Em bi tundî şermezar dikin

Li Stenbolê du êrîşên bombeyî pêk hatin û di encama êrîşan de agir bi mala gellek malbatan ket. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û hevxemên vê azara giran in. 

Xwedê rehma xwe li miriyan bike, serê malbat û xizmên wan sax be û şîfaya xêrê ji birîndaran re bişîne. 

Ji bo ku êş û azarên bi vî rengî cardin neqewimin, divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. 

Divê Tirkiye hem di polîtîkaya navxwe û hem jî ya derve de, di warê aştî, demokrasî û mafên mirovî de bibe welatekî yekta û aktorekî polîtîk. 

Divê Tirkiye ziman û pratîkên ku li ser dijminatî, berberî û lêkdanê ava kiriye, biterikîne. Gava yekemîn a terikandina vê riyê ev e. 

Cardin em sersaxiyê bo civakê dixwazin û Xwedê rehma xwe li miriyan bike.

Lijneya Rêvebirina Navendî

11 Kanûn 2016