Efrîn ev 3 sal in ji aliyê çeteyan ve tê talankirin û şêlandin!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re deh sal derbas bûn. Di nav van deh salan de cihê ku şer lê neqewimîbû yek jê Efrîn bû, lê ji ber dijminahiya li hemberî Kurdan ya desthilatiya AKP’ê sê sal berê Efrîn hat dagirkirin. Li Efrînê, beriya dagirkirinê rêveberiyeke demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û Asûrî hebû. Lê îro û 3 sal in di bin tarîtî û hovîtî û talana çeteyan de hatiye hiştin. Demografyaya wê hat guhertin, bi sedhezaran Kurd û gelên Efrînê ji cihûwarê xwe yê qedîm hatin bidûrxistin. 

Ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha gelek sazî û dezgehên navneteweyî jî destnîşan kirine ku li Efrînê gelek sûcên li dijî mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî rûdane. Gelê Efrînê bi darê zorê hatiye koçberkirin, mal û milkên wan hatine talankirin, destdirêjî, kuştin û lêdan li sivîlan hatiye kirin. Ev kom îro di bin hikm û kontrola Artêşa Tirk de ne û di nav Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê de tên xwedîkirin. Li gorî raporên Neteweyên Yekgirtî gelek tawanên şer ji aliyê wan koman ve li Efrînê pêk hatine. Di rapora Rêbendan-Tîrmeha 2020’an a Neteweyên Yekgirtî de jî tawanên şer hatine destnîşankirin. Gelek sazî û dezgehên navneteweyî heta niha derbarê van tawanên li dijî hiqûq û mirovahiyê de bang li desthilatiya AKP’ê kirin, lê heta niha tu gav nehate avêtin û tu guherîn çênebû. 

Efrîn ji bo gelên Sûriyeyê devera herî bi ewle bû lê piştî ku di 20’ê Rêbendana 2018’an de hat dagirkirin, îro ji bo çeteyan bûye stargehek. Dagirkirina Efrînê di sê salên borî de xisara herî mezin da niştecihên qedîm û otokton ên Efrînê. Ev plana dagirkeriyê ya ku xwe dispêre dijminahiya gelê Kurd, ne tenê li Efrînê her wekî din li Serêkaniyê û Girê Spî jî hat pêkanîn û domandin. Bi sedhezaran Kurd bi dijminahiyeke mezin ji cihên xwe hatin bidûrxistin, li van bajaran talan û cerd û revandin û kuştin her ku çû bi destê cîhadiyên selefî zêdetir bû. Mixabin îro jî ev reftarên kirêt tên domandin û li hemberî vê yekê hemû cîhanê xwe kor û ker kiriye. 

Piştî ku Efrîn û bajarên din ên Kurdan hatine dagirkirin, li wan deran qeymeqam, asayîş, sazî û dezgehên fermî yên wek dibistan, PTT û zanîngeh jî hatin avakirin. Ev yek nîşaneyên eşkere yên dagirkerî û îlhaqê ne. Zihniyeta yekparêz hemû navên Kurdî yên gund û bajaran, sazî û dezgehan guhert û li şûna wan navên Tirkî lê kir. Êriş li dijî hemû nirxên çandî û dewlemendiya şaristaniyê hat kirin. Ev yek jî nîşana bişaftin, Tirkkirinê bi xwe ye. 

Desthilatiya AKP-MHP’ê divê polîtîkayên dagirkerî, îlhaq û gurkirina şer û pevçûn û berberiyê biterikîne ku heta niha li Efrîn û li Rojhilata Navîn bûye sedema gelek aloziyan. Îro careke din eşkere bûye ku tu xêra dijminahiya li hemberî gelê Kurd, ji tu kesî re tuneye. Li dijî şer û pevçûnê, divê zimanê diyalog û danûstandinê bê avakirin. Ev yek dê li devera me, azadî, aştî, wekhevî û aramiyê bi xwe re bîne. 

Di 3’yemîn salvegera dagirkirina Efrînê de, em careke din bangî hemû sazî û dezgehên Tirkiye û cîhanê û raya giştî dikin: Li hemberî dagirkirin, kuştin, talan û tawanên şer ên li Efrîn û Rojava em dengê xwe bilind bikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

20 Rêbendan 2021