Em di salvegera Qetlîama Cizîrê de, di şexsê Asya Yuksel û Mehmet Tunç de, hemû qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin

Desthilatiya Seray-AKPê, piştî 7ê Pûşberê bi çeteyên Ergenekonê, tîmên taybet ên salên 90an, hêzên faşîst ên qada siyasî û dildarên wesayeta leşkerî û bi hêzên tarî û qetlîamperest re rêkeftinek pêk anîn û salek berê, li Cizîrê, kesên ku li dijî zilm û şer li ber xwe didan, qetil kirin. Berî û piştî qetlîamê, desthilatiya Seray-AKPê û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, derbarê qurbaniyan de derewên wek “di şer de hatin kuştin”, “ihtimal e ku birîndar tine ne”, “me ambûlans şand, lê kes nehat”, her hewl dan ku vê qetlîamê berevajî bikin. Termên hin mirovên ku di jêrzemînên hovîtiyê de benzîn di ser de hatî rijandin û hatî şewitandin, hê jî nehatine teşxîskirin û di termên qurbaniyan de ti emareya pevçûnê û ti şopa qurşinê nehat dîtin. Ev rastî eyan û beyan in û em dibêjin ku heqîqet birijd e û vê rastiyê tînin bîra desthilatiya Seray-AKPê ya ku amadekariya rejîma “Tekzilamî” dike.

AKPê, ji bo pêkanîna polîtikayên şerrî, pêşî got “Ez Rêkeftina Dolmabahçeyê nas nakim” û mase qeliband û piştre ev welat xiste gerînekeke tundûtûjiyê. Her wisa, ev helwesta şerperwer û berberîxwaz, encamên hilbijartina 7ê Pûşberê ya ku şansê desthilatiyê ji dest AKPê çû, nas nekir û bi reftareke derbeperest, atmosfereke zext û zordestî û tirsê ava kir û hilbijartina 1ê Mijdarê “safî kir.” Piştre bi navê “qedexeya derketine derve” bi mehan cih û bajarên kurdan hatin dorpêçkirin, wêrankirin û şewitandin û bi sedan kes hatin kuştin.

Her wisa, di wê atmosferê de, beden û nasname û îrade û keda jinan jî wek hedef hat dîtin, jin zêdetir hatin kuştin û her hewl hat dayîn da ku wan bi cudakerî û zext û fişarê “terbiye bikin.” Lê jin birijd bûn ku aşitî û berxwedanê pêk bînin û lewre pêşengiya berxwedanên xweparastinê kirin. Li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û cihên din ên derketina derve hatî qedexekirin, jinan bi wêrekî û bi îradeya xwe, xwedî li jîn û jîngehên xwe derketin. 

Salek di ser Qetlîama Cizîrê re derbas bû, lê kesek nehat darizandin, ti lêpirsîn û ti hewla ronkirina qetlîmê nehat dayîn û her wisa Pêşniyaznameya Lêpirsîna Meclisê ya ji aliyê HDPê ve ji bo ronkirina qetlîamê hatî dayîn jî nehat qebûlkirin. Ev bêdengî û hewldana berevajîkirina qetlîamê ya  AKPê, ji ber têkçûna wê ya li Cizîrê ye. Lewre ji ber ku têk çû, ew kesên ku li ber xwe dan, taxa xwe, mal û xaniyên xwe û jîngehên xwe neterikand, qetil kir. Desthilatî, kêşeya kurd bi riyên aştiyane û gotûbêjan çareser nake û li şûna wê zordariyê tercîh dike, lewre ew sûcên mirovahiyê pêk tîne û têk çûye.

Em di şexsê Asya Yuksel û Mehmet Tunç ên ku 8ê Sibata 2016an de li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatî qetilkirin, hemû berxwedêran bi rêzdarî bi bîr tînin. Qetlîama Cizîrê, tawaneke mirovahiyê ye û nîşana têkçûna zilmkaran e. Cizîr jî, dê wek Madimak, Pirsûs, Enqere û qetlîamên dij-mirovahî, di tarîxê de cihê xwe wergire, lê ev tarîx bi tenê ne wek tarîxa qetlîamê, her wisa wek tarîxa berxwedanê, dê cihê xwe wergire. Çimkî baş tê zanîn ku, wextê dewlet xwe ji îşkenceyan re amade dike, jin jî xwe ji berxwedanê re amade dikin. 

Wek Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdagê jî gotî, “Desthilatiya AKP-Serayê, di bin kavilên wê jêrzemînê de mane. Êdî dahatûya AKPê û Serayê, di wan jêrzemînan de kilîtkirî ye. Ev desthilatiya tundûtûjiyê, axiriya xwe bi destê xwe amade dike. Dibe ku ew ber bi axiriyê ve diçin û dê biçin jî, lê me hê nû dest bi têkoşînê kiriye.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisa Jinan

8 Sibat 2017