Ebrû Gunay: Em ê rê nedin tasfiyekirina têkoşînê

Hevpeyvîna ku berdevka me Ebru Gunay daye rojnameya Xwebunê:

Di ser hilbijartinên 14’ê Gulanê re du meh derbas bûn. Lê hê jî encamên hilbijartinê ji aliyê gelek derdoran ve tên nîqaşkirin û der barê encaman de nirxandinên cuda tên kirin. Li gorî encamên ku derketin holê Partiya Çepên Kesk û HDP’ê biryara lidarxistina civînên navendî û civînên bi gel re dan. Qonaxa yekemîn a van civînan bi dawî bû û her du partiyan dest bi qonaxa duyemîn a civînên xwe kirin. Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bi gel re civînan li dar dixin. 

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê mijarê de bersivand. Gunay, destnîşan kir ku encamên hilbijartinan li gorî wan ne rewa ye lê tevî vê yekê jî ji ber kêmasî û nebesiyên xwe encama ku xwestine bi dest nexistine û ev nirxandin kir: “Di van nirxandin û civînên ku heya niha me li dar xistine de derket holê ku paradîgmaya me yekane xeta çareseriyê ya hemû pirsgirêkên civakî ye. Kêmasî û nebesî ji ber paradigmayê nîne ji ber ku me bi têra xwe vê paradigmayê di siyaseta rojane de pêk neaniye derketine holê.”

Pirsên me û bersivên Gunay weke li jêr in:

Em bi encamên hilbijartinê dest pê bikin. Li gorî tespît û nêrînên we partiya we ji ber kîjan sedeman encama ku xwest bi dest bixe di hilbijartina 14’ê Gulanê de bi dest nexist?

Gotina dawî ez di serî de bibêjim; encamên vê hilbijartinê rewa nîn in. Encamên hilbijartinê îradeya civakê temsîl nake, serkeftina îktidarê rasteqîn nîne. Di destpêkê de divê ev yek bê nîqaşkirin. Her wiha tişta ku di vê hilbijartinê de derketiye holê daxwaza civakê ya guherinê ye. Heqîqet ev e. Nezîkê ji sedî 60’ê civakê ji atmosfera îro ya siyasetê û rewşa Tirkiyeyê aciz e. Lê belê ev heqîqet bi encamên ku hatin diyarkirin hate veşartin.

Lê belê li gel van rastiyan, di hilbijartinê de em negihîştin armancên xwe. Armanca me ew bû ku di vê hilbijartinê de em pergalê biguherînin û di parlamentoyê de bi komeke xurt û bihêz cîh bigirin. Lê mixabin me nikaribû ku em vê yekê pêk bînin. Sedemên vê yekê pir in. Di serî ev hilbijartin di şert û mercên demokratîk û wekhev de pêk nehat. Ji aliyekê ve hemû derfet û hêza dewletê ji bo AKP’ê hatin seferberkirin. Hilbijartin ne di navbera partiyan siyasî de, di navbera dewletê û partiyên muxalefetê de pêk hat. Di serî de partiya me partiyên muxalefetê di bin pêkutî, êrîş, girtin, dorpêçkirina dadgerî de xebatên xwe meşandin. Ger ku em encamên hatine aşkerakirin weke encamên rasteqîn binirxinînin jî îktidarê van encaman bi her cûreyên manîpulasyonê, derewan, propagandeyek yekalî bi dest xist. Hemû rêbazên bêexlaqî hatin bikaranîn. Ji sedî 99’ê çapemeniyê weke bultenên AKP’ê hatin bikaranîn. Tenê em vê yekê li ber çavan bigirin tu kes nikare bibêje ku encamên hilbijartinê rewa ne.

Lê belê li gel vê yekê em di serî de kêmasiyên xwe nebesiyên xwe esas digirin. Em li sedeman nagerin, hincetan peyda nakin. Ev tabloya ku min anî ziman rast e, bandorek mezin li ser encamên hilbijartinê kiriye lê belê ya esas helwesta me ye. Ji diyarkirina namzetan, heya rewşa me ya rêxistinî, ji polîtikayên tifaqan heya polîtikayên demî diyare ku kêmasiyên mezin hene. Di vî warî de em hemû rexneyên ku pêşiya me vedikin qebûl dikin, li berçavan digirin û hurmeteke mezin ji van rexneyan re digirin.

Weke ku hûn jî dizanin li ser encamên hilbijartinê gelek nirxandin û nîqaş hatin kirin. Ji ber van nîqaş û nirxandinan piştî hilbijartina 28’ê Gulanê we biryara lidarxistina civînên navendî da. Di civînên we de nîqaş û nirxandinên bi çi rengî hatin kirin?

Rast e, li ser esasê ku min diyar kirin partiya me piştî hilbijartinê bi awayekî berfireh pêvajoya rexnedayîn û xwerexnekirinê da destpêkirin. Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinan, serokên bajaran, lijneya hevserok û hevberdevkan, rêxistinên bajar û navçeyan, MYK’a me heya niha civînên xwe li dar xistine. Ev merheleya yekemîn bû. Me bi awayek aşkera polîtikayên xwe, siyaseta xwe ya rojane, helwest û refleksên xwe di berçavan re derbas kir.

Di civînên we de weke pirsgirêk tespîtên bi çi rengî derketin holê û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji aliyê endam û rêveberên we ve pêşniyarên çawa hatin kirin?

