Em, bilbilê Rojhilata Navîn Aram Tîgran bi rêzdarî bi bîr tînin!

Daxuyaniya Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê ya bîranîna hunermendê nemir Aram Tigran

Hunermendê Ermen, hostayê mezin ê muzîka Kurdî, dildarê ziman û çanda Kurdî, mamoste û apê Kurdan Aram Tîgran 14 sal berê îro li sirgûniyê ji nav me bar kir. Aram Tîgran, bi muzîk, huner û sekna xwe di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Ew dengê gelên bindest bû û ji bo Kurdan mîrateyeke mezin li pey xwe hişt.


Malbata Aram Tîgran di sala 1915’an de piştî Qirkirina Ermeniyan koçî Qamişloyê kir û Tîgran di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Wî hîna di 9 saliya xwe de dest bi hunerê kir. Aram Tîgran bi zimanê Kurdî, Ermenkî, Erebî, Suryanî, Rûmî û gelek zimanên din hunera xwe pêk anî û di dilê gelan de cihekî giranbuha çêkir. Wî hunera xwe di temamê jiyana xwe de ji bo aştî û azadiya gelan wek têkoşînekê saz kir û muzîk û hunera wî pirek di navbera gelan de ava kir. Gotina wî ya ku digot ‘ger ez careke din bêm dinê, çiqas tang, tifing, çek û sîleh hebin ez ê wan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne’ helwesta wî ya hunerê diyar dike.  


Aram Tîgran li hember zext û zordariyên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftina li ser zimanê Kurdî sekna xwe ya polîtîk bi stranên xwe nîşan da û li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê sekinî. Ji ber vê helwesta wî jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Aram Tîgran jî kirin; wek mînak konserwatuara ku bi ser navê wî hatibû avakirin ji aliyê qeyûman ve di sala 2016’an de hat girtin. Her wiha wesiyeta wî ya ku li Amedê bê definkirin ji ber nêrîn û zihniyeta desthilatdaran hat astengkirin. Lewma Tîgran li Brukselê tevî kulmek axa welatê xwe hat definkirin.


Aram Tîgran bi stranên xwe, bi tembûr û cimbişa xwe, bi dengê xwe yê aram her dem di dilê me de ye û awazên wî her tim li ber guhê me deng vedidin. Em 14. salvegera koça wî ya dawî de bi rêzdarî, minet û hesret Mamosteyê gelê Kurd, bilbilê Rojhilata Navîn, dostê gelan Aram Tîgran bi bîr tînin. Ruhê wî şad, dengê wî li dinê her û her bimîne. 


Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê
8 Tebax 2023