Em Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin!

Daxuyaniya Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê:

Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Alî Bedirxan re 72 sal derbas bûn. Em di 72’emîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. 

Jiyana Celadet Alî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de bihurî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê Kurd e. Kalê Celadet Alî Bedirxan Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên Kurdan dixebitî ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Mîr Celadet Alî Bedirxan jî, di sirgûniyê de, di 26’ê Nîsana sala 1893’an de li Stenbolê ji dayik bû. Celadet Alî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda Kurdî, ji bo serxwebûna miletê Kurd di nav keftûlefteke mezin de bû. Celadet Alî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî netebitî û her di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo miletê Kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê. Celadet Alî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda Kurdî. Kovara Hawarê roleke wek dibistan û zanîngehekê di dîroka xebatên Kurdî de lîst û nivîskarên wek Kamiran Alî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Alî Bedirxan, di temamê jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê Kurdî hewl da. Ew yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev yek di dîroka zimanê Kurdî de şoreşeke mezin e. 

Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên giring, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin.  Celadet Alî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser giringiya Kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye. 

Celadet Alî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’emîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet Celadet Alî Bedirxan bi bîr tînin. 

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê
15 Tîrmeh 2023