya ku bi tecrîda Îmraliyê dest pê kir, bi dagirkirina Rojava ya ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat, bi girtina wekîlên hilbijartî, desteserkirina şaredariyan ji aliyê qeyûman ve bi îşkence û qetlîamên li dijî girtiyên siyasî yên di zindanan de, bi operasyonên li dijî xebatkarên siyaseta demokratîk û gelê Kurd, bi komploya girtina HDP’ê, girtin, îşkence û qetlîam bênavber berdewam kir. Li gel van pêkanînan jî gelê Kurd çok neda û berxwedana xwe hîn zêdetir mezin kir. 

Bi milyonan Kurd di Newrozê de riya çareseriyê nîşan dan

Di Newroza 2022’yan de bi milyonan gelên me ber bi qadan ve herikîn û helwesta xwe nîşan dan. Xuya ye ku AKP-MHP ji bo parastin û domandina desthiladariya xwe dixwaze êrişên xwe zêde bike. Ji Newrozê heta niha bi hezaran welatiyên me yên li Kurdistanê, di encama operasyonên çavtirsandinê de hatine binçavkirin û girtin. Lê belê ev pêkanîn çawa ku doh encam neda, îro û sibe jî dê encam nede. Em êrişa artêşa Iraqê ya duh a li ser Şengalê jî li gel vî şerê qirêj bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em bi têkoşîna gelê Şengalê re ne.

Divê her welatparêzek li hemberî helwesta PDK’ê bertekê nîşan bide

Li ser vê bingehê bi taybetî em bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hunermendên Kurd, komên olî û rayedarên Kurdistanê dikin ku li hemberî vî şerê qirêj, hemû hêzên ku di vî şerî de cih digirin û PDK’ê bi helwesteke hevpar berteka xwe nîşan bidin û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê Kurd derkevin.

Yên ku demokrasiyê dixwazin divê li hemberî vî şerî derkevin

Ev polîtîkayên şer ên qirêj, îmha û înkarê tenê bandorê li gelê Kurd nake. Gelên Tirkiyeyê jî di dîroka xwe de bi talana herî mezin a siyasî, aborî û xwezayî re rû bi rû mane. Heta ku  pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev pirsgirêkên piralî jî ji holê ranabin. Ên ku hêviya vê yekê dikin jî di nav xeletiyeke mezin de ne. Ên ku li hemberî şerên li herêmê û cîhanê bertek nîşan didin û li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd û gelê Kurdistanê bêdeng dimînin şirîkê van polîtîkayên şer in. Ên ku êrîşên dagirkeriyê û şerên hegemonyayê yên ku li ser axa Filistînê û Ukraynayê pêk tê, bi awayekî tund şermezar dikin û helwesta xwe nîşan didin; heta ku heman helwestê li hemberî polîtîkayên şer û înkarê yên li ser Kurdistanê û gelê Kurd jî nişan nedin, divê neyê hêvîkirin ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk.

Em bang li hemû şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr-hunermendên Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê Kurd re bibin yek. Ev şer herî zêde bandorê li civaka Tirkiyeyê dike û wê ev bandor bidome. Roj bi roj wê rejîma dîktatorî pêş bikeve, demokrasî lawaz bibe, talana aborî berdewam bike. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên şerê qirêj siyaseta aştiyê bi pêş bixin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

Saziyên îmzeker:

KCD, DBP, HDP, TJA, DAYİKÊN AŞİTİYÊ, 78’LER DERNEĞİ, MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, MER-DER, DİCLE FIRAT KÜLTÜR DERNEĞİ, GÖÇ-DER

Dayika Aştiyê: Barzanî Helebce û Sedam ji bîr kiriye û bûyê Sedamê duyemîn

Dayika Aştiyê jî wiha got: Bila meha Remezanê bibe meha aştiyê, aramiyê, sekinandina xwînê. Wekî dayikan em bang li Barzanî dikin. Navê birêz li ser zimanê me çûye. Ger ku wî Helebce ji bîr kiribe, dibê elif û bê ez elimîm derseka çê. Sedam jî wî elimand dersa kîmyasalê, kuştinê. Wî dersa Sedam hildaye. Me wek lîderek lê dinihêrî. Dema Sedam çû kêfa Kurdan hat û gotin ku me lingekî Kurdistanê li Başur danî. Lê mixabin me nizanibû me dijminê herî giran ji xwe re çêkiriye. Îro zarokên vî gelî ji bo azadiya gelê xwe berxwedaneke mezin dikin lê ew rê dide qatilê zarokên Kurdan. Em wî şermezar dikin. Em dibêjin te Helebce û te Sedam ji bîr kir û tu bûyî Sedamê duyemîn. Dê destê dayikan di qirika we de be. Em vê zilma mala Barzanî qebûl nakin. Em aştiyê û wekheviyê dixwazin. Em wekî dayikan dibêjin werin ser riya rastiyê. Tu Kurdek î lê li ser navê Kurdîtiyê Kurdan qatil dikin. Serkeftin dîsa ya gelê Kurd e. 

19 Nîsan 2022