Di van nirxandin û civînên ku heya niha me li dar xistine de derket holê ku paradîgmaya me yekane xeta çareseriyê ya hemû pirsirgirêkên civakî ye. Kêmasî û nebesî ji ber paradigmayê nîne ji ber ku me bi têra xwe vê paradigmayê di siyaseta rojane de pêk neaniye derketine holê. Ji aliyê din ve ne tenê ji bo me ji bo hemû civakê û muxalefetê tecrîd bûye sedema dorpêçkirinê û heya ku ev tecrîd neşikê serkeftina siyasî ne mimkûn e. Yanî hikûmet bi siyaseta şer û tecridê emrê xwe dirêj dike. Ji bo guherîna hikûmetê lazime ev tecrîd û polîtikaya şer bê şikandin. Ev jî kêmasiyek din a esasî ye. Di vî warî partiya me û hemû civak ji bo pêşeroja xwe bi berpirsiyariyek dîrokî re rû bi rû ye.

Partiya me bi salan li hemberî êrîşan li ber xwe da û politîkayên tasfiyekirinê vala derxist. Hebûna me bi tena serê xwe serkeftinek mezin e. Lê armanc û hedefên me yên mezintir hene, derd û pirsgirêkên civakê li benda çareseriyê ne. Lewma em nikarin xwe bi vala derxistina polîtîkayên tasfiyekirinê bi sînor bikin. Ji bo çareseriya pirsgirikên civakî pêwîstiya me rêxistinbûneke xurttir heye û kêmasiyek din a esasî jî di warê rêxistinbûnê de derdikeve holê.

Bi daxuyaniya ku we di 10’ê tîrmehê de da hûn derbasî qonaxa duyemîn a civînên xwe bûn û dest bi civînên bi gel re kir. Ferqa van civînên bi gel re û civînên we yên navendî ji hev çi ye û di van her du civînan de rexne û pêşniyarên bi çi rengî li partiya we hatin kirin?

Belê em di pevajoya nûbûn, rexnedayîn û xwerexnekirinê de ketin qonaxa duyemîn. Niha jî di civînên me de merheleya duyemîn dest pê kir. Heya 25’ê tîrmehê em ê li hemû herêman, li cihên ku em birêxistin in civînên gel li dar bixin. Yanê me encamên hilbijartinan, kêmasiyan di lijneyên xwe de û di mekanîzmayên partiya xwe de nirxand lê ji bo me nêrîn, nirxandin, rexne û pêşniyazên gel li ser her tiştî ne. Em niha bi hemû awayê xwe radestî gel û civakê dikin. Ji ber ku xwediyê partiyê jî têkoşînê jî gelê me ye û dê gel van nîqaşan û vê pêvajoya ku me daye destpêkirin bi encam bike. Em partiyê û gel ji hev cuda nabînin. Vê pêvajoyê hîn nû dest pê kiriye û dema ku encam bû dê herkes bibîne ku gelê kurd çawa li partiya xwe nirxên xwe xwedî derdikeve. Bila kes meraq neke dê gelê me û partiya me ji vê pêvajoyê xurtir derkeve. Ev pêvajo ji me hemûyan sedema nûbûnê, mezinkirina têkoşînê û bibiryarbûyinê ye.

Di civînên xwe de hûn peyamên guhertin û jinûve rêxistinbûnê didin. Gelek derdor vê peyama we weke guhertina rêveberiya partiyê û kesan dinirxînin. Li gorî we guhertineke bi vî rengî têra nûbûn û guherîna ku hûn qal dikin, dike?

Bêguman ji bo guherînê çi pêwîst be dê partiya me wê bike. Weke ku min got em ê bi gelê xwe re biryara vê yekê bidin. Daxwaza me ew e ku di vê pêvajoyê de aktorên nû derkevin û ala têkoşînê hilbigirin. Guherîna kesan jî bi aktorên nû, zîrek, dildar, têkoşer mimkûn e. Em gelek zelal in. Heya dawî ji nûbûnê re erê, ji guherinê re erê. Lê bila xêrnexwaz li qisûrê nenêrin em rê nadin tasfiyekirinê, qelskirina têkoşînê. Piştî van civînan em ê konferans û kongreya xwe ya mezin li dar bixin. Ev nîqaş lazime di vê pêvajoyê de bi dawî bibe û em li pêşiya xwe binêrin.

Piştî ku van civînên we bi dawî bibin û di encamê de kongreya bê lidarxistin wê pêvajoya hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an dest pê bikin. Wê van civînên we û kongreya we bandoreke çawa li hilbijartinê bike?

Careke din dubere bikim; partiya me wê ji vê pêvajoyê bihêztir derkeve. Ev nîqaş, tevger û xebat ji bo me di heman demê de pêngava rêxistinbûnê ne. Amedekariyên hilbijartinê ne. Partiya me dê careke din rewşa siyaseta Tirkiyeyê diyar bike. Ev hilbijartin ji bo me wateyek girîng dide. Em ê qeyûman têk bibin ne tenê qeyûman bi qeyûman re polîtîkayên desthilatê ku vîna gelê kurd qebûl nake jî têk bibin.

Di civînên we yên navendî de û yên bi gel re ji bo hilbijartinên herêmî qet pêşniyar hatin kirin. Heke hatibin kirin ev pêşniyarên bi çi rengî bûn û weke partî hûn ê di hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an de stratejiyeke çawa bimeşînin?

Ev pêvajo hîn bi encam nebûye û berdewam dike. Dema ku ev pêvajo bi encam bibe em ê van encaman bi awayekî hûrgulî ji raya giştî re parve bikin. Gelek pirsên ku hûn dikin jî dê bi encambûna vê pêvajoyê re bên bersivandin. Lê ji bo stratejiya hilbijartinên heremî ji niha ve tiştekî diyar tune ye. Stratejiya me mezinkirina destkeftinên gelê kurd e, serkeftineke dîrokî ye.

17 Tîrmeh 2023