Em 20ê Tîrmehê Komkujiya Pirsûsê ji bîr nakin!

Em 20ê Tîrmehê Komkujiya Pirsûsê ji bîr nakin!

Bi Komkujiya Pirsûsê re ya ku 33 ciwan bi destê DAIŞê hatibûn qetilkirin, şer û pevçûn ji nû ve hate destpêkirin. Bi Komkujiya Pirsûsê re serdemek hate girtin û AKPê serdemeke din da destpêkirin. 

Ji bo ku alîkarî neye kirin û gel bi tenê bimîne, di hemû cengan de pêşî piran hildiweşînin. Xwestin ku li Pirsûsê, pira palpiştî û têkoşînê ya gelan ya ku li dijî hovîtiya DAIŞê hatibû çêkirin, hilweşînin. 2 sal berê, ciwanan xwestin ku Kobaniyê ji nû ve ava bikin û pirekê ava bikin. Ciwanên tirk, kurd, laz, çerkes û ereb. Ciwanan dixwestin ku pêlîstokan bo zarokên bajarekî kavilkirî bibin. 

Desthilatiyê hewl da ku vê komkujiyê jî ron neke yan bincil bike. Dîsa jî 21 meh piştî komkujiyê, bi encama têkoşîna hiqûqê ya malbat û dostên wan, doza Pirsûsê hate vekirin. 

Di vê doza sosret a hiqûqê de, tene Yakup Şahin heye, ew jî tekane bersûcê di doza Komkujiya Enqereyê ya 10ê Cotmehê de ye û bi girtî tê darizandin. Yakup Şahin ji ber hinceta ewlehiyê beşdarî celseya yekem nebû. Di celseya duyem de jî bi hinceta ku nexweş e, dîsa nehate dadgehê û bi rêya SEGBİSê beşdar bû.

Helwesta heyeta mehkemeyê jî îbretî bû. Hevseroka SGDFê Ceren Çobana ku wek şahid beşdarî celseye bûbû, ji ber axaftina xwe ya dadgehê, hat tawanbarkirin. Di celseya duyem de jî, daxwaza şahidiyê ya ji bilî birîndarên Pirsûsê nehate qebûlkirin. Hincet jî dûrîaqil bû: ji bo ku ji tawanê bibandor nebin. 

Hêzên ku li pişt Komkujiya Pirsûsê bûn, nehatin aşkerakirin. Bi ser de ew kesên ku xwestin dozê bişopînin û şahid û gaziye Pirsûsê yên ku edalet dixwestin, her tim hatin derdestkirin û girtin. Ji komkujiyê heta îro, 12 birîndarên Pirsûsê hatin girtin. 

Di ser Komkujiya Pirsûsê re 2 sal bihurî. Em 33 şoreşgeran ji bîr nakin. Em ê her bitêkoşin da ewên ku qetilkirina wan şoreşgeran organize kirin û hêzên ku rê li ber bombeya zindî vekirin ku ew ji xwe re bi rehetî li Pirsûsê bigere, werin aşkerakirin. 

Doz û dewaya wan dê di têkoşîna me de her bijî. Em soz didin wan, em ê wê pira wan ava kiriye biparêzin û bi pêş bixin. Em 33 rêwiyên xewn û xeyalan bi rêzdarî û bi hezkirin yad dikin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijney Rêvebirina Navendî
20 Tîrmeh 2017