
Parlementerê me yê Amedê Îmam Taşçier, di axaftina xwe ya budçeya 2017an de bal kişand ser rêkeftina AKP-MHPê û derbarê makeqanûna nû de got: divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem.
Taşçier di axaftina xwe de got: dê sîstema parlementarîzmê biguherin û dewsa wê sîstema serokatiyê bînin. Em navê sîstemê jî naveroka wê jî nizanin û çend xalên wê qanûna bingehîn hene, wê jî kes nizane. Lê em baş dizanin ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye. Sebebê hemû problemên aborî, civakî û siyasî, tinebûna qanûneke bingehîn a demokratîk e.
Fermanên Erdoğan û Hikûmetê li ser me têne ferzkirin
AKP û MHP dixwaze ku bi rêkeftinekê qanûna bingehîn biguherîne û hemû tecrûbe û destkeftiyên heta roja îroyîn piştguh bike. Xeletiya herî mezin ji vir destpê dike. Beşên civakê yên mezin û partiyên wan ji aliyê AKP û MHPê ve têne vederkirin. Di halê heyî de, xuya ye maf û pêdiviyên Kurd û Elewî û hemû komên dînî û etnîk nayên dayîn û bi tenê daxwazên hikûmeta AKPê û Serokkomar Erdogan li ser me têne ferzkirin.
Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye û divê ew jî li ser zemîna diyalog û gotûbêjan û bi nûner û berpirsên komên civakê û bi konsensûsa zanyar û ronakbîr û dadnasan were damezirandin.
Sîstema Serokatiyê dikare were gengeşekirin. Lê ev sîstem ne ew tişt e ku bi tenê li dor hikmên Serokkomar û hikûmetê were sînorkirin. Sîstema serokatiyê, her wekî din navê wê sîstemê ye ku sîstema parêzgehî, xweserî û îdareyên herêmî jî şimûl dike û guherîneke ji jêr ber bi jor ve esas digire. Pêdiviya vî welatî ne bi sîstema parlementerî ne jî ya serokatiyê heye. Qanûna bingehîn a mewcûd jixwe wek zencîrekê lingên welêt girê daye .Tiştê lazim bo vî welatî qanûneke bingehîn a demokratîk e.
Divê qanûna bingehîn rê li ber pirr-zimaniyê veke
Qanûna bingehîn a nû divê nebe asteng ku terîfên pirr-zimanî tê de bêne kirin. Gellek welatên dinyayê, zimanên hemwelatiyên xwe nas dikin û wan zimanan wek fermî qebûl dikin û pirr-ziman in. Li Amerîkayê, Ingilizî û Spanî; li Swîsreyê Elmanî, Frensî û Îtalî; li Rûsya, Hindistan û Afrîkaya Başûr û gellek welatan ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Li Iraqê 2 zimanên fermî hene; Erebî û Kurdî.
Li Tirkiyeyê îro nebe jî di demeke nêz de, divê li rex Tirkî, zimanê fermî yê duyem jî Kurdî be.
7 Kanûn 2016