Em bi hev re di sala 2017an de hêviyê mezintir bikin

2016 saleke giran bû û dilê me gellek êşand. Li gel mirin û êş û azar û hêstirên çavan, her wekî din 2016, bû sala berxwedanê jî.

Di halê heyî de rijandina xwîn û hêstirên çavan ên li ser vê xakê, nîşan dide ku hê jî feraseta siyasî ya desthilatdar neguheriye. Lê tiştekî din jî neguheriye; ew jî hêviya aşitî, yeksanî, edalet û têkoşîna ji bo demokrasiyê ye. 

Newarî û bedbextiyên ku em di nav de ne, divê hêviya me têk nebe. Em di sala nû de di zindanan de ne. Dibe ku em di hucreyên zindanan de bi tena serê xwe bin, lê ev sersala me ya herî şên e. Çimkî em dizanin ku, dilê bi milyonan, li gel me ne…

Em dizanin ku rojên xweş û geş li benda me ne. Em ê her hewl bidin da ku sala 2017an bibe sala pêşketina yêkîtî, demokrasî, aşitî, ked, azadî û wekheviyê. Di 2017an de em ê hewl bidin da ku daxwazên dadmendiyê yên gelan hasil bibin. Em ê di sala 2017an de, her roj cardin vejîn û bimeşin, jiyan û heqîqet dê ti zindanan nas neke. 

Em hêvî dikin ku sala 2017an ji bo hemû gelan û baweriyan, ji bo kedkar û bindestan û ji bo jinan û ciwanan bibe saleke bijûn û serkeftî û destkeftiyên civakî bi pêştir bixe û hêviyê mezintir bike. Ji bo saleke ku aramî û aşitî lê serdest be û em pîrozbahiya jiyanê bikin, silav û rêzên me ji bo we hemûyan. 

Figen Yuksekdag – Selahattin Demirtaş
Hevserokên Giştî yên HDPê
31 Kanûn 2016