Em 15’ê Gulanê bikin cejna duyemîn: Cejna we ya Remezanê pîroz be!

Daxuyaniya Hevserokên me yên Giştî û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk:

Di nav êş û jan, qeyran û xizaniyê de em Cejneke din a Remezanê pêşwazî dikin. Li aliyekî pirsgirêkên mezin û giran ên civakê, li aliyê din daxwaza guherîn û çareserkirina wan pirsgirêkan heye. Dilê me çendîn xemgîn be jî, hêviya me geş e. Em hemû qurbaniyên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Me soz daye wan, em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Niha dem dema piştgiriyê, dermankirina birînan û mezinkirina palpiştiyê ye. Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin.

Em hêvî dikin ku di vê Cejna Remezanê de em bi hev re piştgiriya xwe xurt bikin û em 15’ê Gulanê bikin cejna duyemîn. Em li ser esasên piştevaniyê jiyaneke wekhev û azad ji nû ve ava bikin. Em 14’ê Gulanê di rêya avakirina jiyaneke nû de bikin cejneke mayînde.

Careke din em Cejna Remezanê ya gelê xwe û hemû gelan pîroz dikin. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê. Em ê 15’ê Gulanê bikin cejna duyemîn.

 

Hevserokên me yên Giştî û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk

20 Nîsan 2023