Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin!

Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, ligel pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, li Amedê deklarasyona me ya Newroza 2021'an ragihand:

Di dîrokê de, ahengeke piralî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike û mohra xwe li karekterê wan dixe. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Lewre jî bihar; coş û ahenga vejînê ya xweza û mirovan e. Ji bo wê jî bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Ev têkiliya xweza û civakan, bi hezaran sal e wekî normekê xwe dubare kiriye û heta îro jî hatiye. Hatina biharê dilopên vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.

Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Hem li cîhanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehaqên roja me her ku diçe zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakûr gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.

Dixwazin hem daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, hem jî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdêlên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan ku li Îmraliyê hatiye avakirin, zext û fişarên li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind.

Newroz dîrokeke zindî ye; tenê di qonaxeke dîrokê de nemaye û îro jî bo gelên bindest meşaleya siberojeke ronî ye. Newroz, beriya her tiştî berxwedana Kawayan e li dijî zilma Dehaqan. Li aliyekî Dehaqên zalim, li aliyê din Kawayê Hesinkar ê berxwedêr. Newroz, li dijî zilma Dehaq, mizgîniya serkeftina Kawayê Hesinkar e. Daxwaza azadiyê ya Kawayê Hesinkar, bi sedsalan e hêviya civakan geş kiriye û îro jî wê hêviyê geş dike. Îro li Rojhilata Navîn, agirê Newrozê di dilê gelê Kurd de pêketiye û hêviya azadiyê geş kiriye.

Ruhê Newrozê yê azadîxwaz û berxwedêr, agirê Newrozê yê guherîn û veguherînê, îro tenê di dilê gelê Kurd de geş nebûye. Piştî berxwedana bêhempa ya 40 salên dawî, ew agirê Newrozê yê ku pêketiye, îro di dilê gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest de jî hêviya azadiyê gur û geş dike. Newroz îro bûye hêviya azadî û rizgariya hemû gelên bindest. Gelên bindest îro ji wî ruhê berxwedêr, ji wî karakterê rizgarker û ji wê mîrasa berxwedanê ya hezaran salan hêz digirin û li dijî zalim û zordaran têkoşîna man û nemanê didin. Newroz îro çavkaniya têkoşîna gelan e. Loma ew berxwedana dîrokî îro jî bûye xewnekabûsa Dehaq û desthilatdarên xwînmij yên roja me. Newroz; ala azadiyê û cejna serkeftinê ya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest e.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze îro desthilatiya xwe li ser tunekirina îradeya gelê Kurd bidomîne. Ji bo wê jî hemû çavkaniyên aborî, hemû hêza leşkerî, hemû derfetên civakî, çapemenî û burokratîk seferber kirine. Lê li hemberî wê baweriya gel a ku hêza xwe ji ruhê berxwedêr ê Newrozê digire, heta niha li ber desthilatiya wan serî netewandiye, çok venedaye. Bi taybetî îro li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tê meşand, bi hezaran girtiyên azadiyê, siyasetmedar û aktîvîst li zindanan li ber xwe didin û ruhê berxwedêr ê Kawayê Hesinkar careke din zindî dikin. Ruhê Newrozê îro li zindanan gihiştiye wateya xwe ya dîrokî! Berxwedana ku li zindanan bilind bûye, îro li her qadê rûyê reş ê faşîzmê û berxwedana li dijî wê eşkere û îfşa kiriye.

Di qonaxeke wiha dîrokî de, ligel zext û zordariyê, gelê Kurd ji doh zêdetir nêzikî serkeftinê ye. Berxwedana ku bi salan e tê meşandin, têkoşîna ku di gelek serdemên teng û tarî de hatî dayîn, ji bo ku bigihêje qonaxa serfiraziyê, îro yekîtî û yekrêziyê zêdetir li ser gelê Kurd ferz dike. Lewre jî ruhê Newrozê, ruhê yekîtiyê ye û siberoja ronî ya gelê Kurd misoger dike. Di riya azadiyê de em bi agirê Newrozê ronî dibin. Em Newroza 2021’an bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pîroz dikin. Newroz cejna biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.

Newroz pîroz be!

KCD
HDP
DBP
PİA
KKP
PARTIYA AZADÎ
TJA

12 Adar 2021